'Dijberiya li faşîzmê cihgirtina li gel gerîla ye'

Endamê Konseya Rêveber a HBDH'ê Ferzat Can destnîşan kir ku berxwedana gerîla di heman demê de berxwedana antî faşîst a Tirkiyeyê ye û got, wezîfeya sereke ya antî faşîstbûnê cihgirtina li gel vê berxwedanê ye.

Endamê Konseya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Ferzat Can ji Medya Haber TV re axivî û bal kişand ser berpirsyariya hêzên şoreşger.

Ferzan Can anî ziman ku dewleta Tirk a faşîst mêtinger li ti cihî naxwaze ku Kurd bibe xwedî statuyeke neteweyî û got, "Her gavên ku di vî warî de têne avêtin, berdêla xwe çi dibe bila bibe dixwaze tasfiye bike û nehêle Kurd bibe xwedî statuyeke neteweyî. Armanca sereke ya polîtîkaya hundir û derve ya dewleta Tirk ev e. Ji Efrînê heta Xakurkê dixwaze herêmeke tampon ava bike û têkiliya navbera Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê qut bike, Kurdistanê bi vî rengî ji nû ve parçe bike; Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi demê re desteser bike. Armanca xwe ji avakirina herêma tampon jî li Efrîn û Serêkaniyê bi rengekî şênber tê dîtin. Kurdên li herêmên dagikirî koçber dike, li şûna wan jî Ereb û Tirkmenan bi cih dike, bi vî rengî polîtîkaya bêkurdhiştinê dimeşîne."

Ferzat Can anî ziman ku dewleta Tirk ji bo vê armanca xwe ya stratejîk pêk bîne beriya her tiştî li Rojava YPG'ê, li Bakur û Başûr jî divê PKK'ê tune bike û got, "Bêguman di vir de êrişa herî giran li dijî PKK'ê tê kirin. Jê heye ku eger karibe li Herêmên Parastinê yên Medyayê PKK'ê bi rengê leşkerî têk bibe, wê hîn bi hêsanî karibe armanca xwe li Rojava pêk bîne. Em zanin ku dewleta Tirk a faşîst mêtinger wê qîma xwe bi vê neyne, plana xwe heye ku tevahiya Rojava û Başûrê Kurdistanê dagir bike û bibe xwedî Mûsil û Kerkûkê. Weke ku tê zanîn ev êriş li dijî Kurdan hemûyan e û gerîlayên PKK'ê jî bi navê Kurdan hemûyan li ber xwe dide."

Ferzat Can diyar kir ku yek ji armancên bingehîn ên 'Plana Têkbirinê' ya bi Komkujiya Pirsûsê kete meriyetê ew bû ku têkiliya navbera Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û tevgera sosyalîst, demokratîk û şoreşger a Tirkiyeyê qut bike û got, "Di dîrokê de ya ku herî zêde dewleta Tirk a faşîst bûrjûva tirsand ew bû ku têkoşerên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û pêşengên şoreşger ên çîna karker a Tirkiye û Kurdistanê di bin ala azadiyê ya polîtîk de bibin yek. Ji ber ku ev şer ne tenê di navbera PKK'ê û dewleta Tirk a mêtinger, ne tenê di navbera dewleta Tirk û Kurdan de ye. Divê mirov bêje ku ev êriş ji bo qutkirina têkiliya navbera şoreşên yekbûyî yên Kurdistan û Tirkiyeyê de ye, ji bo têkbirina yekîtiya me ya şoreşgerî ye. Lewma gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin, şer dikin, di heman demê de gerîlayên şoreşa me ya yekbûyî ne, ji bo serketina şoreşa me ya yekbûyî têdikoşin."

Ferzat Can destnîşan kir ku mirov û rêxistinên pêşverû, şoreşger, saziyên antî faşîst, rewşenbîr ên Tirkiye û Kurdistanê li dijî êrişên faşîst dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê divê li gel gerîla bin û got, "Berxwedana gerîla ne tenê li dijî mêtingeriya li ser neteweya Kurd e, di heman demê de berxwedana antî faşîst a Tirkiyeyê ye. Di serî de şoreşger û sosyalîst divê saziyên antî faşîst, rewşenbîr, partî û rêxistinên pêşverû li her devera Tirkiye û Kurdistanê xwedî li vê berxwedanê derkevin. Wezîfeya sereke ya dijberiya li faşîzmê îro ev yek e. Serketina gerîla serketina çîna karker û bindestên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Wê bibe gaveke mezin ji bo têkbirina faşîzmê."