Dîmenên dorpêçkirina Tebqayê

Hêzên Sûriye ya Demokratîk bajarokê Tebqayê yê 40 kîlometreyan dûrî Reqayê ye û dikeve başûrê rojavayê wê, dorpêç kirin. Bi wêneyan va ye, dorpêçkirina Tebqayê.

Şervanên Hêzên Sûriye ya Demokratîk ên di Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo azadkirina Reqayê bi pêş ve diçin, bajarokê Tebqayê dorpêç kirin. Şervanên Hêzên Sûriye ya Demokratîk dora çeteyên DAIŞ’ê yên ku nava bajêr de asê mane girtine.

Balefirgeha Tebqayê hefteya borî ji DAIŞ’ê hatibû rizgar kirin. Tê gotin ku bendava Tebqayê ya ku bendava herî mezin a Sûriyeyê ye û navenda bajêr jî wê piştî demeke kurt werin rizgar kirin.

Dîmenên dorpêça Tebqayê ketin kadraja ANF’ê.