Dîlok: Komplo êrîşeke ku li ser hesabê sedsalî hatiye kirin

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok got, komploya navneteweyî êrîşeke welê ye ku li ser hesabê sed salî yê Rojhilata Navîn û cîhanê hatiye amadekirin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin ji ANF'ê re axivî.

Piştî Komploya Navneteweyî ya di 15’ê Sibata 1999’an Rêber Apo bi pergaleke taybet a navneteweyî li Îmraliyê dîl hate girtin. Piştre ev pergal wekî êşkenceya tecrîda mutleq a Îmraliyê hate pênasekirin. Îroj ji Rêber Apo tu agahî nayê stendin û êşkenceya tecrîda mutleq didome. Divê em vê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ya ku têkiliya wê bi Komploya Navneteweyî re heye çawa binirxînin?

Ber bi Sibata 2023’an de ez di şexsê Xalit Oral, Aynûr Artan û Selamet Menteş de hemû şehîdên “Hûn nikarin Rojê Tarî Bikin” û welatparêzê hêja heval Veysî Taş ê ku li Mêrdînê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo bedena xwe şewitand, bi rêzdarî bi bîr tînim. Veysî Taş welatparêzekî 65 salî bû. Mîna her Kurdekî welatparêz Apoyî di zindanê de ma, êş kişand û êşkence lê hate kirin. Rejîma qirker a faşîst a Tirk her cure êrîş lê kir. Lê wî ruhê xwe yê azad ê ku bi dersên Rêber Apo afirandibû, bi berxwedaniya li hemberî hemû astengiyan, parast. Di vê serdemê de ku civak di bin êrîşên dijminê faşîst ên qirker de ye, wî bi çalakiya xwe nîşan da ku ew qehremanekî gel e. Ji ber ku wî di ciwaniya xwe de têkoşîna azadiyê nas kiribû. Wî çalakiya Ferhat Kûrtayan di kûrahiya canê xwe û di her şaneya bedena xwe de hîs kir. Wî di berxwedana her ciwanên Kurd ên şehîd de nasnameya xwe dît. Wî şehîd û kesên li berxwedêr, kêlî bi kêlî jiya. Di kesayetiya xwe de bi kûrkirina wate û hestê, di tevahiya jiyana xwe de helwesta birûmet a ku ji rastiya Rêbertiyê dûrneketiye, nîşan da.

Qehremanê gel Veysî Taş (Bûbo) bi çalakiya xwe ya di 12'ê Çileyê de bedena xwe da ber agir, di rojeke sar a zivistanê de xwe kir gulokeke agir û şehîd bû. Ji bo gelê Kurd wê sala 2023’an saleke çawa be, nîşanî dost û dijminan da. Di axaftina xwe de ya ku beriya çalakiyê kir, gelê me dît ku her hevoka wî çawa tê wateya bîreke bilind, hîssîyateke xurt û rûmeta tevlêbûna nav refên şehîdan. Me hemûyan bedewî, sadebûn, hurmet û hîskirina kûr a mirovê azad a di axaftina wî de dît. Di her peyv û hevokê de heyecana çalakiya wî xuya dibû. Ew xurt bû, diyar bû ku berxwedêr e. Ew bi biryar bû û bi teqezî biryara xwe da. Dema ku ji malbata xwe re got "negirî" xuya bû ku ev çalakî wê bibe destpêka qonaxa dawî ya têkoşîneke dijwar ku divê girî tê de tunebe û were pîrozkirin. Dîsa li hemberî vê çalakiyê ez bi rêzdarî serê xwe ditewînim. Ez careke din diyar dikim ku ji bilî bilindkirina têkoşînê ya ji bo layiqî bîranîna wî û ji bo pêkanîna fermanên şehîdên me, tu rêyeke din tune. Fermana heval Veysî Taş ev e ku em pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê ku Rêbertî 24 sal in tê de ye, hilweşînin û em bi Rêbertîre bi awayekî azad bijîn. 

TECRÎD ÊŞKENCEYA LI SER HEMÛ GELÊN BERXWEDÊR E

Rêber Apo 24 sal in li girava Îmraliyê dîlgirtî ye. Rêber Apo di 15'ê Sibata 1999'an de bi operasyona Gladîoya NATO'yê dîl hatibû girtin. Pergala tecrîda mutleq a girankirî ya li Îmraliyê ku ketiye sala xwe ya 25’an, di şexsê Rêber Apo de li dijî modernîteya demokratîk, azadîxwazan, jin, ciwan û hemû gelên cîhanê yên li dijî modernîteya kapîtalîst li ber xwe didin, êşkenceyeke eşkere ye.

‘LI ÎMRALIYÊ PERGALA DARVEKIRINÊ YA LI DEMÊ BELAVBÛYÎ HEYE’

Pergala Îmraliyê, pergaleke wisa ye ku di vê pergalê de qirkirina li ser Kurdan tê kirin û têrêvebirin. Girava Îmraliyê di nava deryayan de ye, cihekî wisa ye ku ji hewayî ve ji bo jiyana mirovî û civakî re ne guncaw e. Ev hewa li ser beden, fizîk û pergala bêhnê ya mirov bandoreke kûr dike û mirov diwestîne. Ew di pozîsyona tecrîda xwezayî de ye. Ev girav girtîgeheke Bîzansê ye ku ji bo girtiyên ku hezar sal berê jî xeternak dihatin dîtin, wekî cihê sirgûn û mirinê dihat bikaranîn. Pergala ku li Îmraliyê tê sepandin, ji hiqûqa komara Tirk û dewletê wêdetir, pratîkeke taybet e. Îmrali bi qanûnên rejîmeke cuda tê birêvebirin. Hiqûqa li Îmraliyê qilifek e ji bo dîlgirtinê ye. Ji ber ku ti qanûn li wir derbas nabin. Ew laboratûwareke taybet e ku bi piranî hiqûq tê paşguhkirin û tiştên neqanûnî di bin navê hiqûqê de tê kirin. Li ser vê giravê tu xaleke qanûnî derbas nabe, tu îdiaya heq û heqîqetê pêk nayê. Li Îmraliyê pergaleke darvekirinê heye ku navê wê nehatiye diyarkirin û ev pergal li demê hatiye belavkirin. 

ÎRO HER KURDEK XWE LI ÎMRALIYÊ HÎS DIKE

Di dîrokê de berê li girtîgehên giravan dîlên taybet dihatin ragirtin. Ji bo kesên ku biryar hatiye dayîn divê ji civakê werin dûrxistin, ji ber şerê pergalê dixwestin îradeya kesan bişkînin, dişandin girtîgehên giravan. Girav parçeyên piçûk in ku ji bejahiyê hatine qutkirin, di pozîsyona îzolasyona xwezayî de ne. Ji ber vê dixwazin hîsa qutkirinê bidin kesên di giravan de tên ragirtin. Pergala ku li Îmraliyê li ser Rêber Apo hatiye sepandin di nava vê tecrîda xwezayî de tecrîdeke kûr û girankirî ye. Tecrîda li ser rêberekî civakî yê îradeya bi milyonan kesan e, xîtabî bi sed hezaran kesan dike, bi deh hezaran kes perwerde kiriye û bi wan re yeko yeko diyalog ava kiriye, dixwaze civakîbûnê di ferasetê de tune bike. Îro jî her Kurdek xwe li Îmraliyê hîs dike û ji aliyekî ve ev tê wateya biryara ku bêyî Rêbertî wê jiyan pêk neyê. Ji aliyê din ve jî dewleta Tirk a faşîst di şexsê Rêbertî de, dixwaze hemû Kurdan û Apoyiyan têxe zindanê. 

