Dîmenê çalakiya Kanî Masî hate weşandin

Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo, dîmenê çalakiya li Kanî Masî weşand ku 6 leşkerên Tirk lê hatibûn kuştin.

Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo, dîmenê çalakiya li Kanî Masî weşand ku 6 leşkerên Tirk lê hatibûn kuştin.

Di daxuyaniya fermandariyê de wiha hatibû gotin:

"19'ê Adarê saet di 18:00 de Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo li navçeya AMediyê ya bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê, li dijî qereqola Kanî Masî ku artêşa TC a dagirker lê bû, çalakiyek kir. Yekîneyên me li kon, kozik û stargehên li nava qereqolê reşandin û di encama çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Ev çalakî ji bo bersiva li êrişa li dijî ewladên gelê me yê Êzidî yê li Şengalê hate kirin. Dewleta TC a mêtinger-faşîst heta ku êrişên xwe yên li dijî qadên sivîl ên mîna Şengalê bidomîne, yekîneyên me jî wê bersivê bidin û çalakiyên bi vî rengî yên bersivdayinê wê bidomînin."