'Divê misilmanên rast û oldar cihê xwe li gel desthilatdariyê negirin'

Endamên Kongreya Îslama Demokratîk Mele Emîn Kiliç û Hecî Qedeh anîn ziman ku divê ti misilmanên rast û oldar cihê xwe li gel desthilatdariyê negrin.

Piştî ku Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hate girtin Wezareta Karê Hundir Bîlgen ji wezîfeyê girt û li şûna wî Waliyê Qersê Turker Oksuz weke qeyûm danî. Oksuz ê ku bi artêşa parêzvan û polîsan derbasî avahiya şaredariyê bû, piştre weke wezîfe û karê xwe yê ewil li ber şaredariyê 'nimêja Înê' kiribû. 

Endamên Kongeya Îslama Demokratîk (DÎK) Mele Emîn Kiliç û Hecî Qedeh der barê mijarên di rojevê de û polîtîkayên hikûma AKP-MHP’ê axivîn. 

‘BAWERIYÊ WEKE AMÛREKÊ BI KAR TÎNIN’

Mele Emîn Kiliç anî ziman ku ji dîrokê ve heta niha desthilatdariyên zilmê li gel dikin, timî bawerî ji bo xwe weke amûr bikaranîne û wiha axivî: “Ji bo ku em roja îro fêm bikin, divê em li dîrokê bînêrin. Bûyerên îro diqewin berî niha li ser vê axê pêk hatine û dîsa xwe ji nû ve dubare dike. Zilm û zordestiya îro rejîm û dîktator dikin di kûrahiya dîrokê de heye. Ev tişt di desthilatdariya Emewiyan de hebû. Tişta bingehîn ya desthilatdaran, bikaranîna baweriyê ye û bawerî jî timî weke amûr bikar anîne. Bi xwe jî bêbawerî ne û ji Îslamê bawer nakin. Bi Emewiyan destpê kir bi Ebasiyan, Osmaniyan û Îraniyan berdewam kir. Ev bê exlaqiyên îro tê kirin hemû di dîrokê de jî hatiye kirin û îro jî xwe dubare dike.   

Di serdema herî nêz de Sedam Huseyîn jî li dijî Kurdan ‘Enfal’ pêk anî. Enfal navê ayetekî ya Qûrana pîroz e. Wateya wê jî xenîmet e. Bi vê peyama ku Kurd ne misilmanin û bêbawerin dan û Kurd qir kirin. Wateya nerm ya ol ev e; ‘Fetih’ yanî dagirkirin jêre tê gotin. Ev di demek nêz de çêbû û pir ne dûr e. Nêzî 180 hezar Kurd qetilkirin. Dewleta Tirkiyeyê jî dema ku Efrîn dagirkir jî bi heman şêwazê êrîşî li ser Kurdan kir. Di dema dagirkirinê de di hemû mizgeftên welat de Sureya Fethê hate xwendin. Dewleta Tirk weke rejîma Sedam Sureya Fethê da pêş û bi heman rêbazê Kurd di qirkirinê de derbas kirin. Ev rê û rêbazên dagirkeran mirovan ji ol û baweriyê dûr dixe.”

‘QEYÛM BÊEXLAQÎ YE’

Kiliç da zanîn ku di roja me de jî ev desthilatdarî û koalîsyona AKP-MHP’ê heman zîhniyet û siyasetê dimeşînin û wiha axivî: “Kurdan bi hêz û destketiyên xwe di hilbijartinên xwecihî de sedan şaredarî bidestxistin. Lê belê desthilatdarî û koalîsyona AKP-MHP’ê bi heman zîhniyetê qeyûm tayînî hemû şaredariyên Kurdan kirin. Wateya qeyûm, bêexlaqî ye. Qeyûm ne li gorî ti pîvanên cîhanê û cihê xwe di ti baweriyan de jî nagre. Li gorî ol heq, hiqûq û edalat heye. Ji derveyî ol jî pîvanên demokrasiyê hene. Lê cihê vê li ti ol û baweriyan tineye. Li Kurdistan û Tirkiyeyê kiryarên desthilatdarî dike, li gorî ola Îslamê kûfre û li dijî xwedê derketine. Di ola pîroz de îrade nepejîrandin şerê li dijî xwedê ye. Bawermend û ne bawermend dema rastî neheqî û zilmê hat, ev şerkî li dijî xwedê ye. Bi awayek vekerî îro li Kurdistanê AKP-MHP li dijî xwedê şer dane destpêkirin. Ji ber ku zilma îro tê kirin ev e. Li Qersê îradeya gel hatiye xespkirin û li gel vê weke ku welatek dagirkirine nimêja fethê dikin. Ji vê kiryarê re di ol de ti wateya wê nîne û li dijî xwedê derketine.”