‘JI AVABÛNA WÊ Û VIR VE DI BINGEHA TCYÊ DE DIJMINATIYA LI HEMBERÎ KURDAN HEYE’

Li Îmraliyê qanûnê dijminatiyê hene, hiqûq tune. T.C li hemberî Kurdan bibêje çi jî, ji xeynî dijminatiyê tu nêzikatiyeke din nîşan nade. Ev ji pirsgirêkeke serdemê wêdetir e. Di nav TCyê de pirsgirêka hebûna civakî ya Kurdan dîrokî ye. Tirk di sedsala 11’an de hatine Mezopotamyayê lê geşkirin û wekî problem siyaseta wan a qirkirinê, bêtir di nav 200 salên dawîn de ne. Ji avabûna wê û vir ve di bingeha TC’yê de dijminatiya li hemberî Kurdan heye.

‘DEMA TC HATE AVAKIRIN GELEK NIRXÊN CIVAKÎ HATIN ÎMHAKIRIN’

Dema ku T.C ava bû aliyên Îslamî yên ku hatibûn vederkirin, bi 12’ê Îlonê re ber bi desthilatdariyê meşiyan û di salên 2000’î de ev desthilatdar bû sazî. Bi vê re jî ev bingeh piçekî guherî. Guherîna saziyî ya di TC’yê de, îro rewşa saziyên perwerdehî, tendirustî û parastinê diyar dike. Bêguman ev sazî beriya AKP’ê jî faşîst bûn, xizmeta qirkirinê dikirin. Lê îro bûye pêlîstoka desthilatdariya AKP’ê û bûne alavên basît ên rejîma AKP û MHP’ê ya mafyatîk. Ligel hemû guhertinên qismî yên sazîyî yênKomara Tirkiyeyê, aliyê ku qet neguhertiya dijminatiya li hemberî Kurdan e.TC bêstatutya Kurdan wekî rewşeke tevdîrê dibîne û wekî astengiya li pêşiya geşnebûna modernîteya demokratîk a ku Kurd di navenda wê de ne. Bi şertê ku vê taybetiya xwe ya qirkirinê biparêze, guherîneke saziyî lê hatiye kirin. Beşên îslamî jî serdema înkarê ya 60 salan a li ser xwe, wekî ku heyfa wê hilîne berevajî kiriye, rizandiye û avabûna xwe domandiye. Çawa dema TC hatiye avakirin, hemû danhevî û bîra heta wê demê hatiye tunekirin, gelek nirxên civakî hatine îmhakirin, rewşenbîrên welat hatine qetilkirin an jî di nav dewletê de hatine helandin yan jî neçar mane biçin derveyî welat, îro jî heman tişt tê jiyîn. Serdema herî nêzikî hilweşandinê, ev serdem e ku AKP hatiye sînorê pergala xwe.

‘AKP’Ê DI DIJMINATIYA LI SER KURDAN DE KÛRBÛN ÇÊKIRIYE’

Ev nûkirina sazîbûnê ya ku bi pêşengiya AKP’ê û bi hevgirtina MHP’ê re hatiye çêkirin, wekî faşîzma kesk û reş hebûna xwe kiriye bingeheke saziyî. Di dijminatiya li ser Kurdan de herî zêde AKP’ê peya ‘bira’ û ‘aştiyê’ bi kar aniye. Li gorî teoriyê tirsa komên Îslamî mirovan nîne. Ji ber ku tirsa Xwedê bi çavbirçîtiya desthilatdariyê hatiye çewisandin, bi awayekî xedarî dijminatiya li Kurdan kûrtir kirin. Ev dijminatî û bêhişmendî di hinek hesabên wan de dema ku guncav be jî xwe dide der, hinek dem bi dem derdikevin pêş, hinek jî tên tunekirin. Bêguman dijminatiya li ser Kurdan bi serê xwe ne diyardeyek e. Ger hûn dixwazin di civakekê de li hember civakek din dijminatiyê çêkin, divê hûn xetera tunekirina gelek tiştên di bîr, hebûn û azadiya gelê xwe de li ber çavan bigirin. AKP’ê geşkirina dijminatiya Kurdan, bi dijminatiya li ser hemû gelên Tirkiyeyê kûrtir kiriye û wisa domandiye. 

STRATEJIYA HERÎ BINGEHÎN A DIJMINATIYA LI SER KURDAN BI REJÎMA ÊŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ DIDOME

Gelek alî û awayên dijminatiya li ser Kurdan heye. Têgeha bingehîn jî qirkirin e. Qirkirina têgeheke stratejîk e. Stratejiya herî bingehîn a dijminatiya li ser Kurdan a îro, berdewamkirina komploya li dijî Rêbertî ya tevî rejîma êşkenceya li Îmraliyê re ye. Pergala Îmraliyê ne rewşeke lokal e ku li giravek di nava dewletê de tê sepandin. Pergala giştî ji bo giravê derbas nabe. Berevajî vê rewşê, pergal li giravê tê diyarkirin, li li gorî encamên ji vir nêzikatî li welat tê kirin. Îmrali wekî maketeke TC’yê ya ji nû ve tê avakirin, roleke xwe heye. Faşîzma AKP û MHP’ê bi operasyonên bi navê cihê, di dawiya dawîn de navekî ku nêta wê eşkere dike, lê kiriye. Polîtîkaya AKP û MHP’ê ya li dijî Kurdan pençe û şûr e. Pençe tê wateya qirkirin û tecrîdê û şûr jî dîrekt tê wateya qetlîama bi qirkirinê. Qada ku bi giranî ev operasyon lê tê kirin Îmrali ye. Modernîteya kapîtalîst Îmraliyê weke mînaka yekemîn a pergala xwe ya nû hatiye avakirin, bi kar tîne. Bi komployeke navneteweyî re dîlgirtina Rêber Apo û dema ew birin zindana girava Îmraliyê ne tenê revandinek e, mînaka êrîşeke wisa ye ku sed salên wê hatiye hesibandin. Hesabê sed salî yê Rojhilata Navîn û dinyayê hatiye kirin, plansaziya vê êrîşê wisa hatiye kirin û ev dijminatiya li hemberî mirovayetiyê ye. Îcadeke netew-dewletê ye ku armanca wê ev e di bin navê hiqûqê de polîtîkaya qirkirinê bidomîne, gelan bera ber hev bide da ku modernîteya kapîtalîst bidome. 

‘REJÎMA ÎMRALIYÊ LI SER KONSEPTA DEMOKRATÎKNEBÛNA TIRKIYEYÊ HATIYE AVAKIRIN’

Pergala Îmraliyê, pergaleke wisa ye ku polîtîkayên bingehîn ên rejîmeke wisa lê tên diyarkirin. Ew di bin kontrola Tirkiyê de tê dîtin, lê ji bilî qanûnên ku li ser hemû girtiyan li Tirkiyê derbas dibin, ji aliyê rejîmeke din ve tê birêvebirin. Di şexsê Rêbertiyê de gelê Kurd tê darizandin, di heman demê de dîroka gerdûnî  û mirovahiya gerdûnî tê darizandin. Pergala Îmraliyê tê wateya ku xwedayên netewe-dewletê di şexsê Rêber Apo de tolê ji neteweya demokratîk bistîne. Netewe-dewlet a ku pergala xwedayîbûna şaristaniyê ye, nîşana wê ya pûtbûna hişk, pergala Îmraliyê ye. Ji ber ku rejîma Îmraliyê xwe dispêre konsepta demokratîknekirina Tirkiyeyê. Dema ku em van gotinan dikin jî em nabêjin ku Tirkiye ji Îmraliyê, ji pergala îmha û tecrîdê qet ne berpirsyar. Bêguman îro TC yek ji hêza sereke ye ku vê pergalê didomîne û ew berpirsyarekî sereke ye. Lê yên ku ev pergal ava kirine, ne TC ye. Ev pergal ji aliyê DYE, Îsraîl û welatên Yekîtiya Ewropayê hatiye avakirin. 

