'Dinya jî xera bibe wê AKP dijminatiyê li Kurdan bike'

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz li ber desteserkirina şaredariyên HDP'î rabû û got, "Dinya jî xera bibe AKP dijminatiyê li Kurdan dike."

Di serî de Êlih, Licê, Erxenî, Farqîn û Norşîn 8 şaredariyên HDP'î roja Duşemê ji aliyê AKP'ê ve hatin desteserkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî.

Huseyîn Kaçmaz diyar kir, polîtîkayên desteserkirinê yên desthilatdariyê dewama zîhniyeta tekperest e ku ji destpêka Komarê ve di meriyetê de ye û got, "Polîtîkayên red, tineikrin, înkar û asîmîlasyonê bêrawestan dewam dikin."

Kaçmaz got, "Dema ku mirov bala xwe didin ser dîroka Komara Tirkiyeyê ya sed salî, dibînin ku Mufettîşiyên Ûmûmî, Plana Şark Islahat, qanûnên Takrîr-î Sukûn, ragihandina Rewşa Awarte, şewitandin û valakirina 4500 gundên li Kurdistanê û kuştina 17.500 kiryarên nediyar, encama nenaskirina realîteya Kurd û polîtîkayên asîmîlasyonê ye.

Di dema desthilatdariya AKP'ê de, piştî ku sala 2015'an maseya çareseriyê hate qelibandin, bûyerên ku qewimîn nîşanî me dan ku zîhniyeta tekperest ti carî realîteya Kurd û îradeya Kurdan nas nekiriye. Di demekê de ku dinya tev li dijî vîrûsa koronayê têdikoşe û her kes ketiye pey derdê jiyana xwe, mixabin desthilatdariya AKP'ê her tişt daniye aliyekî û êrişê dibe ser gelê Kurd û îradeya wan. Dinya jî xera bibe AKP dijminatiyê li Kurdan dike."

'AKP DEMA DESTHILATDARIYA XWE DIRÊJ DIKE'

Kaçmaz bal kişand ser pakêta dadgeriyê ku desthilatdariyê girtiyên siyasî li derveyî wê hişt û got, "Diz, firoşkarên narkotîk, çete, mafya wê karibin sûdê ji paketê werbigirin; gelê Kurd, mirovên çep û sosyalîst yanî 10 hezar mûxalîf ên ku desthilatdariyê rexne dikin û serî li ber polîtîkayên desthilatdariyê natewînin wê nikaribin ji vê paketê sûdê werbigirin.

Ji ber vîrûsa koronayê li gelek deverên cîhanê rejîmên herî otorîter jî girtîgehan vala dikin, lê belê desthilatdariya AKP'ê nêzîkatiya xwe ya dijminane ya li hemberî gelê Kurd û mûxalîfan radixe pêş çavan. Ev paket li dijî hiqûqê, exlaqê û pîvana wekheviyê ya destûra bingehîn e. Li bajarên Kurdan timî destgîrkirin, operasyon û girtin hene. Ev rewş jî hewldanek AKP'ê ya ji bo dirêjkirina dema desthilatdariya xwe ye. Li vî welatî yekane partiya ku mûxalefeta civakî dike HDP ye. AKP hewl dide bi rêya neteweperestiyê xwe li ser piyan bigire, lewma êrişê dibe ser HDP'ê."

'EM Ê BI HEV RE HESAB JÊ BIPIRSIN'

Kaçmaz bi bîr xist, HDP her ku dibêje jiyana bi hev re, komara demokratîk û neteweya demokratîk dibe hedefa êrişê û got, "Ji ber vîrûsa koronayê me timî tenduristiya civakê, pêwîstiyên ji bo aboriyê anîn ziman. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên sereke em timî paradîgma û polîtîkayên nû diafirînin.

Partiya me daxwaza otorîterbûnê ya AKP'ê timî asteng dike, lewma hewl didin bi êrişan pêşî lê bigirin. Lê belê em dixwazin vê yekê ji gelên Kurd û Tirkiyeyê re bêjin; em ê di komara demokratîk, di daxwaza xwe ya neteweya demokratîk de israr bikin. Bila her kes piştrast be, em ê bi ser bikevin û bi hev re hesab jê bipirsin."