Dîsa bang li Emîne Şenyaşar kirin ku îfade bide

Emîne Şenyaşar ya ku ji bo xizmên xwe yên ku hatibûn qetilkirin têkoşîna dadê dide, careke dî bang bang lê kirin ku biçe îfadeya xwe bide.

Di roja 267'an a nobetê de ji ber ku bang lê kirin ku biçe Emniyeta Navçeyê ya Pirsûsê Emîne Şenyaşar nekarî were ber avahiya Edliye ya Rihayê.

Bi hinceta ku Emîne Şenyaşar di Nobeta Dadê de ''heqaret'' li berpirsên dewletê kiriye wê îfadeya wê were standin.

Beriya niha jî bi eynî hincetê îfadeya Emîne Şenyaşar hatibû standin.

Her wiha bi hinceta ku 'heqaret' li berpirsê komkujiyê wekîlê AKP'ê Ibrahîm Halîl Yildiz û Wezîrê Karê Navxwe Suleyman Soylur kiriye, li Dadgeha Cezayê Silhê yê 2'an a Rihayê doz hate vekirin.