Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di dewama hevpeyvîna xwe de mijarên; têkiliya PDK'ê bi desthilatdariya AKP-MHP'ê re, operasyoneke gengaz a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrîşên li Şengalê, xweseriya Şengalê û kar û barên di vê mijarê de dikeve ser milê gel û hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.
DESTHILATDARIYA AKP'Ê ÊRÎŞ Û KOMUKJIYÊN XWE BI RÊYA TÊKILIYÊN BI PDK'Ê RE ASAYÎ Û REWA NÎŞAN DIDE
Bayik bal kişand ser têkiliyên PDK'ê bi desthilatdariya AKP-MHP'ê re û got, "Zilma vê desthilatdariyê ku di nava du salên dawî de li Kurdan kiriye li holê ye. Di rewşeke bi vî rengî de têkiliya PDK'ê di vê astê de bi Tirkiyeyê re, ji aliyê Kurdan, Kurdîtî û dîroka Kurdan ve tiştên şaş in. Bi ya me, divê PDK têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji nû ve binirxîne. Desthilatdariya AKP'ê gelek êrîş, komkujî û zilma xwe bi rêya têkiliyên bi PDK'ê re hewl dide asayî û rewa bike. Bajarên Kurdan hatin xerakirin û şewitandin; lê deng ji PDK'ê û derdora PDK'ê derneket. Ev sekna PDK'ê kiryarên AKP'ê asayî dike, rewa dike û cesaretê dide AKP'ê. Di nava du salan de zilmeke ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li Kurdan nekiriye, nema ye. Hema bêjin, temamiya zilma di dîroka Komara Tirkiyeyê de li Kurdan kir. Helwesta PDK'ê ya li pêşberî vê yekê, ku ji nedîtî ve hat û li ber ranebû, rewşeke ku karibe bê îzahkirin nîne."
Bayik bibîr xist, beriya dagirkirina Sûriyeyê û ketina nava Cerablûsê desthilatdariya AKP'ê bi PDK'ê re li Tirkiyeyê hevdîtin kir û anî ziman, desthilatdariya AKP'ê xwe spart vê hevdîtinê û îdîa kir ku tevgera dagirkirina Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve ne li dijî Kurdan e.
TÊKILIYÊN PDK'Ê BI TIFAQA AKP-MHP'Ê RE DIBIN SEDEM KU ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ZÊDE BIBIN
Baik got, "Helwesteke welê ya şerê taybet nîşan da, ku îdîa kir ew ne li dijî Kurdan e, lê dijî YPG, PYD û PKK'ê ye. Zilma ku li tevahiya Kurdan dike, ji ber têkiliyên xwe yên bi PDK'ê re dibêje 'Em ne li dijî Kurdan e, em li dijî wan Kurdan e'. Hemû mêtînger vî zimanî bi kar tînin. Ma li Iraqê jî Saddam di dema xwe de bi heman zimanî nedaxivî? Kurdên ku bi wî re têkildar bûn hebûn. Bi her awayî êrîş dikir, lê digot 'ez ne li dijî Kurdan im, ez li dijî filan Kurdan im'. Ji ber vê yekê têkiliyên PDK'ê bi tifaqa AKP-MHP'ê re dibin sedem ku êrîşên dewleta Tirk zêde bibin."
Cemîl Bayik destnîşan kir, ku partiyeke Kurd a mîna PDK'ê divên ekeve nava rewşeke bi vî rengî û got, "Em ne tenê ji bo PDK'ê dibêjin, Pêwîste YNK jî, PKK jî, Goran jî, Tevgera Îslamî jî, PYD jî; ti partiyeke Kurd nekeve nava rewşeke bi vî rengî."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ragihand, desthilatdariya AKP'ê têkiliyên xwe yên heyî bi PDK'ê re weke firsendekê dibîne, ji vê cesaretê digire û dixwaze li her deverê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd şer bike.
