'Dilê xwe veke hevrê Elî'

"Bi wêrekiya xwe hevrê Elî, te çaviyên dilê xwe vekir û tu herîkî ser hemû rûbaran. Te ti carî deravên dilê xwe asê nekir, li hemberî evîna Kurdistana rengîn. Te xwe berda nav bêdengiya çiyayan û bi stêrkên asîmanên axa pîroz û giravan re bûyî yek.”

Gerîla Elî Efrîn ango Ahmet Yusuf sala 1978’an li bajarê Efrîn Raco tê dinê. Efrîn ku hemû netewan li nav dilên xwe dihewine. Elî di nava wê civakê de mezin dibe. Piştre ji ber rewşên aborî malbat berê xwe dide Helebê. Li wir ji ber sistema Sûriyê dikeve nava lêgerînan. Lêgerinên xwe heta tevgera PKK’ê bi encam dike û dibêje; “bersiva lêgerinên min di nava jiyana PKK’ê de yê û sala 1995’an berê xwe dide nava refên gerîla.

Yek ji hevrêyê Elî yê têkoşînê vê dibêje: “Tu netirse hevrê Eli, ji bona ew daxwaz û xeyalên ku te dikirin, bi hezaran keç û xort di dîlanê de û her roj dîlanê geş dikin. Hêmin be, netirse û piştrast be, guhdarî bike li tîn û vejenga kûrahiya hevrêyên xwe. Ji ber ku wan çeka te li erdê nehişt.

Hevrê Elî veke dilê xwe û bila bihereke ji Silamaniyê ber Amedê û bi Dîclê re bibe yek. Em qet te ji bîr nakin, dengê dilê te her dem rastiyê dibêje. Bi xwe bawer be, veke hemû çaviyên dilê xwe bila jê bifirin hemû ax û waxên te. Ji ber ku hevrêyên te li serê çiyayên Dersîmê li ber ava pîroz li çemê Mûnzûrê dû û dûkelên dilê te, jeng û zengara dilê te, êş û kovana dilê te fêm dikin û ji wê hêz digirin û li van dol, newal, lat û zinaran di rêya te de dimeşin.Ji bîr neke, dilê te roniya rêya me ye, tenê ya ji me re dimîne ew e ku tu bizanibî çaviya wî dilê xwe vekî û xwe berdî binê çal û herzêlên dilê me. Veke çaviyên dilê xwe da ku li nav evîna Kurdistanê avjeniyê bikî. Ji ber ku, evîna te û xeyalên te ji bona me ferman in û heta bên cih, emê bi hezaran canê xwe feda bikin û li asoyên bêbinî bên cem te.”

Hevrêyê wî di dewama axaftina xwe de vê dibêje: “Hevrê Elî berê navê xwe Selam danî bû, lê te piştî şehadeta hevrêyên xwe Elî ku di çûyîna çiyayên azadiyê, çiyayên Dersîmê de şehîd ket guhart û te çeka wî hilgirt.Tu ji dilê Kurdistanê ji bona gelê xwe yê ku di dîrokê de cihê ku maf kiriye têbikoşe ji Sûleymaniya rengîn berê xwe da çiyayên azadiyê û bûyî peyrewê Viyan Soranan. Ji bona azadiya çar parçeyên Kurdistana birîndar ku di bin lingên xinisan û hovan de dinaliya û ji bona yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê te xwe kire pira azadiyê. Ji bona te azadiya parçeyek ne azadî bû. Azadî bi tevahî bû û di dilê te de agirê Newrozên Amedê her dem geş bû.

Xewn û xeyala te ew bû ku tu rojekê paytexta dilan Amedê bibîne. Qet xeman nexwe, em ê li paytexta dilên te, ala konfederalîzma li ba bikin.Piştî dîlketina roja pîroz te berê xwe da çiyayên azadiyê. Li hemberî îxanetê te helwesta xwe di asta bilind de nîşan da û xwendekarekî di xeta Kemal Pîran de bûyî. Her dem jiyana lehengên Kurdistanê ji te ji xwe re mînak digirt û di vê xeta jiyana xwe de te ti caran tawîz neda.

Hevrê Ali xwenda bû û çi bizanibûna bi hevalên xwe re par ve dikir. Ji ber ku wî digot; ‘zanebûn bi parvekirinê re dibe zanebûn’ û her dem dixwest bi kûrahî felsefeya Rêber Apo fêm bike. Dema nû beşdar bû, demeke dirêj li çiyayê Qendîlê ma. Neyarên Kurdan û kesên xwefirot ew qas dev avêtin nirxên partiyê, lê ew ti carî nehejiya û li hemberî îxanetê bi sekna xwe ya milîtanî, bû mertalek ji felsefeya Rêber Apo re. Bi vê bawerî û girêdanê; di hevaltiyê de, di ked-dayînê de û di her karî de pêşeng bû û xwe li paş nehişt. Hevrê Elî her dem daxwaza çûyîna Bakurê Kurdistanê dikir û dixwest rojek berî rojek bi hevrêyên xwe re mil bi mil li hemberî dijmin şer bike û deynê xwe li hemberî şehîdan bide. Bi van hestan ew çû Dersîmê. Digot; “Êdî ez bimirim jî ne xem e, ji ber ku min li hemberî vê axa pîroz gavek be jî peywira xwe anî cih. Ev ji bona min bes e.”

Hevrêyê Elî herî dawî li ser hevrêyê xwe ev got: “Di her karî de xwe pêşniyar dikir û her kêlî evîndariya xwe ya çiyayên azadiyê derdibirî. Li hemberî vê çarenûsê wî hêrsa xwe li guleyên xwe bar dikir û direşande ser dijmin. Ji gelek kemînên dijminê gelê Kurd bi lehengî li ber xwe dida û ti carî li hemberî êrîşên dijminê har çavên xwe neqirpand e… Êdî havîn xatirê xwe ji payîzê xwestibû û li çiyayên Dersîmê dar û beran kirasên xwe ji xwe danîbûn. Dema amadekariyên zivistanê hatibû. Dijminê xayîn û bêwext di 19’ê Cotmehê de kemîna danîbû. Dema koçkirinê hatibû û hevrê Elî bi dilê xwe yê vekirî bu pirek di navbera Amed, Mahabad, Hewlêr û Amûdê de. Te serma digirt hevrê Elî ez dikuxiyam. Tu diçilmisiyayî, ez pel û pel diweşiyam di vê payîzê de. Dilê te jan dida ez digiriyam. Mijangên me şil dibûn û em li hemberî koçbûna te hê jî dinalin. Wê sekna te û azweriya te rênîşanderê me, têkoşîna me û wê xeyal û daxwazên te ti car li erdê nemînin. Oxir be hevrê Elî…”