'Dixwazin Serêkaniyê ji Kurdan xalî bikin'

Parlamenterê berê yê Rihayê Çalişkan diyar kir, AKP'ê dest li rewşa demografîk a li Serêkaniyê werda ye û got, "Dixwazin Serêkaniyê ji Kurdan xalî bikin."

AKP û Erdogan, di dema dawî de hewldanên xwe yên ji bo guhertina demografiya Kurdistanê zêde kirin. Yek ji cihên ku di hedefa vê yekê de ye, navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ye. Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Rihayê Ziya Çalişkan li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û anî ziman, ku planeke nû ya destwerdana li rewşa demografîk û koçberkirinê di meriyetê de ye.

'LI SERÊKANIYÊ DESTWERDANA DESTPÊKÊ YA LI NIFÛSÊ DI DEMA DARBEYA EVREN DE HATE KIRIN'

Çalişkan bal kişand ser piştperdeya dîrokî ya vê polîtîkayê û diyar kir, ji ber ku Serêkaniyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ye her tim bûye cihekî ku desthilatdariya dewleta Tirk bi taybetî dest lê werde.

Çalişkan ragihand, destwerdana ewilî bi darbeya 12'ê Îlonê re ji laiyê dîktator Kenan Evren ve hatiye kirin û got, "Di wê demê de Afgan û Tirkmen û Tirkên ji Asya Navîn anîn, li Serêkaniyê bi cih kirin û li dijî Kurdan bi kar anîn."

'AKP Û ERDOGAN PORJEYA EVREN Ê DARBEKAR BI CIH TÎNE'

Çalişkan diyar kir, di salên 2000'î de piştî ku gelê Kurd şaredariya Serêkaniyê bi dest xist, ev polîtîka ji nû ve kete dewrê û got, "Bi taybetî piştî pêkhatina şoreşa li Rojava, ji sala 2013'an û pê ve dewleta Tirk û desthilatdariya Erdogan dest bi bicihanîna projeya Kenan Evren ê darbekar kirin. Çalişkan got, "Piştî ku Kurdan destketî bi dest xistin, desthilatdariya AKP'ê ji bo pêşî lê bigire, çi jê hat kir. Serêkaniyê weke parçeyekî girîng ê vê polîtîkayê hate nirxandin û hewl hat dayîn rewşa demografîk a li vir bê guhertin."

Çalişkan destnîşan kir, ku ev polîtîka ne tenê li Serêkaniyê tê meşandin û bal kişand ser hewldanên dema dawî yên il Mereş, Wan û Bedlîsê.

'JI KANIYA XEZALAN, HERANÊ Û JI KAMPAN EREB TÊN BICIHKIRIN'

Çalişkan ragihand, beşek ji Tirkmen û Afganên ji aliyê Kenan Evren ve li Serêkaniyê hatin bicihkirin bûne cerdevan û beşek jê jî li Midûriyeta Giştî ya Karên Çandiniyê (TÎGEM) ku dihat îdîakirin biryargeha DAIŞ û El Nûsra ye, hatin xebitandin. Çalişkan destnîşan kir, ku niha xebatek hateiye destpêkirin ji bo rewşa demografîk a Serêkaniyê bê guhertin û bi Erebên ji Kaniya Xezalan û Heranê tên anîn, hewl didin vê bikin.

Çalişkan anî ziman, tevî vê yekê Erebên ji Sûriyeyê yên li kampan jî ji bo guhertina demografiya Serêkaniyê mayînde dikin.

Çalişkan bibîr xist, ku bi guhertineke taybet a di qanûna rêveberiyên herêmî de, gelek gundên Kaniya Xezalan û Heranê bi Serêkaniyê ve tê girêdan û got, "Hevsengiya siyasî û civakî ya li Serêkaniyê li dijî kurdan tê guhertin. Dixwazin Kurdan bi temamî li derveyî jiyana civakî, aborî û siyasî bihêlin û bi vî rengî bê bandor bihêlin."

'DIXWAZIN SERÊKANIYÊ JI KURDAN XALÎ BIKIN'

Çalişkan destnîşan kir, ku armanca dawî ya rejîma AKP û Erdogan ew e ku Serêkaniyê ji Kurdan xalî bike û wiha dewam kir: "Der barê Serêkaniyê de hesab û planên qirêj hene. Rêxistinên qirêj li wê derê li ser kar in. Kuştina du polîsan li Serêkaniyê, beşek ji vê pêvajoyê ye. Bi kuştina polîsan re dixwazin xalîkirina etnîkî li Serêkaniyê veşêrin. Aliyekî bûyera kuştina van polîsan ji bo provokekirina pêvajoyê bû, aliyê din jî hewldana ji bo nixumandina planên qirêj ên tên meşandin e. Dixwazin Kurdan ji Serêkaniyê derxînin û navçeyê bê Kurd bihêlin."

NAVENDA RIHAYÊ JÎ DI HEDEFÊ DE YE

Çalişkan ragihand, tevî navçeya Serêkaniyê, navenda Rihayê jî di hedefa heman pêkanîna de ye û anî ziman, heta niha 450 hezar Erebên Sûriyeyî li bajêr bi rengekî mayînde hatine bicihkirin.