TÊKILIYÊN PDK'Ê YÊN BI TIRKIYEYÊ RE JI BO GELÊ KURD MIJARA LÊPIRSÎNÊ YE
Bayik wiha dewam kir: "Êrîşî Minbicê kir. Bi balkêşî, piştî ku Barzanî çû Tirkiyeyê ev êrîş zêde bûn. Piştî ku vegeriya, êrîş li Şengalê hat kirin. Bivê nevê her kesî êrîşa li Şengalê bi hevdîtina Birêz Barzanî ya li Enqereyê girê da. Me jî got; eger ne bi vî rengî be wê çaxê divê dest ji êrîşên li Şengalê bê berdan. Niha jî qala operasyonên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Qendîlê dikin. Ev ji ber çi ye? Çima dewleta Tirk li gorî dilê xwe bi hêsanî li nava axa Iraqê dikare operasyonê bike? Kengî dixwaze leşkeran dixe nav, li Başîka bicih dike, xwe dibixudîne û dibêje 'ez dernakevim'. Wextekê rabû ji Ebadî re jî digot 'tu kî ye?' Çima? Ji ber têkiliyên xwe yên bi PDK'ê re bi vî rengî daxivî. Ji ber vê yekê têkiliyên PDK'ê bi Tirkiyeyê re ji aliyê me, ji aliyê gel ve mijara lêpirsînê ye. Hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê jî lê dipirsin. Dibe ku partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê nikarin bi awayekî vekirî helwestê li dijî PDK'ê nîşan bidin. Ji ber ku PDK derfetên xwe bi kar tîne û zextê li wan dike. Naxwe, di nava Başûrê Kurdistanê de aciziyeke mezin ji polîtîkayên PDK'ê heye."
AKP'YÎ BI XWE DIBÊJIN KU EW PDK'Ê BI KAR TÎNIN
Der barê pirsa 'Di êrîşa dewleta Tirk a dijî Kurdan de cihê PDK'ê çi ye?' Bayik got, "Rayedarên desthilatdariya AKP'ê bi xwe cihê PDK'ê eşkere dikin. Dibêjin 'hevalbendê me yê herî baş e'. Dibêjin ku desteka yekane, desteka esasî ya li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd ji aliyê PDK'ê ve ji wan re tê dayîn."
Bayik işaret bi nêzîkatiya rayedarên AKP'ê li PDK'ê kir û got, "Rayedarên AKP'ê têkiliyên xwe yên bi PDK'ê re welê nîşan didin, ku bi rêya çapemeniyê rayedar vê gotinê tînin ziman; 'em wan bi kar tînin'. Gotinên ku PDK'ê bi xwe jî dixe nava rewşeke nebaş, ti qîmeteke PDK'ê nahêlin, ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve tên gotin."
Têkildarî operasyoneke gengaz a dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê Cemîl Bayik anî ziman, ji ber ku desthilatdariya AKP'ê tengav bûye, dikare êrîşeke bi vî rengî bike û got, "Me hemû amadekariyên xwe kirine. Em vê bijarteyê piştguh nakin."
Bayik ragihand, ew nizanin bê PDK û AKP li ser operasyoneke bi vî rengî çiqasî li hev kirine, lê belê texmîn dikin ku PDK wê li dijî operasyoneke wiha dernekeve û li şûna desteka vekirî, desteka îstîxbaratê bide dewleta Tirk.
LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ TI HÊZEKE SIYASÎ Û GEL WÊ DESTEKÊ NEDE VÊ OPERASYONÊ
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, hemû partiyên siyasî yên Kurd û gelê Başûrê Kurdistanê wê li dijî êrîşeke li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Qendîlê derkevin û ev nirxandin kir:
"Em dikarin vê bêjin. Li Başûrê Kurdistanê ti hêzeke siyasî û gel ên destekê bidin operasyoneke bi vî rengî nîne. Rola gelê Başûrê Kurdistanê di operasyona Zapê ya 2008'an de, di têkbirina dewleta Tirk de gelekî girîng bû. Bi dîtina me, di êrîşeke gengaz de wê gelê Başûrê Kurdistanê careke din li ber artêşa Tirk rabe. Gelê Başûr êdî artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê naxwaze, wan weke dagirkeran dibîne. Ji ber ku li her devera Başûrê Kurdistanê leşkerên Tirk bicih bûne. Vê yekê weke destavêtina li jiyana azad û demokratîk a Başûrê Kurdistanê dibînin. Vê yekê weke rewşeke ku destketiyên Başûrê Kurdistanê dixe nava rewşeke xetere, dibînin. Lewma di êrîş û hewldaneke gengaz a dagirkirinê de hêzên siyasî yên li Başûr û gelê Başûrê Kurdistanê, bi wesîleya dagirkeriyê wê ne tenê li hemberî êrîşa li dijî Qendîlê, wê helwestê li dijî êrîşa dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê nîşan bide. Ev helwest wê biber xwedanek li dijî dagirkeriyê. Bi ya me, helwesta hêzên siyasî û gel wê bi vî rengî be."
NERAZÎBÛNA GEL WÊ VEGUHERE ŞERÊ AVÊTINA ARTÊŞA TIRK JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Bayik wiha dewam kir: "Li aliyê din, partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, gel û her kes dizanin ku hebûna PKK'ê ji bo jiyaan wan a demokratîk û azad gelekî girîng e. Hebûna PKK'ê ji bo destketiyên wan gelekî girîng e. Têkoşîna PKK'ê têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê xurt dike. Dema PKK tasfiye bû, têkoşîn ji holê rabû, wê hingî hemû parçe sêwî bimînin, hemû hêzên siyasî wê sêwî bimînin. Wê hêviya ji bo siberojê tine bibe. Hêzên siyasî û gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê dizanin ku bêyî PKK'ê wê rewşa Kurdistanê çi be. Ji ber vê yekê, bi dîtina me wê li dijî êrîşeke gengaz a dewleta Tirk nerazîbûn gelekî mezin be. Gel wê li dora tevgera me ya azadiyê li hev bicive û li dijî van dagirkeran şer bike. Ev şer wê veguhere şerê avêtina dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê. Kurd Kurdên berê nîne, hêzên siyasî yên Kurd jî hêzên siyasî yên berê nînin."
HELWESTA DYA YA LI SER OPERASYONEKE GENGAZ A DERVEYÎ SÎNOR
Li ser helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li pêşberî operasyoneke gengaz a li derveyî sînor Cemîl Bayik ev tespît kir: "Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi her awayî didomîne. DYA jî, Ewropa jî destekê didin. Lİ dijî van êrîşan nasekinin. Ewqas bajar hatin xerakirin û şewitandin. Ewqas mirov hatin kuştin. Li dijî vê yekê helwestek nîşan nedan."
Bayik wiha dewam kir: "DYA jî ji aliyê giştî ve piştgiriyê dide desthilatdariya AKP'ê. Eger li devevreke din a cîhanê tiştên ku desthilatdariya AKP'ê niha dike ji aliyê desthilatdariyeke din ve bihata kirin, DYA û Ewropa wê cîhan bi serê wê desthilatdariyê ve birûxanda. Ya jî di vê astê de piştgirî nedidan. Lê belê mijar Kurd bin, hin rexneyan li Tirkiyeyê dikin, lê ji aliyê esasî ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê destekê didin dewleta Tirk."