Em di bin zexta pergaleke mîna pergala Îmraliyê de dikevin sala 25’an dîlgirtina Rêbertî. Bi vê minasebetê ez kesên ku komplo kirine lanet dikim, yên ku li ser esasê dostaniya derewîn di komployê de cih digirin jî şermezar dikim. Ez bawer im hemû aliyên ku di komployê de rola wan hene wê cezayê xwe bikişînin û ez vî tiştî girêdayî biryardariya me ya têkoşînê dibînim û vî tiştî careke din diyar dikim. Di heman demê de ez xwerexneya hevrêtiya qels didim ku pêvajoya dîlgirtinê zêde domiya û me têkoşîneke qels kir. Bêguman xwerexneya herî rast ev e ku, têkoşîna pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were pêkanîn û encam were stendin. Ez diyar dikim ku di sala 2023’an de jî em li ser biryara encamstendinê ne. 

Di 15’ê Sibata 1999’an de bi destê gelek dewletan Komploya Navneteweyî li ser Rêber Apo pêk hat. Di çarçoveya vê komployê de Rêber Apo li paytexta Kenyayê Naîrobî dîl hat girtin û bi peymanekê radestî dewleta Tirk a dagirker-qirker hate kirin. Bi 15’ê Sibata 2023’yan re em dikevin sala 24’an a Komploya Navneteweyî. 24 sal berê rewş-atmosfer çawa bû? Hûn dikarin li ser wê pêvajoyê hinekî berfireh binirxînin?

Birina Rêber Apo ya ber bi Îmraliyê ve rewşeke girtinê yan jî birineke normal nîne. Ji bo kesek karibe bê girtin, divê hebûna wî kesî li cihekî bi rengekî fermî bê qebûlkirin. Ev yek şertê destpêkê ye. Li gorî hiqûqa navneteweyî kesekî tê zanîn, kesekî tê qebûlkirin li gorî sûcekî tê girtin û ji welatê ku bi rengekî fermî hatiye qebûlkirin radestî welatê ku di fermiyetê de welatiyê wê ye, tê radestkirin. Lê belê di pêvajoya komployê de ji bo hebûna Rêber Apo li ti welatî neyê qebûlkirin, hebûna wî ji bo fermî nebe, sîstema navneteweyî kete dewrê. Li ti welatî bi rengekî fermî nehate qebûlkirin. Welatên ku xwe dan ber qebûlkirinê jî bi gef, şantaj û pêkanînên aborî ji vê meylê hatin dûrxistin.

Di 9'ê Cotmeha 1998'an de Rêber Apo ji Sûriyeyê derket. Serdema ji vê dîrokê heta 15 'ê Sibata 1999'an, serdemeke welê bû ku Rêbertî serlêdana penaberiyê li welatên Ewropayê kir, hevdîtinên dîplomatîk kir, bi gel, rewşenbîr û siyasetmedaran re nîqaş kir û pirsgirêka Kurd bi hemû rê û rêbazan ji cîhanê re vegot. Qîrîneke mezin e. Lê di dawiya vê demê de Rêbertî dîl hat girtin û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî dewleta Tirk hat kirin.

Faktora sereke ya vê revandinê sozên rayedarên Yewnanîstanê û xiyaneta li dostaniya ku li pişt vexwendnameyên plankirî ne. Wan ew vexwend û piştre mêvanê xwe radestî rêya dîlgirtinê ku ji aliyê Emerîka-Îsraîl ve hatibû plankirin kir. Dadgeha Îstînafê ya Atînayê ketina Rêbertî li sînorên Yewnanîstanê sûc nedîtibû, hebûna mafê penaberiyê qebûl kir, ku di qeydên fermî de Rêber Apo hê jî li ser sînorên dewleta Yewnanîstanê tê dîtin. Sîstema Îmraliyê rejîmeke neqanûnî ye ku tê de Rêbertî ji aliyê kesên ku zagonên serweriya cîhanê pêk tînin ve bi awayekî neqanûnî tê revandin û birin. Îmralî bi serê xwe rejîmek e. Avakirina şaristaniya navendî ye ku tu zagon nikare bigihêje wê.

Dema ku komploya navneteweyî bi têrkerî were lêkolînkirin, dikare tevahî pêkhatin û hebûna pergala hegemonîk a cîhanê eşkere bike. Rêber Apo diyar dike ku, dema ew birin Îmraliyê ji aliyê nûnerê serokê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) yê Konseya Ewropayê ve hatiye pêşwazî kirin. Mixabin mîna ku Îsa xaç kirin û dûvre ew pîroz kirin. Pêşî Ewropa bi sextekarî û komployê Rêbertî radestî dewleta Tirk kir û piştre jî nûnerên saziyê yên rayedar şandin gravê da ku pêşî li êşkenceyê bigirin.

Paşxaneya wê ya dîrokî di têkilî û peymanên veşartî de ye ku Îsraîl û Tirkiyeyê ji salên 1950’î ve pêş xistine. Di sala 1996 'an de bi peymanên bi navê têkoşîna li dijî terorê re di navbera Emerîka, Îsraîl û Komara Tirkiyeyê de tifaqeke dijî PKK'ê ava bû û li pişt vê axaftinê zemîna rewakirina her şêwe êrîşên li dijî gelên herêmê hat amadekirin. Bê guman, zextên siyasî yên Emerîkayê û zextên leşkerî yên Komara Tirkiyeyê ya li dijî dewleta Sûriyeyê bandorên sereke yên pêşketina pêvajoyê ne. Faktoreke din a girîng jî rola hevkarparêziya Kurdan e. Rêveberiya Federe ya Kurd ku di sala 1992’an de hat avakirin, têkiliya wê bi Tirkiyeyê re li ser esasê dijminatiya PKK’ê ava bû û dema ku dem hat wê bi rola xwe ya xiyanetê bilîze. Van hemûyan nîşan da ku li Rojhilata Navîn lihevkirinek li dijî Rêbertiyê, li dijî PKK’ê pêk tê.

Rêber Apo ku dîrok û kêlî bi girtina ruhê demê di lûtkeyê de dixwend, van geşedanan dişopand û şîrove dikir. Gotina wî ya bi berdewamî ya "Çûna çiyayan hesreta min a 40 salan bû" di her milîtanekî PKK'ê de êşek çêkir. Hem girîngî û wateya rexnedayînê tîne bîra mirov, ku li çiyayan bûyîn hişt bibe sedem her tişt berçavan re bê derbas kirin û heman demê de yekparebûna ruhî ya kûr a hevdîtina di heman daxwazê de bi Rêbertî re dide jiyîn. Dema ku Rêbertî hevrêyên perwerde kiriye dişîne welat, ji mêzekirina wî, axaftina wî û hembêzkirina wî, mirov wê bêrîkirinê û armancê bi awayek kûr dibîne. Ligel van hemûyan jî, derketina çiyê wê çi bi xwe re bîne, berçavan derbas dike. Beriya her tiştî dizane ku qada ku biçê wê rastî êrîşan bê û bandor li xebatên qadê bike. Ya duyemîn jî ew e ku xebatên perwerdehiyê bêtir pêşîn û pêwîst in. Ya rastî, bi kurtasî Rêbertî dev ji hest û daxwazên xwe berdaye. Rewşên siyasî yên ku ji ber hebûna Rêbertî li Sûriyê pêş ketine, rewşa dewleta Sûriyê û nêzîkatiya wê ya ne stratejîk, rastiya ku hêza wê tenê têra vê dike, gefên êrîşê Îsraîlê her çendî bijardeya derketina çiya ne pratîkî be jî, ferz kir ku ji Sûriyê derkeve. Di demek wisa de ku vebijêrk werin nirxandin de, welatê Yewnan ê xwedî derfet e ku bi dîrok, çand û gelê xwe re têkiliyên dostane bi pêş bixe, balê dikişîne.

