Dîcle Xabûr: YNK divê were ser xeta Mam Celal

Endama Koordînasyona KJK'ê Dîcle Xabûr li dijî girtina ofîsên Tevgera Azadî yên li Başûrê Kurdistanê ya ji hêla YNK'ê ve helwest nîşan da û got divê YNK were ser xeta  Mam Celal.

Endama Koordînasyoan KJKk'ê Dîcel Xabûr tevlî bernameya 'Rojeva Jin' a Stêrk TV bû û li ser grêva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyal Guven, a girtiyên PKK-PAJK'ê yên bi mebesta şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, operasyonên siyasî, li ser êrîşên 25'ê Mijdarê û girtina bûroyên Tevgera Azadî axivî.

Xabûr diyar kir faşîzma li Tirkiyê pir zêde bûye, ji 7 salî bigirin heta bi 70 salî jin, zarok têne girtin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan tecrîda li ser hemû gelan e û got grêva birçîbûnê ya Leyla Guven û gritiyên PKK-PAJK'ê girîng e.

HELWESTA GEL Û RENGÊ TÊKOŞÎNÊ WÊ HER TIŞTÎ BUGUHERÎNE

Xabûr got desteka gel a ji bo van grêvan watedar e lê têrê nake û got, ''Divê em pêvajoya grêva birçîbûnê ya 2012'an ji bîr nekin. Di dîroka PKK'ê de bi vîna xwe ya ku rêya pêvajoyê diyar kirî gel e. Di vê pêvajoyê de helwesta gel û rengê têkoşînê wê her tiştî biguherîne.''

Xabûr têkilî operasyonên qirkirina siyasî yên ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê beriya hilbijartinên xwecih dayî destpêkirin got ev tirs û êrîşa wan nîşan dide, dibînin ku têkçûna wan nêz e. Xabûr got rejîma AKP'ê bi girtinan dixwaze xebatên hilbijartinê rawestîne û bi gefan dixwaze çavê gel bitirsîne. Xabûr got, ''Sedema ku Erdogan dîsa qeyûman tîne rojevê ew e ku peyama qirkirinê dide Kurdan. Divê em ji rejîma AKP-MHP'ê re bibêjin, ''Hûn çi jî bikin, hûn ê nikaribin tovê azadiyê yên di gewdeya me de tine bikin''.

KOMKUJIYÊN LI SER JINAN JI POLÎTÎKAYA QEYÛMAN NE QUT E

Xabûr got qeyûm ji kuştinên ser jinan ku li Bakurê Kurdistanê zêde dibin ne qut e û destkeftiyên jinan ku bi têkoşîna bi salan hatine avakirin hatine tinekirin. Xabûr got, bi girtina bi sedan mal û saziyên jinan jin terkî mirinê hatine ikirin. Xabûr got, ''Em li xwekuştina wê keça Rihayê binerin ku bavê wê tecawizî wê kriiye. Ji bo jinan qadên xweparastinê nehatine hiştin û bi rengekî vekirî jinan ber bi xwekuştinê ve tehf didin''

Têkilî 25'ê Mijdarê Xabûr got xwedîderketina li Bakurê Kurdistanê kêm û domand, ''Ev çalakî her wiha diviya bibûya bersiva tundiya li ser Leyla Guven û her wiha desteka li grêva birçîbûnê.'' Xabûr got sedema tecrîda li ser Ocalan tirsa ji ber 'jina azad' e û domand, ''Ji bo jina azad ji holê were rakirin divê em êrîşên van demên dawî yên li ser jinan ji bîr nekin. Divê em komkujiya li ser jinan a li Efrînê, destkeftiyên ku hatine tinekirin, siyasetmadarên jin ên girtî û wekîlên jin ku fezleke li ser wan hatine vekirin ji bîr nekin. Divê em ma bi mal, kuçe bi kuçe xwe bigihînn hemû jinan.''

YNK DEMILDEST DIVÊ JI ŞAŞIYA XWE VEGERE

Xabûr li dijî girtina ofîsên Tevgera Azadî yên bi destê YNK'ê helwest nîşan da û got, dewleta Tirk dagirker êrîşê dibe ser tevahiya Kurdistanê. Xabûr diyar kir êrîşa li ser saziyên demokratîk ji Tirkiyê ne qut e û domand, ''YNK li şûna ku bibe destek ji hêza dagirker e ku xaka wan dagir dike, demildest divê şaşiya xwe vegere û bigihije hişmendiya netewî.

Li ser gelê Başûr Enfal rakirine, komkujî li wan kirine. Her roj bi balafirên Tirk şehîd dikevin. Roj roja wê ye ku mirov bi hişmendiya netewî li dijî faşîzmê raweste. Her ziyana ku dayî gelê Kurd wê lê vegere. YNK divê vegere ser xeta Mam Celal.''