Bayik got, "Em dibinîzin ku di navbera DYA û Tirkiyeyê de têkiliyeke bi vî rengî ya polîtîk heye. DYA jê re gotiye, 'Tu li Sûriyeyê li pêşiya polîtîkaya min nebe asteng, ez ê jî ji bo tasfiyekirina rêveberiya PKK'ê hemû destekên îstîxbaratî bidim'. Ev çiqasî rast e, em baş bi wê nizanin. Eger rast be ev polîtîkayeke qirêj e. Ji aliyekî ve li Rojava bi Kurdan re têkiliyê deyne, di polîtîka Sûriyeyê de bi Kurdan re bi hêza fedayî YPG a li ser rxeta Rêbertî ye têkiliyê deyne, li aliyê din jî ji Tirkiyeyê re bibêje ku ji bo êrîşek li dijî rêveberên PKK'ê, lidarxistina operasyonan û ji bo sûîqestê desteka îstîxbaratî bide. Ev ne exlaqî ye. Ne rewşeke ku ji aliyê gelê Kurd ve bê qebûlkirin. Ev rewşeke cidî ye. Eger têkiliyên bi vî rengî rast bin, hem DYA, hem jî PDK lazime van ji nû ve binirxînin. Tê gotin, ku PDK'ê bi bo tasfiyekirina rêveber û kadroyên PKK'ê îstîxbarat daye desthilatdariya AKP-MHP'ê. Ji me re tê gotin ku Parastin di vê mijarê de bi MÎT'ê re dixebite."
Bayik dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist û got, "Di vir de rola DYA diyarker bû. Gelekî êş bi gelê me re da kişandin. Teslîmkirina Rêberekî gelê Kurd ji bo Tirkiyeyê, bêguman sûcekî li dijî wî gelî ye. Em dibêjin, ku divê rêveberiya nû nebe hevparê sûcên bi heman rengî yên li dijî gelê Kurd. Di dîlgirtina Rêber Apo û girtina wî li zîndanê de berpirsyariya DYA heye. Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbe Apo, ji bo çareerkirina sûcên li dijî Rêber Apo û gelê Kurd hatine kirin, em hêvî dikin ku rêveberiya DYA vê rewşê ji nû ve binirxîne. Her ku rêveberiyên DYA hatin guhertin me bang kir, name şand. Ji rêveberiyên nû me xwest, ku vî sûcê di dema Bîll Clînton de di komploya navneteweyî de li dijî gelê me hat kirin ji holê rakin û ji bo sererastkirina encamên giran ên vê yekê, bikevin nava nêzîkatiyên pêwîst."
PDK'Ê CIVÎNÊN JI BO ÇARESERIYÊ HER TIM TALOQ KIR
Bayik destnîşan kir, ku eger DYA operasyoneke li dijî Başûrê Kurdistanê erê kiribe, ev yek li berjewendiyên DYA, li berjewendiyên dewleta DYA nayê.
Li ser têkiliyên xwe yên bi PDK'ê re Bayik got, "Car carna hevdîtin bi PDK'ê re hatin kirin. Beriya êrîşa li Şengalê di meha Çileyê de hevdîtinek bi PDK'ê re hat kirin. Bi hevdîtinan re nêzîkatiyek ji bo çareserkirina pirsgirêkan derket holê. Lê belê civînên ji bo çareserkirina prisgirêkan her tim ji aliyê PDK'ê ve hatin taloqkirin. Dûre rewşeke bi vî rengî derket pêşiya me."
PIRSGIRÊK NE HEBÛNA ME YA LI ŞENGALÊ YE; YA GIRÎNG PEJIRANDINA XWESERIYA ŞENGALÊ YE
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman, di gelek mijaran de ew bi PDK'ê re axivîne û got, "Di mijara Şengal û Rojava de axaftin hat kirin. Di van mijaran de me hewl dan ji bo çareseriyê rêyeke navberê bibînin. Lê belê nêzîkatiyên PDK'ê ji peydakirina çareseriyê wêdetir ferzkirina daxwazên xwe bû. Ji xwe timî dibêjin, hûn ê ji Şengalê derkevin. Em jî dibêjin, pirsgirêk ne derketin an jî derneketina me ye. Pirsgirêk; Êzidî wê li Şengalê xweser bibe bibe yan na; wê bibin xwerêveberî, xweparastinê yan na, ya girîng ev e. Eger di van mijaran de helwesteke me ya hevpar hebe, ku em dibêjin divê hebe, lazim e li Şengalê rewşeke bi vî rengî dernekev holê. Lê PDK mîna ku piştî 3'ê Tebaxê tiştek nehatiye guhertin, dibêje 'ew der a me ye, wê bi me ve girêdayî be'. Yanî nêzîkatiyeke welê nîşan dide ku xwerêveberî, îradeya wê derê nas nake."