'RÊBERTÎ LI SER VEXWENDINA FERMÎ YA HIN RAYEDARÊN DEWLETA YEWNANÎSTANÊ DIÇE YEWNANÎSTANÊ’ 

Di vê serdemê de Rêbertî bi vexwendina fermî ya hin rayedarên dewleta Yewnanîstanê diçe Yewnanîstanê. Yewnanîstan ne planker e, yekane berpirsyar e, lê ne berpirsyarê herî mezine, lê rola herî qirêj, derew û durû ya komploya navneteweyî dewleta Yewnanîstanê girtiye ser xwe. Bêguman avakerên plana komploya navneteweyî welatên hegemonîk in, bi taybetî jî Îsraîl, Yekîtiya Ewropa û Emerîka ye. Rêber Apo rola welatên wekî Yewnanîstan, Sûriye û Tirkiyeyê weke karên burokratîk pênase dike. Berpirsiyariya van welatan rêza duyemîne û pratîkirinê wêdetir naçin. Yi rastî rola dewleta Tirk ji pratîkirinê zêdetir bi gardiyaniyê ve sînordar e. Piştî 3 mehan li Moskowayê Rêbertiya me di 2 'ê Sibata 1999'an de bi balafireke ji Yewnanîstanê anîn Kenya-Naîrobî û di 15'ê Sibata 1999'an de di encama zexta rayedarên Yewnan de ji Konsolosxaneya Yewnanîstanê hat derxistin, li balafirgehê hat revandin û birin Komara Tirkiyeyê.

ÎMRALÎ CIHÊ KU QIRKIRINA KURDAN LÊ HATIYE PLANKIRIN Û AVA KIRIN E

Rêber Apo gelek caran diyar dike ku girtîgeha Îmraliyê di warê têgihiştina diyarde û pirsgirêka Kurd û avakirina derfetên çareseriyê de veguheriye navenda têkoşîna heqîqetê. Çavkaniya vê yekê ew e ku dijminatiya kurdan li Îmraliyê di asta herî jor de ye. Ne ji biçûkbûn û tengbûna cih û hejmara kêm a kesên ku pê re di têkiliyê de ne. Sîstema Îmraliyê cihê ku qirkirina Kurdan kêlî bi kêlî lê tê plankirin û ava kirin e, li ser vê bingehê polîtîka tên hilberandin û li gorî asta karîgeriyê tên sererastkirin û nûkirin. Îmralî ne tenê cihê mirin û kuştinê ye. Navenda qirkirin û qetilkirina civakê ye. Rêber Apo ev rewş bi vî rengî anî ziman: "Li vir mirin nîne, li vir kuştin heye." Ji ber ku her tişt û her kêlî siyasî ye, di çembera qirkirinê de ye.

'KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ DI DÎROKA KURDISTANÊ DE WEKE ÊRÎŞA HERÎ MEZIN A QIRKIRINÊ DERBASÎ DÎROKÊ BÛ’

Girtîgeha Îmraliyê xeleka dawî ya berdewamiya sîstema qirkirinê ya li Kurdistanê ye. Komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertiya me hate pêşxistin, di dîroka Kurdistanê de weke êrîşa herî mezin a qirkirinê derbasî dîrokê bû. Rêber Apo ji zarokatiya xwe ve bi pirsgirêka azadiyê mijûl bûye. Di vê têkoşînê de pirsgirêka azadiya Kurd û civakbûna Kurd teşe girt. Di çaryeka yekemîn a sedsala 19’an de bêstatubûna Kurdan li Rojhilata Navîn bi hegemonyaya navneteweyî re hate cemidandin û xistin bin kontrola dewleta netewe. Tevî ku Kurd bi komkujiyên nîv sedsalê di bin êrîşên qirkirinê de hatin tinekirin jî, hatin asîmîlekirin û veguherandin madeya xam a hebûna Tirkan.

Avakirina Tirkbûnê bi qirkirina hemû gelên li Anatolya û Mezopotamyayê, di dîroka komara Tirkiyê de bûye bûyerek ji rêzê. Di serdema 50 salî de heta salên 70’î ku Rêbertî derket holê, Kurdan gelek windahî dan. Di şexsê çend nifşên windabûyî de nirxên kurdewarî, civakîbûn û ruhê kurdewarî hatin tune kirin. Di destpêkê de Rêber Apo li dijî vê yekê derket. Bi tesbîta ‘Kurdistan mêtingere’ derbeyek mezin li hêzên hegemonyaya navneteweyî û rejîma qirker a dagirker a Tirk da. Di encamê de di çaryeka dawî ya heman sedsalê de Rêbertî, çarenûsa bêstatubûna Kurdan ku ji aliyê hêzên hegemonyayê ve hatibû diyar kirin, şikand. Sîstema Êşkenceya Îmraliyê ya ku mîna xezeba xwedayan bi komployeke navneteweyî li ser Rêbertî hat barandin, navê berteka li hemberî vê çalakiya azadiyê ye.

Armanca Komploya Navneteweyî çibû? Bi komployê çi hate armanckirin? Rêber Apo bersivek çawa da Komploya Navneteweyî? Bersiva ku Rêbe Apo dayî, li welat û cîhanê belav bû?

Rêber Apo dema dîlgirtina xwe ya bi komployê vedibêje diyar dike ku ew adeta keliya ku Cihûyan li trênan siwar dikirin ku dibirin odeyên qirkirinê jiyaye. Ji xwe hesta ku Rêbertî dijî, hizrên wî tişa ku gelê Kurd dijî ye. Hegemonyaya modernîteya kapîtalîst a cîhanê bi komploya navneteweyî re plan kir ku Gelê Kurd bi windahiyeke mezin bikeve sedsala 21’an û xeyalên wan têk biçe.

Gotinên demokrasiya sexte yên Ewropayê jî berdewam e. Yekitiya Ewropa û Emerîka hem komploya li ser Rêbertî pêk aniye, hem jî ji bo Rêbertî neye bidarvekirin Tirkiyeyê îqna kirin. Bêgûman armanca vê ne rewşeke wîjdanî ye. Hizra ne kuştin, lê sûd wergirtinê di nav hesabên cemidî yên Ewropayê de ye. Di heman demê de di hemû temenê de belav bûye û ji bo tunekirinê hatiye plankirin.

