'Divê gelê Dersîmê her qadê bike çeka li dijî dewletê'

Gerîlaya YJA Starê Edessa Cejna, ku 15 salan li herêma Dersîmê gerîlatî kir, anî ziman ku nabe êdî tenê li benda gerîla bin û divê gelê Dersîmê her qada civakî veguherîne çekek li dijî dewletê.

Gerîlaya YJA Starê Edessa Cejna ji ANF'ê re axivî.

Cejna diyar kir, Dersîm xwedî mîsyonekê ye ku têkoşîna wan, paradîgmaya wan diparêze, xwedî lê derdikeve û got, "Modernîteya demokratîk sîstemeke civakî ye ku çanc, bawerî, ziman û zaravayên cuda di nav de ne. Ji vî alî ve rola Dersîmê girîng e.

Cejna destnîşan kir, ku Dersîm bi rewşa xwe ya civakî û baweriya xwe, bi berxwedana xwe ya çekdarî diyarker e û anî ziman, efsane, muzîk û zêmara Dersîmê jî amûrek xweparastinê ye.

Cejna bal kişand ser operasyonên di dema dawî de li herêma Dersîmê zêde bûne û ev nirxandin kir:

"Rastiya ku wê gerîla ne tenê li çiyê be, wê dakeve bajaran, tirs û xof xiste nava dilê dijmin. Eger dewletek hemû hêza xwe li dijî gelekî bê çek bi kar tîne, ev yek qelsî û bê exlaqiya wê dewletê nîşan dide. Çiyarger berî şehîd bikeve got, "Me bi 60 kesan, artêşa Tirk ku çaremîn artêşa herî mezin a cîhanê ye bi hemû teknîka wê ya şer têk bir. Bi 60 kesî me li dijî van şer kir û em bi ser ket'. Dijmin ji vê ditirse û yek ji cihên ku ev potansiyel herî zêde lê heye, Dersîm e. Li gorî xwe bi rêya asîmîlasyonê bêdengiyek afirandiye. Lê belê ji gelê Dersîmê ditirse."

Cejna anî ziman, kengî li Dersîmê çirûskek pê het, wê bi sedan, bi hezaran kes bidin dû û got, "Bêguman bingeha pêxistina vê çirûskê hatiye danîn. Têkoşîna hevala Sara, şerê wê yê heta roja îro, têkoşîna wê ya ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve, di nava gelê Dersîmê de potansiyelek ava kiriye."

Edessa Cejna diyar kir, ew bawer e wê jin ên ciwan, ciwan û jin di vê mijarê de potansiyela xwe bi kar bînin û got, "Dijmin ji vê ditirse. Gerîla jî di salê dawî de li Dersîmê hem ji aliyê rewşa civakî hem jî erdnîgarî, bû xwedî serweriyekê. Ev yek wê tevkariyeke mezin li şoreşê bike, ku hê jî potansiylea xwe heye. Dewlet bi vê tirsê hewl dide gel û gerîla ji hev qut bike. Hem dixwaze têkiliya têkoşîna me ya li nava gel bibire, hem jî potansiyela li Dersîmê derketiye holê bitepisîne. Ji bo vê jî di destpêkê de li çiyê êrîşan dike. Di rastiya dijmin de ya ku rola herî mezin dilîze, şerê psîkolojîk e ku li dijî gel tê meşandin. Haya gelê Dersîmê ji vê heye û wê li ser vê bingehê li dij derkeve."

Cejna ragihand, têkoşîna wan li ser du esasan tê meşandin û got, "Ya yekemîn; bi têkoşîna çekdarî re parastina xwe, çand, erdnîgarî û zimanê xwe ye. Ya duyemîn jî parastina îdeolojîk e ya jî têkoşîna îdeolojîk e."

Di dawiya axaftina xwe de gerîlaya YJA Starê Edessa Cejna got, "Her jin û ciwanên dikarin rahêjin çekê, lazim e berê xwe bidin çiyê. Li nava bajêr jî divê karibe xwe bikin pozîsyona hêzeke xurt a çekdarî. Gelê Dersîmê wê êdî xwe bi xwe bi parêze. Tenê xwegirtina li çiyê, tenê bi aliyê eşîrî parastin têrê nake. Divê xwe bigihîne pozîsyoneke welê ya hêzê, ku li mal, tax û kolanên xwe bi çeka xwe karibe xwe biparêze.

Pêwîste gelê Dersîmê li qada civakî, her cihî ji bo xwe bike çeka li dijî dewletê."