Der barê daxuyaniyên ku rayedarên PDK'ê car carna dibêjin 'PKK tevlî karên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê dibe' Bayik ev nirxandin kir: "Ti nêzîkatiyeke me bi vî rengî ne. Li dijî PDK'ê em kesî re nebûne yek û em têkoşînê li dijî wan nameşînin. Lê vê jî dibêjin. Bêguman em alîgir in ku li Rojava, li Başûr, li her deverê hemû partiyên siyasî li ser bingeha demokratîk xwe bi rengekî azad bi rêxistin bikin. Em nêzîkatiyeke hegemonî li ti cihî rast nabînin. Bi şertê ku xayintiyê neke, em dixwazin hemû hêzên Kurd bi rengekî azad siyaetê bikin, çi mezin çi jî biçûk. Em vê yekê ji bo Rojava jî, ji bo Başûr jî ji bo Bakur jî, ji bo her derê dixwazin. Nêzîkatiya me ya giştî bi vî rengî ye.
EM ÊRÎŞA LI ŞENGALÊ WEKE ÊRÎŞEK LI DIJÎ ŞENGALÊ Û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DIBÎNIN
Me xwest pirsgirêkên bi PDK'ê re bi hevdîtinan çareser bikin. Ji vê jî wêdetir em dibêjin bila yekîtiya neteweyî, kongreya neteweyî çêbibe û em pirsgirêkên xwe li vir çareser bikin. Bi taybetî dibêjin, ku divê di mijarên dîplomasî û parastina neteweyî de polîtîkayên hevpar bên meşandin. Lê em encamekê bi dest naxin. Êrîşa dawî ya li Şengalê nîşan da ku di hevdîtinan de encamek bi dest neketiye. Hem êrîşî Şengalê dike, hem jî PDK ên ji Rojava reviyan e perwerde dike, wan dike leşkerên bi pere û bi ser Rojava ve dajo. Êrîşa li Şengalê hem êrîşa li dijî Şengalê, hem jî êrîşa li dijî Rojava ye. Em bi vî rengî dibînin."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bibîr xist, êrîşa li Şengalê piştî vegera Barzanî ji Enqereyê hat kirin û wiha dewam kir: "Me got, 'eger ev nirxandina me ne rast be, wê demê bila van hêzên xwe yên leşkerî ji Şengalê vekişînin. Lê ev hêz hê venekişiyan e û alozî dewam dike. Nepêkan e ku kes hebûna wan hêzan li wir qebû bike. Eger PDK dibêje, 'min hêz li wir bi cih kir, ez ê rewa bikim û bidim qebûlkirin' hingî xwe dixapîne. Karên bi vî rengî bi ferzkirinê nabe. Belê, tevgera me beriya niha çavên xwe ji bicihbûna PDK'ê li hin herêmên Şengalê girt, PDK jî ket navê. Lê belê, tevgera me ji bo pirsgirêk dernekeve bi vî rengî nêzîk bû. Eger me xwestibûya, PDK wê niha ne li gelek cihên ku niha lê ye, bûya. Lê belê ji ber niyeta baş, ji bo şer dernekeve û bi nêzîkatiyeke lihevkirinê çareserî bê afiarndin, destûr hat dayîn ku hin hêzên PDK'ê bên Şengalê. Lê niha ev yek ji bo nebaşiyê hatiye bikaranîn. Xwe dispêrin wê yekê û daxwazên xwe ferz dikin. Nepêkane ku ev yek ji aliyê me ve bê qebûlkirin. 3'ê Tebaxê rû da, gerîla dest lê werda, ket bin bar û berpirsyariyeke dîrokî. Bi nêzîkatiya 'Bila êdî Şengalî ji hêza xwe piştrast bin; bila xwedî rêveberî bin, bila xwedî parastin bin, ku careke din ferman li wan ranebe' me destek dan avabûna xwerêveberî û xweparastina wan.