Piştî ku Rêbertî dîl hat girtin, êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdan û PKK’ê bi rengekî herî hovane berdewam kirin. Pêvajoya tasfiye û îmhayê ku di dema AKP’ê de di bin navê pêvajoya çareseriyê de pêş ket, ji van êrîşên qirkirinê yên herî sexte, qirêj û durû ye. Di rastiya xwe de di vê pêvajoyê de operasyona rûxandinê di dewrê de ye, lê di bin navê pêvajoya çareseriyê de sextekarî hene. Aliyekî vê pêvajoyê ku bi pêşengiya APK’ê pêk hat, berhema mejiyê Ewropayê ye, lê aliyê din jî pêkanîneke ku li gorî cewhera AKP’ê ya çavbirçî û olperest e. Em bandorên herî xirap ên Îslamê di şexsê AKP û DAÎŞ’ê de dibînin. Ya herî hêsan, ji bo derewên ku tên gotin destûra ku ji bilî Xwedê hesap ji kesekî din re nayê dayîn, kirine dewrê. AKP’ê vê destûrê ji bo leşkerên di bin kontrola xwe de weke “Bikujin, hûnê hesabê nedin tu kesê” pêk aniye. ‘Dîlgirtina Rêbertî ya bi rêyên neqanûnî mînaka herî mezin a tehlîlkirina rastiya netew dewletê ye’ Rêber Apo di pêvajoya 3 mehan a li ser xeta Atîna-Moskowa-Romayê de hemû zirh û maskeyên modernîteya kapîtalîst avêt û rûyê wan yê herî rast dît. Hesebên cemidî bi awayekî eşkere tam li ber wî ne. Welatên ku weke dergûşa demokrasiyê tên hesibandin xiyanet li dostaniyê kirin, welatên ku Rêbertî weke mêvan hat qebûlkirin bi gefan jê vegerandin, her wiha neheqiyên ku hatin kirin û dîlgirtina neqanûnî ya Rêbertî mînaka herî tunda a tehlîlkirina rastiya netewe dewletê ye.

Rêber Apo dema qala pêvajoya komploya navnteweyî dike wiha dibêje: “Eger ev bûyer nebûya min ne dikarî van dahûrandinan bikim, yan ez ê di nav netewe-dewleteke netewperest-kevnar de asê mabam, yan jî çarenûsa min weke bi sedan mînakên berê tevgereke çep a klasîk bûba. Ez neaxatina teqez weke rêgeza zanista civakî her tim li ber çavan digirim. Lê ez bi aweyekî xurt hîs dikim ku ez ê negîhim hêza çareseriya niha.
Mebesta min ev e: Eşkere ye ku heta sîstema sêrbaziyê ya li pişt xanima nûnerê Konseya Ewropa ya 70 salî ku ez li Girtîgeha Îmraliyê pêşwazî kirim ango modernîteya kapîtalîst analîz nekim, ez ê nekaribim çarenûsa xwe rast çareser bikim. “

TIRKIYE DI SÎSTEMA CÎHANÊ DE ROLA KU JÊ RE HATIYE DAYIN DILÎZE

Darizandina di pêvajoya Îmraliyê de li ser navê sîstema netew dewleta  Ewropayê vê li Tirkiyeyê hate kirin. Lewma zîhniyeta ku Rêber Apo bi komployeke dîl girt û zihniyeta ku darizand, heman zihniyet e. Ev rewş diyar dike ku sîstema bi navê hiqûqê çiqas ji heqîqetê dûr ketiye. Welatên Ewropa qanûnên xwe û qanûnên YE’ê binpê kirin û bi komployekî navneteweyî Rêbertî dîl girtin. Tirkiye jî bi heman awayî qanûnên xwe binpê kir, hemû mînakên hiqûq û qanûnê pûç kir û tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî didomîne. Tirkiye di sîstema cîhanê de rola ku jê re hatiye dayîn dilîze. Ji bo ku Rêbertî ji derveyî hiqûqê bigirin, her tim polîtîkayan diafirînin. Ji bo ku Rêbertî nebe parçeyek ji qanûneke hiqûqî her tim polîtîkayan diafirînin. Di demên dawî de di bin navê cezayên dîsîplînê de tecrîda mutleq didomîne û darizandina adil a Rêbertiyê bi awayekî mutleq ji holê rake. Ji ber ku îhtîmala darizandinê tê wateya ku  Rêbertiya me careke din sîstema modernîteya kapîtalîst û notirvanên wê bidarizîne. Careke din eşkerekirina sîstema qirkirinê ye. Eger yên ku careke din bidarizînin wê bi xwe werin darizandin, ev yek sûcên wan eşekere dike. 

Rêbertî berê xwe daye hincet û rastiya hebûna netew dewletan û bi dahûrandinê re rûxandina netewe dewletê îlan kiriye. 
Weke ku min li vê derê îfade kir, guhertina paradîgmaya ku Rêbertî di pêvajoya Îmraliyê de pêş xist, analîzkirina hemû aliyên modernîteya kapîtalîst, beriya her tiştî analîzkirina cendirmeya netew dewletê ye û te wateya ku ji dîrokê werin avêtin. Dema ku netew dewletan Rêbertî dîl girtin û xistin girtîgehê, Rêbertî ne tenê yek an jî çend netew dewletan, hemû hincet û rastiya hebûna netew dewletan analîz kiriye û rûxandina netew dewletê îlan kir. Fikra paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê û neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk îlan kirina têkçûna zihniyeta ku Îmraliyê afirandiye, modernîteya kapîtalîst e. 

Rêbertî paradîgmaya demokratîk, azadîxwaziya jinê û ekolojîk bi parêznameyên ku pêşkeşî dadgehan kir ku di nava sîstema êşkenceya Îmraliyê de weke lîstika hiqûqê hatiye çêkirin, datîne holê û darizandinê berovajî dike. Rêber Apo bi pirtûkên xwe yên, Parastina Mirovên Azad, Ji Dewleta Rahip a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk, Parêznameya Rihayê, Parastina Gelekî û herî dawî Manîfestiya Şaristaniya Demokratîk ku ji 5 cîldan pêk tê, kûrahiya hizrî, veguherîn û sadebûnê ku di pêvajoya Îmraliyê de jiyaye derxist holê û pêşkeşî hemû mirovahiyê kir. Em di van parêznameyan de, kokên dîrokî ya paradîgmaya demokratîk, azadîxwaziya jinê û ekolojîk, qada wê ya jiyankirinê û hêza wê ya dîroka civakî dibînin. Dema ku ji gerdûn, cîhan û mirovan re bergeheke nû pêş dixe, ne tevahî girêdayî ya heyî bûye ne jî bi tevahî ji ya heyî qut bûye. Gerdûnîbûna paradîgmaya Rêbertî jî ji ber vê ye.” 

