Dijminatiya li Kurdan

Ev êdî eşkere ye ku dijminê çavsor ê Kurdan Erdogan desteka xwe ya herî mezin ji PDK’ê distîne. Heke ne ji vê desteka PDK’ê ya li Erdogan bûya niha li Bakurê Kurdistanê Kurd wê bibûna xwedî statû û azad bûna.

Tayyîp Erdogan bi dijminatiya li Kurdan, ji bo ku Şoreşa Rojava bifetisîne û PKK’ê tasfiye bike ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) destek xwest. Di heman rojan de şefê îstîxbaratê yê PDK’ê Mesrûr Barzanî jî çû DYA’yê. Çawa ku beriya bi deh rojan hin revokên Rojavayî yên PDK’yî bi gotina bila çekan nedin PYD’ê dijminatiya xwe ya li Şoreşa Rojava nîşan dabin, Mesrûr Barzanî jî bi vê mebestê çû DYA’yê. Ji xwe yê ku ENKS a ku dijminatiyê li Şoreşa Rojava dike û çeteyên wan ên dij şoreşê dide axaftin PDK ye. Çawa ku Erdogan Şoreşa Rojava reş dike, PDK’ê jî jê zêdetir dike. Ji bo vê jî ne tesadûfek e ku Erdogan û şefê îstîxbaratê yê PDK’ê heman rojê li DYA’yê bûn.

Ev eşkere ye ku dijminê çavsor ê Kurdan Erdogan desteke xwe ya mezin ji PDK’ê distîne. Ne ji desteka PDK’ê bûya niha gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê gihaştibûn statûyekê û azad bûbûn. Lê PDK ji dinyayê û Kurdan re dibêje AKP û Erdogan ji Kurdan re baş in û li dijî berxwedana Kurdan di eniya Erdogan de cihê xwe digirin. Heke Erdogan di neçareseriyê de rikdar e û dixwaze PKK’ê tasfiye bike û qirkirina Kurdan temam bike wêrekî û desteka xwe ya herî mezin ji PDK’ê distîne. Ti rêxistin û partiyeke Kurdan bi hêzeke mêtinger re ev çend têkilî nedanîne. Mirov dikare bibêje ku PDK vê dike. Lê serdem cuda ye. Ji bo  Kurdan fersend çêbûye ku hemû beşên Kurdistanê azad bikin. PDK di serdemeke wiha de bi hêzêke mêtinger re ku dixwaze qira Kurdan bîne û pêşengiya dijminatiya Kurdan dike, hevkariyê dike. Li dijî têkoşîna azadiyê ya Bakurê Kurdistanê bi hev re di heman eniyê de şer dikin.

Diyar e ku Mesrûr Barzanî jî weke ENKS’ê ji DYA’ê xwestiye ku çekan nedin YPG, QSD’ê. Lê Mesrûr Barzanî jî weke Erdogan ji DYA’ê destvala vegeriyaye. Ji bo tasfîyekirina PKK’ê soz dane Mesrûr Barzanî jî û Erdogan jî. Niha li dinyayê dijberiya PKK’ê di rêza pêşî de Erdogan û AKP dike û di rêza duyemîn jî PDK û şefê wê yê îstîxbaratê Mesrûr dike. Mesrûr Barzanî berevajî hîsên gelê Başûrê Kurdistanê di dijminatiya PKK’ê de rikdar e. Pêşmerge hay ji nirx û wateya PKK’ê ya ji bo Kurdistanê hene lê Mesrûr di dijminatiya PKK’ê de bi Erdodan re ketiye pêşbaziyê. Ji ber ku li berjewendiya gelê Başûrê Kurdistanê nafikire tenê bi wê hişmendiyê ku PDK li Başûr bibe serdest tevdigere. Ji bo ku li Başûr bibin serdest pişta xwe nadin Kurdan, lê didin dijminê Kurdan, dewleta Tirk. Ji bo vê jî weke hevkarên xwe Tayîp û AKP’ê her biçine kû jî dijminatiya xwe ya li PKK’ê dikin. Dev ji kar û barê xwe qeriyane û weke dîn û haran bi dijberiya PKK’ê li dinyayê derî bi derî digerin.

