Dîmenê çalakiya gerîla ya ji du baskan ve hate lidarxistin

Dîmenê çalakiya gerîlayên HPG'ê ya li Heftanînê hate weşandin ku ji du baskan ve li dijî artêşa Tirk a dagirker hate lidarxistin.

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya li Heftanînê weşand ku ji du baskan ve hate lidarxistin û derbên giran li dagirkeran hate xistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de; 

Li qada Keşanê ya herêma Heftanînê, di 30'ê Cotmehê de saet di 07:00 de hêzên me ji du baskan ve li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke koordîneyî ya gerîla kirin. 

Hêzên me ji du baskan ve xwe nêzî dagirkeran kirin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên nîv otomatîk li 3 çeperên dagirkeran dan. Her sê çeper tevî dagirkerên tê de hatin îmhakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi bombeyên destan û çekên ferdî ketin nava çeperên dagirkeran û li konên dagirkeran dan. Bi destpêkirina çalakiyê re dagirker ji ser gir reviyan û li derdorê belav bûn. Çepereke hawanê û hawana 60 mm'yî, çepereke BKC û çeka BKC, çepera çavdêriyê û du konên ku malzemeyên leşkerî tê de bûn bi temamî hatin îmhakirin

Baskê destpêkê yê çalakiyê çû ser 2 cenazeyên dagirkeran û çekek bombeavêj ji ser dagirkeran rakir. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî çû ser 4 cenazeyên dagirkeran û 3 çekên ferdî ji ser dagirkeran rakirin. Girê ku dagirker li ser bi cih bûbûn û çeperên li ser vî girî bi rengekî serketî hatin îmhakirin. 

Di operasyona şoreşgerî ya serketî de ku hêzên me li Heftanînê kirin; 6 çeperên dijmin tevî dagirkerên tê de hatin îmhakirin, çepereke hawanê û hawana 6 mm'yî, çepereke BKC û çekek BKC, çepereke çavdêriyê û du konên ku malzemeyên leşkerî tê de bûn hatin îmhakirin. Çekek bombeavêj û 3 çekên ferdî ji ser dagirkeran hatin rakirin. Hêzên me çûn ser 6 cenazeyên dagirkeran, lê belê hejmara zelal a dagirkerên hatin cezakirin nehate tespîtkirin. Lê belê hejmara dagirkerên hatine cezakirin hîn zêdetir e."