Dilê xwe bi hezkirina azadiyê mezin kir

Gerîlaya YJA Starê Rahîme Xebat ku bi armanca Kurdistana Azad di ciwantiyê de tevlî nava Şoreşa Kurdistanê bû, weke şoreşgereke jinê ya pêşeng heta nefesa xwe ya dawî li eniyên herî dijwar ên têkoşînê cih girt.

Çîroka Şîlan Okmen (Rahîme Xebat) ku bi tercîha jiyana bi rûmet bi rê ket, li malên komunal ên Mêrdînê destpê kir. Şîlan li nava malbateke dilsozê nirxên welatparêziyê ji dayik bû. Mîna bedewiya xaka Kurdistanê miroveke reng bi reng bû. Şîlan Okmen di bedewiya xaka Kurdistanê de bi cewhera xwe hesiya.

Di zarokatiyê de bi gotina malbatê û derdora xwe PKK nas kir û kete nava lêgerînê. Di heman demê de polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî gelê Kurd jî dît û li dijî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi demê de veguherand têkoşîneke zanebûn. Bi jiyana derewîn a sîstemê hesiya. Bi bandora xizmên xwe yên şehîd bûn, bi gotina 'Divê e jî bikevim binê vî barî. Ewladên leheng ên Kurdistanê ji bo Kurdistaneke azad eger li dijî dagirkeran şer dikin, nêzîkatiyeke xemsar wê ji bo min bibe bêwijdanî' berê xwe da nava jiyaneke bi rûmet. Şîlan di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo li ser şopa fermandara efsanewî ya Botanê Rahîme Çîçek bimeşe navê Rahîme li nava partiyê li xwe kir. Û gavên xwe yên destpêkê jî li çiyayên Botanê avêt.

Sedema kêfxweşî û kelecana li ser rûyê wê ew bû ku hêviyên wê li çiyê şîn bûn. Çiyayên Botanê dilê xwe ji gerîlaya YJA Starê Rahîme Xebat re vekir. Mîna ku bi salan li van çiyayan mabû. Di destpêka têkoşîna xwe ya şoreşgerî de biryardarî û îdîaya xwe ya ji bo têkoşîna azadiyê nîşan da. Bi rrûkenî, fedakariya xwe di dilê hevrêyên xwe de cihekî mezin girt. Soz da ku tola gelê xwe hilîne. Bi vê armancê di têkoşînê de berê xwe da serketinê û ji bilî serketinê pîvaneke din ji xwe re qebûl nekir. Bi kesayetiya xwe ya durust û ji dil têkiliyeke xurt bi hevrêyên xwe re danî.

BÛ FERMANDAREKE YJA STARÊ YA PÊŞENG

Bi sekna xwe ya ku tawîz ji rastiyan nedida û bi rêbaza xwe ya têkoşînê bû milîtaneke YJA Starê ya mînak. Ji Botanê heta bi Garzanê têkoşiya û ji bo parastina welatê xwe timî kûr bû. Ji bo dilê xwe li çiyê mezin bike û ji gel re bike diyarî, soz dabû. Bi sekna xwe ya bi heybet, bi baweriya xwe ya bi şoreşê hêz û moral da her kesî.

Her cara ku Rêber Apo xwend, tiştên nû hîn bû û hewl da vê nûbûnê jî bike parçeyek ji kesayetiya xwe. li hemberî tecrîdkirina Rêber Apo xwe berpirsyar dît û ev rewş qebûl nekir.

Gerîlaya YJA Starê Rahîme Xebat bi kesayetiya xwe ya ku qet dest ji têkoşînê bernedida bû hêza çareseriyê ji pirsgirêkan re, ji aliyê îdeolojîk ve jî xwe bi pêş ve bir û bû fermandareke pêşeng a YJA Starê. Roj bi roj hêrsa xwe ya li dijî dijmin mezin kir û ji bo tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne xwest her firsendê bi kar bîne; ji ber ku soz dabû hevrêyên xwe yên şehîd. Bi vê biryardariyê berê xwe da çiyayên Xerzanê, warê Arjînan. Di nava pêvajoyeke giran a şer de pêşengî ji hevrêyên xwe re kir.

Gerîlaya YJA Starê Rahîme Xebat di 1'ê Îlona 2022'an de li Xerzanê di şerê dijî dijmin de heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kir û şehîd bû.