‘EV ŞOREŞA HIŞMENDIYÊ GAVA ŞOREŞÎ YA HERÎ MEZIN BÛ KU KURDÎTÎ PÊ KET NAVA MIROVAHIYA AZAD A CÎHANÊ

Bi dîtîn û vegotinên dîrokî ku bi parastinên xwe derxistin holê, hem hişmendiya dîrokê çêkir hem jî fikireke hebûnê ya kûr bi kesê/a Kurd re ava kir. Mirov dikare bibêje ku bi vî awayî derbeke mezin li pergala Îmraliyê hat xistin. Li zindana Îmraliyê ku ji bo temamkirina qirkirina Kurdan hat avakirin, Rêber Apo, bi rastiya dîrok û civak, mirov, Kurd û Kurdistanê ku bi parastinan danî holê, çembera qirkeriyê şikand. Bi danîna holê ya nehişmendbûna Kurdan a li hemberî dîroka xwe, çanda Mezopotamyayê ya qedîm ku ji navendîbûna Ewropayê derbas dike, dîroka civakên Aryen,  bi danîna holê ya rastiya ku ev gavên destpêkê yên civakîbûnê ne, baweriyeke xurt a bi xwe bi Kurdan re ava kir. A ku nayê hesabkirin, wek ya dawîn jî nayê dîtin, zanî ku ew ne yê dawîn lê yekemîn e. Yê destpêkê, cewher e. Lê bi êrîşên giran nehatiye hesabkirin, bi qasê ku nebe a dawîn hat qetilkirin. Bi vê hişmendiyê bi kesê/a Kurd sînerjiyeke xurt çêkir û arasteyê veguherîna hişmendiyê kir. Li dijî neteweperestiya prîmîtîv, netewedewletparêz divê Kurdîtî çawa be, ders da. Çimkî tiştên bi vî navî wek Kurdîtî dihatin pêşkêşkirin, wek teqlîdekê xerab ê serdestan bûn û jê bi wê de nîn bûn. Ev şoreşa hişmendiyê, gava şoreşî ya herî mezin bû ku Kurdîtî pê ket nav mirovahiya azad a cîhanê.  Rêber Apo bi vê şoreşê bar li milên Kurdan jî kir. Ji bo birêvebirina têkoşîneke layiqê vê dîrokê, rojanekirina vê dîrokê û dewamkirina li veguherîna Kurdan, avakirina Kurdîtiya azad, divê mirov teqez têbikoşiya, pênaseyên ji bo Kurdîtiyê yên modernîteya kapîtalîst xera bikirana/ têk bibirana. Îro pênaseya herî bi maske ya ji bo Kurdîtiyê ya dewletên netewe yên serdest û hevkarên xwecihî jî, ya herî durû jî pênaseyên xerab ji bo Kurdan dikin. Yek jê jî nikare pênaseya Kurdên azad bike. Bi van pênaseyan jin û mêrên Kurdan azad nabin, lê di nav çembera qirkirinê de ber bi cihê koleyê kole ve tên dehfdan, her diçe dikin wek tiştekê sosret, ji xwebûnê derdixin. Rêber Apo bi paradîgmayên xwe bi avakirina jin û mêrên Kurd ên azad, hevjiyana azad bi gavên bingehîn ên azadiyî kiriye ku Kurd di dîrokê de cara yekemîn ewqas berz û bilind bibin. Îro li ser esasê Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn, gavên jiyana bi feraseta neteweya demokratîk bi hemû gelên Rojhilata Navîn re tên avêtin. Bi gavên dostaniyê ku di navbera Kurd û Ereban de hatine avêtin, bingeha herî xurt a netewebûna demokratîk a Rojhilata Navîn ava dibe. Geşbûna tifaqa Kurd-Ereban ji wê boneyê giring e, lewma modernîteya kapîtalîst li ber radibe, dixwaze vê rewşê xera bike. Mirov dikare bi vî çavî li geşedanên rojane û komplo û êrîşên bi ser tifaqa Kurd û Ereban binihêre.

‘GEL BI RASTIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK GELEKÎ KELECANÎ BÛYE’ 

Bi pêşengiya gelên hêzê ji doktrîna Rêber Apo digirin, îro gavên konfederalîzma demokratîk a cîhanê tên avêtin. Beriya ku Rêber Apo dîl bê girtin jî xeynî gelên Rojhilata Navîn jî kes tev li têkoşîna me dibûn, lê piştî guherîna paradîgmayê kem bê jî bi gihîştina mirovahiyê ya fikirên Rêber Apo, sînerjiyeke mezin derket holê. Gel bi taybetî bi rastiya neteweya demokratîk gelek kelecanî bûne. Îro ku Kurdan bi gelên Emerîkaya Latîn re dostaniyeke baş daniye, bi saya paradîgmaya Rêbertiyê ye. Ji Arjantîn, Spanya, Emerîka, Elmanya, Îngilistan ya jî Fransayê ku şoreşger tev li nava refên têkoşînê dibin, Kurdan nas dikin, hînê zimanê Kurdî dibin, dixwazin ziman û çandên Rojhilata Navîn nas bikin, li welatên xwe behsa me dikin. Ev nîşaneya wê yekê ye ku em di pêvajoya geşbûnê de ne. 

Kurdîtî, yekem car ji aliyê gelên cîhanê ve ewqas hatiye qebûlkirin, xwedî lê tê derketin û bûye rastiyek ku jê tê hezkirin. Şoreşgerên ji gelên din bi naskirina Kurdan bi Rêbertiyê, wan û xwe baştir nas dikin û gava digihîjin heqîqeta bûyîna parçeyekê mirovahiya azad a cîhanê jî kûrahiyeke wateyê ya mezin dijîn. Ev tev destkeftiyên mirovahiya cîhanê ne. Ruhê azadiyê û wate bi her ziman û dilî digihîje hemû mirovahiya cîhanê. Rêber Apo bi her ziman û rengî li her welatî dijî. Bi vê heqîqetê, mirov, civaka ku pê ve girêdayî ne hem berz û bilind dike, hem jî Rêbertî, paradîgma û têkoşîna me gur û geş dibe. Bêyî guman ya rast ew e ku divê mirov qîma xwe bi van geşedanan neyne, geşedanên ku Rêber Apo ava kirine, arasteyê rakirina ji holê ya qirkirina Kurd û avakirina kesê/a azad û civakê bike.

‘HÊMANA HERÎ GIRÎNG KU FIKRÊN RÊBERTÎ LI DINYAYÊ DENG VEDIDIN EW E KU PARADÎGMAYA ME BI AZADÎXWAZIYA JINÊ YE’

Helbet hêmana herî giring ku fikirên Rêbertiyê li dinyayê deng didin ew e ku paradîgmaya me bi azadixwaziya jinan e. Bi paradîgmaya bi azadîxwaziya jinan, bi jinên Kurd re hişmendiyeke xurt a hebûn û azadiyê ava bû. Hişmendbûna jinên Kurd û geşkirina têkoşîna ji bo azadiyê, kirina pêşengtiyê ji vê têkoşînê re, di vê maneyê de gihîştina hev bi Rêbertiyê re jî bi vê sayê bû. Rêber Apo, gava li Îmraliyê dîl hat girtin, ji bo têkoşîna azadiyê ya jînan got: “Projeya min a ku nîvco ma.“ 

Lê bi dahûranên xwe yên hevjiyana azad ku danîn holê, bi pênaseya ‘jineoloj’iyê ji bo temamkirina projeyê hêzeke zêde û fersend jî dan me. Hebûna Rêbertiya me ji bo me egera herî mezin a jiyanê ye. Çimkî Rêber Apo, ji jinan bêhtir û li ser esasekê azadîxwaztir difikire û li wê gorê gavên xwe diavêje. Parastinên Rêber Apo ku li Îmraliyê nivîsîne, bi dîtineke azadîxwaziya jinan hûnandî ye, bi ruh, hest û nazikahiya jinan bi dîrokê de ketiye. Ev hem ji bo jinan cihê rûmetê ye û pê re jî bûye egereke têkoşîna bi hev re. Pênaseya ji bo jiyana azad, tespîtên ku kirine û pêşbîniyên ji bo pêşerojê di heman demê de zemîna hişmendiya têkoşînê ava bûye. Rewş ji bo jinên cîhanê jî heman e. Lewma jinên cîhanê jî Rêber Apo wek Rêber qebûl dikin, ev mînakek ku qewî nehatiye dîtin.

Sala 2023’yan çawa li Komploya Navneteweyî tê dewamkirin? Di vê barê de Komploya Navneteweyî çawa xwe rojane dike? Rê û rêbazên xwe çi ne? Van disipêre kû? Têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî li kîjan astê ye? Divê mirov çawa geşeyê bi vê têkoşînê bide? 

Tevî hemû destkeftiyan, em yek bi yek wek takekes, gel û tevger di bin êşkenceyekê de ne ku dikeve sa 25’emîn. Em Kurd, takekesên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê her yek ji me rû bi rûyê rejîma êşkence û zext û pêkutiyan e. Her êrîşa li ser Rêbertiya me, tecrîd û danekirin li me tê kirin. 