Ji xwe niha bi desteka gerîla hêza wan a parastinê ava bûye. Hêza gerîla ya li wir kêm e, ya esasî hêzên YBŞ'ê ne. Hêzên Êzidiyan bi xwe ne. Hêza Êzidiyan û girêdana wan bi meclîsa li wir qebûl nakin. YBŞ hêza Êzidiyan e û bi meclîsa Êzidiyan a li wê derê ve girêdayî ye. Li gorî demokrasiyê, eger li cihekî xweparastin hebe, divê ew hêza xweparastinê bi meclîsê ve girêdayî be. Piştî vê xweseriyeke giştî dikare bibe, ew jî ji aliyê giştî ve dikare bi Başûrê Kurdistanê ve girêdayî be. Ya ku biryara vê bide jî Êzidî ne, meclîsa Êzidiyan e."
PIRANIYA HÊZÊN ŞANDIN XANESORÊ PÊŞMERGE NÎNIN; EW LEŞKERÊN BI PERE Û REVOK IN
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku piraniya hêzên bi ser Xanesorê ve ajotin, pêşmerge nînin û got, "Ew leşkerên bi pere ne, revok in. PDK'ê ew bi pere xwedî kiriye û kiriye kontra. Dişibin Ûnîtayan, ku wextekê li derve hatibûn perwerdekirin û ew xistin nava Angolayê. Gelê Êzidî vê qebûl nake. Nepêkan e ku em jî vê qebûl bikin.
PIRSGIRÊKA NAVBERA ME Û PDK'Ê, XWESERIYA ŞENGALÊ YE
Pirsgirêk ne mayîn an jî derketina ji Şengalê ya hejmareke sînorkirî ya gerîla ye. Şaş e ku pirsgirêk bi vî rengî were binavkirin. Em pirsgirêkê bi vî rengî dibînin; Şengal wê xweser bibe yan na? Şengal wê bibe xwedî xwerêveberî û xweparastinê yan na? Ev ê bê qebûlkirin, yan na? Pirsgirêka navbera me û PDK'ê ev e. Naxwe pirsgirêk ne ji hebûna gerîla ya li wir e. Gerîla çima çû wê derê? Gerîla kesek ji wir neqewirand, kesek ji wir dernexist. Dema ku gerîla çû, PDK lê tine bû, pêşmerge jî lê tine bû, kesek lê tine bû."
Cemîl Bayik anî ziman, pêwîste Êzidî xwedî xwerêveberî û xweparastinê be û wiha dewam kir: "PKK nabêje bila ew der bi min ve girêdayî be! Ji xwe nabêje ew der a min e. Şengal a Şengaliyan e. Dibêje bila Şengalî biryarê li ser Şengalê bidin."
RÊYA LIHEVKIRIN Û ÇARESERIYÊ, XWERÊVEBERÎ Û XWEPARASTINA ÊZIDIYAN E
Bayik diyar kir, ew dixwazin bi lihevkirinê xwe bigihînin encamekê û got, "Nîqaşa li ser 'kî wê bibe serdest, wê bi kê ve bê girêdan' rê li ber lihevkirinê venake. Bi kurtasî, pêwîst e Êzidî xwedî xwerêveberî û xweparastinê be."
Bayik ragihand, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û gelê Başûrê Kurdistanê, ketina çeteyên pişta xwe dispêrin PDK'ê ya li Şengalê, qebûl nakin û destnîşan kir, rewşa Şengalê li hin cihên din ên cîhanê baş neyê zanîn jî, li parçeyên din ên Kurdistanê baş neyê zanîn jî ji aliyê gelê Başûrê Kurdistanê ve gelekî baş tê zanîn.
Bayik bibîr xist, fermana 73'an a li Şengalê gelekî nêzî gelê Başûrê Kurdistanê rabû û bal kişand ser bandora fermanê li wan.
