Dîmenê çalakiya li Xakurkê

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sabotajê weşand ku li Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker hate kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî dabû:

"Li herêma Xakurkê;

9'ê Tebaxê li qada Girê Şehîd Qehreman li hemberî dagirkerên ku derketibûn operasyonê û dixwestin bikevin çeperê 2 caran bi taktîka sabotajê çalakî hate kirin û 2 dagirker birîndar bûn. Saet di 16:00 de li dijî dagirkeran careke din bi sabotajê çalakî hate kirin û dagirkerek hate cezakirin. Di encama çalakiyan de dagirkerên ku derb xwarin bi rengekî bêencam ji operasyonê vekişiyan.

Ev çalakiyên ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin û dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn, ji bo bîranîna fermandarê me yê nemir Egîd Garzan hate kirin ku dema bi erka Fermandariya Eyaleta Xakurkê radibû di 11'ê Tebaxa 2020'î de şehîd bû."