Bi têkoşîna Rêbertiya me, pergala Îmraliyê ji zû de hatiye pûçkirin. Şerê mezin ku li Îmraliyê tê kirin, li hemû welêt û cîhanê belav bûye. Modernîteya kapîtalîst rêbazên ku di pergala Îmraliyê de ceribandine, di serî de gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê, li hemû mirovahiyê ferz dike. Her ku pergala Îmraliyê tê pûçkirin, pergala modernîteya kapîtalîst jî ji bo jiyandina xwe gavan diavêje. 

Yên ku pergala Îmraliyê ava kirine, di serî de welatên Yekîtiya Ewropayê û Emerîka ne ku lewma îro pêvajoya Îmraliyê herî pir wan eleqedar dike. Mînaka herî dawîn ku bi CPT’yê şênber bû, gava şertên hiqûqê yên asayî bên karîgerkirin, wê bê maneya skandalê û îcabê lêkolîneke navneteweyî ya jidil û derxistina holê ya berpirsyariyê bike.

Çimkî daxuyaniyên civak pê bixape hatine dayîn. Gotiye ku çûye giravê, vekolîna rewşê kiriye û ew ê piştî çend mehan raporê eşkere bike û bi hêvî bi civakê re çêkiriye, ji bo boneyê jî kişandina ji paş re ya têkoşîna li dijî tecrîdê û bêbandorkirina wê ji xwe re kiriye armanc. Bi gelek gotinên nezelal û demagojiyê, xelk hatine xapandin. Armanceke siyasî ya wek aramkirina rewşa bi rageşî heye ya na em nizanin lê bi vî awayî derket holê ku hewil daye. Dîsa eşkere nebû ku bi Rêbertiyê û girtiyên din ên li giravê re hevdîtin bûye ya na. Bi spekulasyonên di vî warî de hatin çêkirin, rê li ber fêmkirina rastiya têkildarê mijarê hat girtin, ser rastiyê hat girtin. CPT’yê ev hemû pirs nebersivandin û bi polîtîkayên tecrîdê aliyê heman cihî girt. CPT’yê bi vê helwesta xwe ket hatiye wê rewşê ku xizmetê ji polîtîkayên modernîteya kapîtalîst û rejîma faşîst a qirker re bike.

Zext û tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiyê berdewam e. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi belavkirina hin gotinan dikeve wê hewilê ku têkoşîn û hestyariya gelê me ya ji bo Rêbertiyê bike mijara siyasetê. Bi van mînakan nabe ku mirov nirxandinên hiqûqî bike. Ji ber ku rewşa heyî ji hiqûqê pir bi wê de ye. Tiştê tê kirin ew e ku bi rêya xerabkirina şertên jiyanê di pevajoya dîlîtiyê de, li komploya berpêyî Rêbertiyê bê dewamkirin. 

Ji zû de ye ku Rêbertî di zindanê de ye. Dîlîtiya bi 24 salan a Rêberê gelekî, li gor pîvanên asayî yên mirov, bi bedêlê bi milyonan salan e. Her wiha bi şertên tenduristiyê yên Rêbertiyê, rewşên cuda yên ji ber temenê ku kiriye û pirsgirêkên tenduristiyê, em ji rewşa tenduristiyê ya Rêbertiyê bi fikar in. 

Komploya navneteweyî, bi polîtîkayên rojane-ji nişkan ve, leyîstiken hiqûqê, êrîş û spekulasyonan berdewam e. Haya Kurdan ji van êrîşan heye. Modernîteya kapîtalîst, civakê bi exlaqî ji paş re dihêle. Lê hişmendiya dîrokî ya gelan jî bi temamî tune nebûye. Çalakiya welatparêzê hêja Veysî Taş, nîşaneya vê yekê ye. Bê guman gelê me ne bi tenê bi danîna konê sersaxiyê lê wê bi çalakiyan bersivê bide. Wesiyeta heval Veysî jî li ser vî esasî ye. Li ber çavan e ku tehemula gelê Kurd nemaye. Komplo û tecrîd li ser Rêbertiyê berdewam in. Wek ku em ji berê de dibêjin, tecrîd li ser Tevgera me ya Azadiyê ye. Armanca bi hemû êrîşên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, operasyonên dagirkirinê, girankirina tecrîdê li ser qadan e, bi xistina derbeyê û xistina texilê li berdewamiya leşkerî û rêxistinî ya têkoşînê, qedandina wê ye. Di danîna holê ya van armancan de rolê herî pir yê PDK’ê ye. Êrîşên PDK’ê yên li Xelîfanê, şehîdkirina hevalên me yên gerîla li ser rêya xeta derbasbûnê, revandina cenazeyên wan, nedayîna agahiyan û çêkirina xumamiyê, nîşaneya asta xiyaneta wê ye. Di pêvajoyeke wiha de ku çarenûsa Kurdan bi konfederalîzma demokratîk geş dibe, PDK’ê rolê ‘kuna reş’ girtiye ser xwe. Bê guman wê dîrok û gelê me xiyaneta PDK’ê efû nekin û bersiva pêwîst bidin. Tecrîd li ser qadên me yên leşkerî jî tê pêkanîn. Hewila pêkanîna tecrîdê di nav tevgera me û gel de jî tê dayîn. Helbet wê dijmin negihîje van armancên xwe, çimkî wek ku gelê me vê dirûşmeyê berz dike: “PKK gel e, gel li her derê ye.“ Ên ku îdiaya wan a ji bo azadiyê xurt be, wê bizanin ku bi rêbazên cur bi cur heq ji van hemû pêkanînên dijmin werin der û li têkoşînê dewam bikin. 

‘XUYA YE KU WÊ ÎSAL ÇALAKÎ ZÊDE BIBIN Û MIROV XWE BIDE SER WERGIRTINA ENCAMÊ’

Têkoşîna li dijî komployê berdewam e, hestyarî heta tu bibêjî heye, daxwazên gel jî nîşaneya vê ne. Lê li ber çavan e ku ev hemû tişt dîsa têrê pêkanîna azadiya bi fîzîkî ya Rêbertiyê nakin. Bi pêşengiya hevrê Sara û Rûken di warê leşkerî de ber li çalakiyên xurttir û bibandor hat vekirin. Her wiha ji Înîsiyatîfa Zarokên Agir bigire ta bi yekîneyên xwecihî yên YPS’ê, ji mîlîsên HBDH’ê heta bi ciwanên bi tena serê xwe dibin rêxistin, gelek derdor ji Kurdistanê ta bi Tirkiyeyê çalakiyan li dar dixin û tê zanîn ku bandora van çalakiyan giring e. Mirov dibîne ku wê ev çalakî ji serê sala 2023’yan û pê ve bi lez û bez zêde bibin û wê mirov xwe bidin ser wergirtina encamê. 

Şehîd Veysî Taş, bi çalakiya xwe rêya ku da ber me û tiştê ji me re got diyar in. Bi derxistina lûtkeyê ya kirin û çalakiyan şikandina vîna desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, derxistina holê ya rûyê rast ê vê desthilatdariyê û bibinxistina faşîzmê, armanca yekane ye. Çalakiya Veysî Taş talîmatek e. Bi tenê kesek be jî hêza çalakiyê ya civaka me ya welatparêz derdixe holê. Talîmatek e ku her kesê ji xeynê rêya jiyanê ya bi Rêbertiyê re tu rêyeke xwe nîn e, bibihîze û tiştê bikeve ser mil bike. 