Piştî hevdîtina Mesrûr a DYA’ê, bavê wî Mesûd jî çû Urdunê. Li wir jî bi her kesî re li ser dijminatiya PKK’ê polîtîkayê dikin. Tê gotin Mesûd Barzanî li Urdunê wê bi Tayîp Erdogan re an jî rayedarekî dî yê Tirk re rûne. Heke bi bîra mirov were beriya 3’ê Tebaxa 2014’an, beriya ku DAIŞ êrîşê bibe ser Şengalê û Êzidiyan qir bike jî PDK bi hin welatên Ereb re û bi Tirkiyê re rûniştibûn bê ka wê Mûsilê çawa bidine DAIŞ’ê. DAIŞ bi vê destekê pêşî êrîş bi ser Mûsilê, piştre jî Şengalê û Hewlêrê de anîbû. PDK bi lihevkirina bi DAIŞ’ê re dixwest ku li Iraq û Sûriyê xurt bibe lê bi talokeya ketina Hewlêrê re hevrû bû. Hewlêr vala dikirin. Dîsa yê ku bi hawara gelê Hewlêrê ve çûyî gelê Mexmûrê û gerîla bûn. Deriyê Hewlêrê girtibûn û DAIŞ ji Mexmûrê hate paqijkirin. Ji bo vê jî Mesûd çûbû Mexmûrê malavayî li gerîla û gelê Mexmûrê kiribû. Li gel ku ev rastî li ber çavan e jî kî wê bawer bike ku PKK ziyanê dide gelê Başûrê Kurdistanê? Gerîla nehişt ku Kerkûk bikeve. Diyar e ku dijminatiya PDK’ê ya li gerîla ne di sûda gelê Başûrê Kurdistanê de ye.

Heke Mesûd Barzanî wê biçe Urdunê û dijminatiya PKK’ê bike, heke wê bibêje bila PKK ji Şengalê derkeve, li dijî PKK’ê heke wê ji hin welatên Ereb destekê bixwaze ev dijminatiya li Kurdan e. Îro kî dijminatiyê bi PKK’ê re bike bi Kurdan re dike.

DYA çekan dide YPG, QSD’ê, li wir li dijî DAIŞ’ê bi van hêzan re tevdigere, lê dibêje ji bo tasfiyekirina PKK’ê ez ê destekê bidime Tirkiyeyê. DYA bi vê polîtîkaya xwe dijminatiya Kurdan dike. Wê dijminatiya PKK’ê were kirin, ji bo tasfîyekirina PKK’ê destekê bidin Tirkiyê û bibin dostê Kurdan! Ev xapandina Kurdan e. Wê dijminatiyê li tevgera herî mezin û bi bandor a azadî û demokrasiyê ya Kurdan bikin lê bibin dostê Kurdan! Wê dijminatiyê li Rêbertiya PKK’ê bikin ku gelê Kurd herî pir jê hez dike lê wê bibin dostê Kurdan! Divê êdî dawî li vê sextekariyê were. DYA jî, Ewropa jî û welatên dî jî divê dev ji vê polîtikaya xwe ya dirû berdin. Yên ku dijminatiyê bi PKK’ê re dikin dijminatiyê bi Kurdan re jî dikin. Ewropa, DYA, Rûsya û welatên dî heke dixwazin rastiya PKK’ê bizanin divê hîs û ramana Kurdan hîn bibin. Bi ser de bila biçin Başûrê Kurdistanê û ji gel pirsa PKK’ê bikin. Piraniya gel wê bibêje PKK Tevgera Azadiyê ya herî nirxdar a gelê Kurd e.

Ne ji PDK’ê û rêveberên wê, bila biçin Hewlêrê, ji gel PKK’ê bipirsin. Wê demê wê were dîtin ku dijminatiya li PKK’ê dijminatiya li gelê Kurd e.