'Divê kes ji bo karê sîxuriyê neyê Çiyayê Gabarê'

Fermandariya Eyaleta Gabarê ya HPG'ê diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst mirovên li derdora Çiyayê Gabarê ji bo karê sîxuriyê berê wan dide qadên gerîla û destnîşan kir ku divê kes ji bo karên sîxuriyê neyên qadên gerîla.

Fermandariya Eyaleta Gabarê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û bang li gelê herêmê yê welatparêz kir ku li dijî polîtîkayên zexel û bêexlaq ên dijmin hişyar bin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta tirk a faşîst mêtinger qirker ku li pêşberî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bê encam maye, bi rêbazên bê exlaq tevdigere. Mirovên me yên li derdora gundên Çiyayê Gabarê ji bo karê sîxuriyê bikin berê wan didin qadên gerîla.

Yên ku bi dijminê mêtinger re hevkariyê bike û karê sîxuriyê bike bêguman wê li dijî gelê Kurd sûc kiribe.

Em bang li gelê herêmê yê welatparêz dikin ku li hemberî van polîtîkayên qirêj zexel û bêexlaq hişyar bin û ji bo armancên bi vî rengî neyên qadên gerîla."