BI DÎMEN

Dikandarên Dîlokê jî dibêjin 'NA'

Ji ber polîtîkayên AKP'ê yên li hundir û derve, krîza aboriyê roj bi roj girantir dibe. Dikandarên li Dîlokê li ber vê rewşê rabûn û gotin, wê di referandûmê de dengê NA bidin.

Bajarê qedîm ê Kurdisanê Dîlok, ji aliyê hilberîn û bazirganiyê ve li Tirkiyeyê di rêza şeşemîn de ye. Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên AKP’ê her ku diçe krîza aboriyê kûrtir dibe. Esnafên Dîlokê hatine wê asta ku derabeyên dikanên xwe daxînin. Li aliyekê krîza aboriyê li welat kûr dibe, li aliyê din AKP û MHP dixwaze ji berdewamkirina  Rewşa Awarte sûdê werbigire, di referandûmê de pergala serokdewletiyê bide qebûl kirin. Esnafên Dîlokê li ber vê rewşê rabûn û diyar kirin, wê di referandûmê de bêjin NA.

'XWEDÊ WEKÎL E, EZ Ê BÊJIM NA'

SABRÎ BEHÇET: Eger ev krîz wiha bidome, wê nîvê esnafên Dîlokê derabeyên dikanên xwe daxînin. Li aliyekê krîze aborî û siyasî heye, li aliyê din AKP û Serokkomar Erdogan ketine derdê serokatiyê. Xwedê wekîle em ê divê rewşê de ji wan re bêjin 'Na'. Kesên di referandûmê de bibêje 'Erê' jî wê mexdûr bibin. Krîzek aboriyê heye. Her wiha bêkarî jî pirsgirêkek mezin e. Divê ev bên çareserkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurd û krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê, em dibêjin 'Na'.

'JI BO ARAMIYÊ 'NA'

OSMAN AKDOGAN: Serokkomar Recep Tayîp Erdogan welat ber bi şer ve dibe. Ez ji qanûna Rewşa Awarte re dibêjim 'Na'. Eger Erdogan pêkanîna xwe bidomîne em ê wî bi ti awayî nehilbijêrin. Wê dawiya wî jî wekî ya Seddam û Qeddafî bibe. Zarokên feqîran dimirin, tu li wir hewl didî pergala serokatiyê bînî. Em ê ji te û hevalên te yên zalim re bêjin 'Na'. Li Tirkiyeyê 'Na' wê bibe pêşerojek nû. Ez bang li tevahiya kesên demokrat û aştîxwaz dikim ku di vê referandûmê de bibêjin 'Na'. Di 16’ê Nîsanê de çiqas 'Na' derkeve wê welat ewqas jî aram be. Eger Tirkiye aramî û demokrasiyê bixwaze divê bibêje 'Na'.

'WÊ DENGÊ NA JI BO TIRKIYEYÊ XÊR BE'

MESÛT GARSÎ: Ji ber ku naxwazim welat bi hişmendiya şexsekî bê birêvebirin, dibêjim Na. Eger welat bi tena serê xwe bi rê ve bibe wê demokrasî û wekhevî ji holê rabe. Di 14 salên dawî de tiştek nehat guhertin, tiştek baş nebû. Tenê komkujî, înfaz û wêrankirin çêbûn. Ez bi sivikî ji komkujiya çeteyên AKP û DAIŞ ‘e xelas bûm. Dîlok kirine wargeha DAIŞ’ê, îro wê çi bê serê me em nizanin. Her tişt, roj bi roj xirabtir dibe. Ji ber wê ez dibêjim 'Na'. Dengê Na wê ji bo Tirkiyeyê xêr be."

'EM REJÎMA ŞEXSÎ NAXWAZIN'

MÛRAT ŞENCÎ: Dîlok bajarekî qedîm ê Kurdistanê yê bazirgiyê ye. Ji ber krîza aboriyê ne tûrîst ne jî bazirgan nayên herêmê. Krîza aboriyê her ku diçe li herêmê kûrtir dibe. Ji ber vê yekê ez ê di 16'ê Nîsanê de bêjim 'Na'. Em rejîma yek kesî naxwazin. Di rejîma yek kesî de zilm û îşkence heye. Ji bo demokrasiya welat em dibêjin 'Na'. Bawariya me qet bi Erdogan nayê, Erdogan her demê gelê Kurd bi plan û lîstikên xwe yên qirêj xapandiye. Ez bang li tevahiya gelên Tirkiyeyê dikim, ji bo em bi hev re bijîn em bi dengê herî xurt bi bêjin 'Na'."