'Divê li her derê fikrê Rêber Apo şîn bibe'

Ciwanê Êzidî Dexîl Xwedêda diyar kir ku sala 2014’an ew bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rizgar bûn û got: “Me bi fikirên Rêber Apo xwe zane kiriye û em xwe perwerde jî dikin.”

Dewleta Tirk a dagirker ev 24 salin tecrîdeka giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide meşandin û nahêle bi ti awayî malbat û parêzer herin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Ciwanê Êzidî yê bi navê Dexîl Xwedêda bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî vê tecrîdê şeremazar kir û got: “Em ê bi her awayî li kêleka Rêberê xwe bin ku sala 2014'an em bi fikir û felsefeya wî ji fermanê rizgar bûn. Em weka ciwanên Êzidî bang li her kesî dikin ku bi erk û berpirsiyartiya xwe rabin û vê tecrîdê li ser Serok Apo rakin. Ji ber ku ev 24 sal in bi milyonan kes ji Serokê xwe dûrin, her çiqas fikir û felsefeya wî di nava me de be jî, em di xwazin bi awayek fizîkî jî azad bibe. Em niha bi fikirê Rêber Apo li ser piyan e. Me fikirên wî xwe zanekiriye û em xwe perwerde jî dikin. Em di her kêliya jiyana xwe de bi fikirê Rêber Apo dijîn.”

Xwedêda balkişand ser nêzbûna rojbûna Rêberê Gelê Kurd û ev bang li saziyên meclîsa xweser kir: “Ji bo Rêber Apo divê di 4'ê Nîsanê de, dest bi çandina daran were kirin û her der weka fikrê Rêber Apo şîn bibe. Em her sal 4'ê Nîsanê rojbûna Serok Apo pîroz dikin û weke rojbûna xwe dibînin.”