Dîmenê dawî yê Tebqayê: Wesayîta bombebarkirî hat rûxandin
Li derdora bajarê Tebqayê, ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dor lê girtine, şer dewam dike. Wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan, berî bigihêje hedefa xwe ji dûr ve hat teqandin.
Li derdora bajarê Tebqayê, ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dor lê girtine, şer dewam dike. Wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan, berî bigihêje hedefa xwe ji dûr ve hat teqandin.
Operasyona ji bo rizgarkirina bajar û bendava Tebqayê dest pê kir, di roja 17. de ye. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji sê aliyan ve dor li Tebqayê girtine. Şervanan ji pêr êvarê û vir ve qadek ji 6 kîlometreçargoşeyî ji çeteyan paqij krin. Li gundên Safsafah ên bakur û başûr jî, ev 36 saet in şerekî giran diqewime. Herî kêm 50 çete li vir hatin kuştin.
Şervanên Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê, di nava 36 saetên dawî de bê navber derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistin. Di nava 36 saetên dawî de herî kêm 50 çete hatin kuştin. Zêdeyî 10 êrîşên xwekujî jî bê encam hatin hiştin. 8 wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin û hejmarek ji çek û cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin.
Şerê li vê herêmê hê jî dewam dike. Gelek çekên kalaşnîkov û BKC, tevî fîşekên wan ketin destê şervanên QSD'ê.
Nûçegihanê DÎHABER'ê Nazim Daştan û xebatkarê ragihandina QSD'ê Mazlûm Dogan, di dema şopandina şerê gundên Safsafahê de bi sivikî birîndar bûn.
Di vî şerî de 2 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dan.