GELÊ BAŞÛR, PARTIYÊN SIYASÎ, RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL Û REWŞENBÎR SIYASETA PDK'Ê YA LI ŞENGALÊ RAST NABÎNIN
Bayik diyar kir, saziyên demokratîk, rewşenbîr, partiyên siyasî û gelê Başûrê Kurdistanê baş dîtin bê li Şengalê, Mexmûrê, Kerkûkê gerîla çawa bi fedayî şer kirin û pêşî li DAIŞ'ê girtin.
Bayik got, "Ji ber vê yekê, polîtîkaya PDK'ê a li ser Şengalê rast nabînin. Di demeke ku pêwîstî herî zêde bi yekîtiya Kurdan heye, baş dizanin ku şerê PDK'ê li Şengalê wê encameke li dijî Kurdan derxîne holê. Gelê Başûr û rêxistinên civakî yên sivîl şerekî PDK'ê yê li Şengalê rast nabînin. Ji xwe nerazîbûna xwe jî nîşan didin.
Bayik anî ziman, ew li bendê ne gelê Başûrê Kurdistanê çalakiyên xwe û sekna xwe a li dijî vê siyaseta PDK'ê hê xurtir bikin û got, "Divê ji PDK'ê bixwazin ku hêzên xwe yên leşkerî yên li Şengalê vekişîne."
EGER PDK ÊRÎŞÊN XWE YÊN LI ŞENGALÊ NESEKINÎNE, HÊZÊN XWE VENEKIŞÎNE, EV Ê BÊ WATEYA KU DIXWAZE ŞER BELAV BIKE
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bibîr xist, ku Elmanya, DYA wesayît dane PDK'ê û ji van hêzan xwest ku zextê li PDK'ê bikin ku vê heza xwe ya leşkerî vekiîne. Bayik got, "Naxwe di her kêliyê de dibe ku şer biqewime. Şer biqewime jî wê ne tenê li Şengalê bimîne.
Bayik got, "Eger PDK êrîşên xwe yên li Şengalê nesekinîne û hêzên xwe venekişîne, ev yek wê bê wê wateyê ku dixwaze şer belav bike. Ji niha ve nikare bê diyarkirin bê şerê li Şengalê bigihêje heta ku derê. Pêwîste gelê Başûrê Kurdistanê dest li vê werde. Ji ber ku ev pirsgirêk pirsgirêka Başûrê Kurdistanê ye.
Bayik ragihand, ev yek wê bandorê li tevahiya Başûrê Kurdistanê bike û got, "Bi vî şerî re wê encamên neyînî ji bo Başûrê Kurdistanê derkevin holê. Ji xwe krîza siyasî û aborî heye. Giranbûna vê yekê wê bi kêrî Başûrê Kurdistanê neyê. Ji ber vê yekê, divê gelê me pêşî li şerekî bi vî rengî yê bandoreke neyînî li Başûrê Kurdistanê bike, derkeve û bike ku PDK hêzên xwe yên dagirker vekişîne."
PÊWÎSTE RAYA GIŞTÎ YA KURD DEST LI REWŞA LI ŞENGALÊ WERDE
Cemîl Bayik diyar kir, divê PDK bi daxwaza Tirkiyeyê nekeve nava şerekî bi vî rengî yê navbera Kurdan û di dawiyê de got, "PDK'ê çeteyên xwe yê bi pere şandiye wê derê. Lê belê eger şer derkeve wê ew şer bi tenê li wê derê bi wan çeteyan re bi sînor nemîne, wê veguhere şerê navbera PDK û PKK'ê. Gerîla û pêşmerge wê bên hemberî hev. Eşkere ye ku gelê Başûrê Kurdistanê vê naxwaze. Em ji xwe naxwazin û me bi rengekî vekirî gotin em naxwazin. Gelê Başûrê Kurdistanê jî naxwaze. Rêxistinên civakî yên sivîl jî naxwazin. Ji ber vê yekê divê raya giştî ya Kurd dest li rewşa li Şengalê werde. Xemsariya di vê demê de ne rast e. Bi kurtasî rêya jiholêrakirina vê xeteriyê, derxistina hêzên li wê derê ye."