Dikandar ji serdana bi zorê ya qeyûm aciz in!

Dikandarên Amedê dibêjin, "Qeyûm, ji bo referandûmê bi tîmên taybet û Rangeran serdana dikandaran dike. Ne tenê dikandar, gel bi xwe jî ji vê yekê aciz e."

Cûmalî Attîla, ku weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat bicihkirin, jê heye ku ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin û mîna şaredarekî hilbijartî serdana dikandaran dike. Dikandarên Amedê ji vê yekê gelekî aciz in û dibêjin, "Qeyûm, ji bo di referandûmê de dengan werbigire, tevî tîmên taybet û Rangeran serdana dikandaran dike. Ne tenê dikandar, gel bi xwe jî ji vê yekê aciz e."

Qeyûmê AKP'ê, ku heta niha ji avahiya şaredariyê ya bi 'tedbîrên tund ên ewlekariyê' kirine mîna kelehekê dernediket derve, niha ji bo referandûma 16'ê Nîsanê propaganda bike û dengê 'erê' bixwaze, dest bi gerê kiriye.

Bi fermana Qesra Erdogan, diçe 'serdana' dikandaran. Dikandarên Amedê ji vê aciz in û der barê mijarê de ji ANF'ê re axivîn:

'EM Ê BI DESTÊ KU DIRÊJ KIRINE NEGIRIN!'

YASÎR ORAK: Em van serdanan bi ti awayî ji dil nabînin. Beriya her tiştî ev kes (Cûmalî Attîla) ne kesekî hilbijartî ye. Divê zanibe ku ew 'hatiye wezîfedarkirin'. Me ti carî ew weke şaredar nedît, em ê wî qet bi vî rengî nebînin. Ji aliyekî ve radibe bêyî hincetekê nîşan bide karkerên şaredariyê ji kar davêje, li aliyê din jî bi serdana dikandar û gel re hewl dide xwe 'şîrîn' nîşanb ide. Gelo ev rewş exlaqî ye? Gelê Kurd nêzîkatiyeke bi vî rengî ti carî qebûl nake! Em baş dizanin bê kî çi ye. Ji xwe xebatên bi vî rengî yên ji bo referandûmê wê bi kêrî AKP'ê neyên. Çiqasî dixwazin bila serdanan bike, bila xwe 'şîrîn' nîşan bidin. Em baş dizanin ku dema 'erê' di referandûmê de bi ser ket wê çi bê serê Kurdan. Qeyûm çiqasî dixwaze bila bigere, lê em ê bi destê wî negirin, ji ber ku destê me yê aştiyê bi salan e li hewa ye.

'SERDANA BI ÇEKÊ NABE'

GOKHAN OK: Beriya her tiştî dixwazim bêjim; ji van serdanên qeyûm û rayedarên dewletê bi tîmên taybet û Rangeran ji bo referandûmê dikin, ne tenê dikandar her wiha gel jî aciz e. Ji xwe ji ber polîtîkayên hikûmetê herêm hatiye dagirkirin. Hema bêjin hemû şaredariyên me hatine desteserkirin. Qîma xwe bi wê jî neanîn û rabûn projeyên ji aliyê şaredariyên DBP'yî ve hatine amadekirin weke projeyên xwe nîşan dan. Ev hemû hewldanên ji bo xatirê referandûmê ne. Heta niha ti ji hevşaredaran bi polîsan û tîmên taybet serdana dikandaran nekirine. Cara yekemîn e tiştekî wiha derdikeve pêşiya me. Bi çavtirsandinê hewl didin dengan bi dest bixin. Ji bo karibin hê bi rehetî propagandayê bikin dema Rewşa Awarte dirêj kirin. Çiqasî dixwazin bila polîtîkaya çavtirsandinê bimeşînin, ne tenê li herêmê wê li gelemperiya welêt encama dixwazin bi dest nexin.

'NEHAT HILBIJARTIN, BI ZORÊ LI SER KURSIYA ŞAREDARIYÊ RÛNIŞT'

MEHMET ULGEN: Weke dikandarekî aciz im, ku kesekî li şûna şaredarê ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin bi rêya hikûmetê rûniştiye, li nava gel digere. Dibe ku ji ber atmosfera siyasî û tirsa li derdorê belav kirine yekser nerazîbûn nayê nîşandan, lê belê dikandar gelekî aciz in. Bifikirin, ji ber ku ew tên nimêja Înê, ez û gelek kesên mîna min naçin nimêjê. Ji ber ku naxwaze di bin siya parêzer û çekan de nimêjê bikin. Em dizanin ku ev serdan ji bo referandûmê ye. Lê belê gelê herêmê wê pêşî li van planan bigire.