'Divê komisyonek lêkolîna êrîşên kimyewî bike'

Komeleya Qurbaniyên Kimyebarana Helebce daxwaz kir hikûmeta Herêmê bi cidî li rewşa qurbaniyên çekên kimyewî bi pirse.

Îro Roja Cîhanî ya Qurbaniyên Çekên Kimyewî ne, Komeleya Qurbaniyên Kimyebarana Helebce jî bi vê wesîleyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya komeleyê ji aliyê Osman Mihemed ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de daxwaz ji hikûmeta Herêmê hat kirin li rewşa mexdurên çekên kimyewî bi pirse û barê li ser milê wan siviktir bike. Her wiha daxwaz hat kirin hikûmet budceyek taybet ji bo qurbaniyên çekên kimyewî veqetîne.

Li aliyê din Endamê Komeleya Qurbaniyên Kîmyebaranê Hikmet Fayeq derbarê karanîna çekên kimyewî ku dewleta Tirk bikartîne de got: “Me hertim li dijî karanîna çekên kimyewî ya li ser Kurdistanê de helwesta xwe nîşandaye. Her wiha me çalakiyan li dijî karanîna çekên kimyewî li darxistiye.”