Divê yekîtiya neteweyî pêk were

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç û parlementerê berê yê HDP’ê Ferhat Encu diyar kir ku ji bo plana 100 sal berê Kurdistan kiriye çar parçe îro bi ser nekeve divê yekîtiya neteweyî pêk were.

Bi dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Bakurê Sûriyeyê re li her dera dinyayê nerazîbûn hatin nîşandan.  Nerazîbûn ne bi tenê yên gelan bû. Vê carê ‘Yekîtiya Neteweyî’ jî zêdetir derkete pêş.

JI BER YEKÎTIYA NETEWEYÎ TUNE DAGIRKERÎ Û QEYYÛM HENE

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç derbarê yekîtiya neteweyî got ku “Ji ber ku pêşeng û saziyên me yên li her çar parçeyan nikarin xwe li gorî yekîtiya neteweyî ava bikin, hin kêmasiyên me hene.  Divê em têkoşîna xwe xurttir bikin.Herî dawîn bi dagirkeriyê re li Kurdistanê peyamên girîng hatin dayîn. Heke bi qasî nîvê vî tiştî têkoşîn bihata kirin, wê ne dagirkerî pêk bihata û ne jî qeyyûm li ser şaredariyan bihatina wezîfedarkirin. Qeyyûm, şer, dagirkeriyên li ser Efrîn û Kerkûkê û heta dagirkeriya li ser Rojava. Yek ji sedema ku hêzên navneteweyî li ser Kurdan evqasî hesaban dike, helwesta ji hev cihê ya Kurdan e. Ev jî tê wateya ku yekîtiya xwe ya neteweyî pêk neanîne.

ÊRÎŞ HEMÛ YEK IN

Sarisaç diyar kir ku şaredarî feraseta navendparêz red dike û ji ber vê jî qeyyûm li ser wan hatiye ferzkirin û got ku “Dema ku şaredarî hatin desteserkirin û qeyyûm li ser wan hate peywirdarkirin, li ser Rojava jî dagirkerî hatge kirin. Ev tişt ne dûrî hev in. Heke yekîtiya neteweyî pêk neyê wê ev êrîş ne bi tenê li ser Rojava be. Siberoj wê li Başûr jî heman êrîş werin kirin. Lê ez bawer im Bakur, Başûr, Rojhilat yekîtiya xwe pêk bînin wê qetlîama li ser Kurdan jî bi dawî bibe.”

'DI VÊ SEDSALÊ DE WÊ KURD BI SER BIKEVIN

Parlementerê berê yê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî diyar kir ku yekîtiya neteweyî gelekî girîng û got ku “Bangên ji bo yekîtiya neteweyî gelekî girîng in. Kurd li ber xwe didin û berdêlên giran didin. Divê ev berdêl bibin statu. Li Rojava fikrek derkete holê. Ev fikr ne bi tenê li Rojhilata Navîn li hemû dinyayê jî dikare rê li ber çareseriyan veke. Ji ber vê jî êrîşên mezin li vê paradîgmayê hate kirin.

Ev êrîş li dijî îradeya Kurdan e. Dema li Başûrê Kurdistanê referandûm hate lidarxistin, ji Tirkiyeyê heta Îranê êrîşên mezin hate kirin. Ligel vî tiştî referandûm jî nas nekirin. Heke destkeftiyên Kurdan ji destê wan were derxistin wê plana ku sed sal berê hatibû avakirin û Kurdistan kiribû çar parçe bi ser bikeve. Ji ber vê jî em naxwazin sedsaleke din ji destê me derkeve. Di vê sedsalê de wê Kurd bi ser bikevin.”