‘WEK KU GEL GIHIŞTIYE EDALET Û AZADIYÊ ŞIKUR DIKIN’
 
Kiliç bilêv kir ku di çavên desthilatdariyê de şaredarî ne cihê xizmetê ye, wek sergoyekê ye ku jê zikê xwe têr bike  û wiha dom kir: “Di îslamê de şeklekî şikurkirina ji bo Xwedê yek jî nimêje. Dema pêxember ji Medineyê diçe Mekkeyê ji bo ku dîsa çû ser warê xwe nimêja şikurê kir. Ev jî diçin warê xelkê dagir dikin, wek ku cihekî fetih kiribin û ji destê zaliman derxistine, milet gihîştiye edaletê, azadiyê ji Xwedê re şikur dikin. Şikura van ya nimêjê ne ji bo Xwedê ye, ji bo sergoya ye, ji bo ku xwarin û vexwarina wan zêde bibe ji sergoyê bikaribin sûdê wergirin spasiyê dikin. Lê di cihekî şaş de şikur dikin ji ber ku Xwedê spasiyek bi vî awayî qebûl nake.”

‘LI DIJÎ ZILMÊ BÊDENG NEMÎNIN’
 
Mele Emîn Kiliç, bang li hemû misilmanan û gelê Kurd kir ku li dijî pêkanînên desthilatdariyê bêdeng nemînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke hûn bi rastî bawer dikin ku axîret heye, xwe nekin hevalê van zalim û dizekan. Heke bêdeng bimînin jî li gor Qûranê dibin hevalên wan. Zilm ji kî derê were bila were li ser me ferz e ku li dijî zilmê bisekinin. Li dijî zilmê têkoşîn ferz e.”

‘EW NIMÊJA ZILMÊ BÛ’ 

Mele Hecî Qedeh jî bal kişand ser nimêja li ber Şaredariya Qersê hatiye kirin û got: “Nimêja ku li ber şaredariyê hatiye kirin mirî ye ji ber ku di vê nimêjê de edalet, wekhevî tine ye, zilm û desthilatî heye. Ji ber wê yekê Xwedê dibêje ‘Nimêjê zindî bikin’ lê wan nimêj kuştî ye û kiriye amûrên zilm, xerabî, heqaret û desthilatiya xwe. Gelê misilman hûn vê nimêjê nekin, nimêjê nekujin zindî bikin. Rojên înê dema mele ji mînberê tên xwarê ayetekê dixwînin dibêjin ‘Xwedê emrê tevgera bi edalet dike’. An ku dibêje başiyê, qenciyê bikin. Ji zilm û xirabiyê dûr bikevin. Kesên ku roja înê li ber şaredariyê nimêj kirin, ji bo ku zilm û heqaretê bicih bikin, diziye bikin, îradeya gelekî binpê bikin, desteser bikin nimêj kirin. Xwedê vê nimêjê qebûl nake. Cihê vê kiryara bêexlaq di ti ol û baweriyan de nîne. Ev nimêj zilm û dagirkeriye.”

‘MISILMAN Û OLDARÊN RAST CIHÊ XWE LI GEL DESTHILATDARIYÊ NAGRIN’

Qedeh anî ziman ku divê ti misilmanên rast û oldar cihê xwe li gel desthilatdariyê negrin û ev tişt got: “Li gor Qûrana pîroz kî li cem van cih bigire weke ku li cem Ebû Sufyan, Nemrûd û Fîrewn cih girtiye, ti ferqa wan nîne. Kesê ku nimêj bike nayê wê wateyê ku kesekî paqij e, ji ber wê yekê divê mirovên me û oldarên rast hemû bizanibin ev yek tenê firotina dîn e. Xweda dibêje ew mirovên ku li ser navê dîn we dixapînin xwe ji wan biparêzin. Îro jî bi navê ‘Xwedê’ me dixapînin. Li dijî ‘Xwedê’ şer dane destpêkirin. Di dema dagirkirina xaka Rojava de jî hemû meleyên dewletê li mizgeftan Sureya Fethê xwendin. Eleqeya wê sureyê û şer bi hev tine ye. Ew Fetha ku Xwedê li wê derê behs dike vekirina dilê mirovan a ji bo Xwedê ye. Ji ber wê yekê Fetha ku desthilatdar behs dikin û ya Qûranê ti eleqeya wan bi hev re tine ye. Tiştê îro ku bi navê îslamê tê kirin bi temamî li dijî Qûranê ye. Kesên ku li pey vanan biçin tên xapandin û ji ol dûr dikevin.”