'Divê Enfal weke jenosîdê bê qebûlkirin'

Tevgera Azadî, bi wesîleya 29. salvegera komkujiya Enfalê daxuyaniyek da û xwest, Enfal weke jenosîdê bê qebûlkirin.

Di daxuyaniya Tevgera Azadî de hat gotin, "Rejîma Baas, beriya niha bi 29 salan dest bi operasyoneke rêk û pêk kir û ji Germiyan heta Barzan û Behdînanê bi pêleke hovane dest bi kuştina gelê me kir. Mirovên me bi zindî binax kirin, bi hezaran jin, zarok, extiyar, ciwan û sivîlên bê parastin kuştin.

Ya ku mirovan pê dêşîne ew e; gef û xeteriya felaketên mîna êrîşa çekên kîmyewî hê jî li ser gelê me yê Başûrê Kurdistanê heye. Mixabin, tevî ku 25 sal di ser komkujiyê re derbas bû, di 3'ê Tebaax 2014'an de, şoreşgerên duh û rêveberên roja îro, civaka me ya Êzidî di nava komkujî û qirkirineke mezin de hiştin. Di encamê de bi hezaran jinên Êzidîw eke koleyan li bazaran hatin firotin.

Mixabin, ji ber bêîradebûna rêveberiya herêmê, serdestiya dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê nîşaneya gef û komkujiyên nû ye. Ji bo têkçûna Baasî, DAIŞ û Turkîzmê, ji bo pêşî li rûdana jenosîdeke din a mîna vê bê girtin, ji bo ewlekirina destketiyan, divê hemû hêzên Kurd di rojeke bi vî rengî de bi awayekî cidî rexnedayîna xwe bidin. Divê em bi hev re tevbigerin, nirxên xwe biparêzin û van felaketên bi serê me ve hatine bi cîhanê bidin qebûlkirin. Her wiha ji bo başkirina jiyana malbatên qurbaniyan divê em bixebitin. Pêwîste sûcdarên Enfalê werin darizandin. Yekîtiya kurdan wê rê li ber komkujiyên mîna Enfalê bigire."