Divê kirin û çalakî hêj bêhtir bi girseyî û bi bandor bibin da ku derbeyên li Zap, Avaşîn û Metînayê li desthilatdariya AKP-MHP’ê hatine xistin, pê temam bibin ku faşîzm bi hemû paşverûtiyên xwe bê hilweşandin û dawî li rizîbûnê bê anîn, mirov vê desthilatdariya qirêj biavêje ser sergoyê dîrokê.  Ji çalakiyên wiha re ruhê yekîtiyê, cehd û mirovên azad divên. Cehd û azadî jî bi perwerdehiyê dest pê dibin. Bi xwedî derketina li hemû qadên têkoşînê dibe. Bi azadkirina xwe, xwedî derketina li ax, mirov û nirxên welat dibe.  Di her kêlî û warê jiyanê de, bi temsîlkirina nirxên welatparêziyê bi awayekê rast, dibe ku mimkûn bibe.  

Ji bo ciwanên me ne çalak bin tu operasyoneke şerê taybet ku dijmin nekiribe nemaye. Di serî de zêdekirina kurmê tiryakê, hêsankirina firotina wê, tacîz û tecawiza leşker û polîs û wd. a li hemberî jinên ciwan li bajarên Kurdistanê, bi gelek êrîşan şikandina vîna ciwanan tê armanckirin. Çimkî bi van her du rewşan jî vîna mirov dişike û mirov dibe kole û ji azadiyê bi dûr dikeve. Lewma di serî de li dijî pêkanînên şerê taybet divê mirov çalakiyên xurt û bi bandor li dar bixe, bi afirandina vîna azad bi ciwanan re, mirov dikare çalakiyê li dar bixe û bîne rewşê ku bikarin biryara xistina derbeyê li dijmin bidin. 

Mirov li benda dewletê ya jî saziyên dewletê bimîne da ku di rewşên wiha de pirsgirêkan çareser bike û sûcdaran ceza bike, mirov mexdûrê herî xerab ê van êrîşan e. Jixwe dijmin wan van êrîşan organîze dike, wê çawa yên ku van tiştan dikin ceza bike. Hêvîkirina vê, şaşiyeke mezin e. Nabe ku mirov hêviya namûsê ji tecawizkar bike, bi vê hêviyê mirov ber li tecawizên din vedike û wî zemînî ava dike.  Ketina vê rewşê ji bo civakekê, bipaşveçûna exlaqî ye. Gelê me divê di rewşên wiha de rêxistinkirî be û tidarekên xwe bike û tiştê divê bike. 

Li welatê me êrîşê xweza, dar, gund, dol û çiravan tê kirin. Li ser navê Kurdîtiyê êrîşên mezin ên modernîteya kapîtalîst li çanda Kurdan tên kirin. Huner, bûye navgînekê ji wan navgînan ku ji bo qirkirina Kurdan herî pir tên bikaranîn, yên ji civakê bi wê de hatine kirin jî xwe difiroşin pergala serwer û hevkarên wê yên xiyanetkar û xizmetê ji qirkirina Kurdan re dikin. Li dijî van, ji bo parastina xweza, ax, dar, av, dar û çand û hunera xwe divê çalakiyên bi bandor bên lidarxistin. Carinan di rewşên wiha de jî, helwestên ku hêviyê ji dewletê dikin, analîza rastiya AKP-MHP’ê têr baş nekirine derketine holê ku ew ê jî pirsgirêkê çareser nekin lê bi ser de tevkariyê li kûrbûna pirsgirêkê bikin.

Ji wê boneyê di serî de jin û ciwan, divê hemû gelê me bi awayekê bi zanebûn gavên jiyanê biavêjin, li şehîdên me ku nirxên me yên hevpar ên azadiyê ne, nirxên me yên têkoşînê bibin xwedî û li ser esasê berzkirina van nirxan jî têkoşînê geş bikin. Lewra wek ku Heval Veysî bi çalakiya xwe nîşan da, sala 2023’yan salek e ku ji agir e, wê kêlî bi kêlî bi têkoşînê û destkeftiyên xeta Apoyî derbas bibe. Dest bi van çalakiyên dijwar hatiye kirin, her ku biçe wê dijwartir bibin û mirov wê desthilatdariya AKP-MHP’ê biavêje ser sergoyê dîrokê, wê rêya jiyana azad a bi Rêbertiyê re bê çêkirin. 

Di serî de Rêbertiya me, êrîşên li ser nirxên me yên têkoşînê, jin, zarok û axa me, êrîşên qirkirinê ne. Li dijî van êrîşan divê mirov tim çalakiyan li dar bixe. Rêya çalakiyên xistina derbeyan li dijmin, ew e ku mirov bibe takekesên gelekê azad ê hişmend.

Rêbertiya me û partiya me PKK’ê di dîrokê de nirxeke mezin a azadî, rûmet, wate daye her ferdekî Kurd û fersend afirandiye ku bibe kesayetek watedar. Bikaranîna herî baş a vê derfetê wê bi misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were.
Divê em bizanîn, civakên ku Rêbertiya wan ji aliyê fizîk ve ne azad be, nikarin azad bibin. Heta ku Rêbertiya me li Îmraliyê dîl be, bila tu kes xwe azad nebîne.

Ev feraset şaş e, êrîşa modernîteya kapîtalîst-lîberalîzmê ye. Divê mirov fama vê bike. Ev tecrîd, komplo ku berdewam in, gelê me ku di şertên qirkirinê de di ber sekeratê de ye, bi bikaranîna çekên kîmyewî û nukleer ên taktîkî  li dijî hevalên me yên li qadên Zap, Metîna û Avaşînê şer dikin, yek rewşenbîr-hunermendê ku rûmeta xwe nefirotiye, nikare biaxive, heta ji ber bilandina newaya Kurdî bi fîkînê,  kes hatiye lînckirin, kesek ku li cihekê din be û ji ber ku fikira xwe cuda ye xwe azad bibîne; mirov vê encax bikare bi pêparbûna ji xwe, dem û wateyê ya kesê têkildar, rave bike. Civakên ku kesên wê ne azad bin, azad nabin. Ji ber vê yekê azadî şertê jiyanê yê bingehîn e ku em hemû kes hewceyê wê ne û divê nêzîkatiya me li wê gorê be. Wekî din xwexapandin e, tunebûn e ku bi ketina tora takekesîyê ku lîberalîzm mirov dike xweperest.

Bi boneya 24’emîn salvegera komployê ez careke din lehengên dîrokê yên çalakiya “Hûn nikarin roja me tarî bikin“ li dar xistine, bi rêzdarî silav dikim. Ez pêgava dawîn ya çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin“ a Veysî Taş bi rêzdarî silav dikim, em ê teqez çalakiya we bigihînin armanca wê. Bi ketina sala Sibata 2023’an, Veysî Heval ji zû de nîşanî me da ku em çawa xwe ji bo çalakiyên protestoyî yên 15’ê Sibatê amade bikin. Bê guman, ev ne ji bo pêkanîna heman çalakiyê ye. Di vî warî de ji aliyê rêveberiya me ve daxuyaniyek hat dayîn. Çalakiya Veysî Taş fermanê dide me ku em pêvajoyê bi leztir bikin û têkoşînê bi xurtî bimeşînin. Talîmata Veysî Heval ew e ku ji bo gotina "Bê Serok jiyan nabe", "Em ê dinyayek bê Rêbertiyê bi serê we de hilweşînin“ tevbigerin. Yekane armanca me ew e ku em li ser vê bingehê xwe amade bikin, îradeya xwe ya ku em Sibateke din a bê Rêbertî pêşwazî nekin û di têkoşîna ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê de bi ser bikevin.