Dîmenê çalakiya li Werxelê hate weşandin

Gerîa TV dîmenê çalakiya 10'ê Gulanê ya li Werxelê weşand, ku encamê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê ev agahî parve kiribû:

"10'ê Gulanê saet di 16.20'an de dagirkeran hewl dan li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê bi cih bibin. Hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran dan û di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkeran piştî çalakiyê qad bi balafirên şer bomberdûman kirin û êvarî jî bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine."