Dîmenê çalakiyeke YJA Starê ya li Heftanînê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê weşand ku 17'ê Hezîranê li herêma Heftanînê pêk anî û di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê weşand ku 17'ê Hezîranê li herêma Heftanînê pêk anî û di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:
"Di çarçevoya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;
Hêzên me yên YJA Starê 17'ê Hezîranê li devera Girê Dûpişk a herêma Heftanînê li dijî dagirkeran çalakiyêk kirin. Di vê çalakiyê de derbek xurt li çeperên dagirkeran hate xistin. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin, çeperêk hate rûxandin."