'Di sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de şoreşa zîhniyetê'

Nêrîna paradîgmaya nû li mirov û civakê organîk e. Li gorî vê ferasetê, 'temamiya rastiya ji bîg-bangê û vir ve li gerdûnê belav bûye' mirov e, pêngaveke gerdûnî ye. Ji ber ku gerdûna beriya xwe hemûyî di nava xwe de vedihewîne, mîkro kozmos e...

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok, şoreşa zîhniyetê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistanê pêk anî ji ANF'ê re nivîsî.

Nivîsa Andok wiha ye:

"Rêber Apo di 21'ê Adara 2005'an de KKK (Koma Komalên Kurdistanê. KKK sala 2007'an bû KCK -Koma Civakên Kurdistanê. Her du jî tê wateya Konfederalîzma Demokratîk a Kurdistanê) ragihand. Bi ragihandinê re, ji pirsa hebûnê ya Kurdan re ku di bin zexta qirkirina mêtingeriyê ya modernîteya kapîtalîst de ye, weke rêberê vî gelî hewl da bibe bersiv. Li gel tevlîbûna li Şerê Cîhanê yê 3'emîn ê li Rojhilata Navîn bi navê gelan, her wiha li gorî xwezaya pirengî ya civakê û rêxistinbûna li derveyî dewletê, rê û rebaz destnîşan kir. Bi vî rengî di şerê ku dewam dike de nîşanî gelan da ku hem bi çi rengî dikarin hebûna xwe biparêzin, hem jî çawa dikarin jiyana azad ava bikin. Ji ber ku di şerê heyî de mîna di şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê de bû, Kurdên ku bêstatu hatin hiştin dikarîbû ji nû ve bihatina qirkirin, gelên berxwedêr ên bi daxwaza azadî, wekhevî û demokrasiyê bên têkbirin. Dîrok bi gelek mînakên welê tijî bû ku gelek kes û hêzên bi navê gelan berxwedaneke mezin nîşan dan bi ser neketin, ên bi ser ketin jî piştî demekê veguherîn dijberên gelan.

Ev rewş di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de û di atmosfereke welê de ku zexta qirkirinê ya sed salî li ser Kurdan heye, bi navê gelê Kurd û gelan çi dikarîbû bihata kirin? Gelo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê wê çawa sîstema hêzên civakî yên mîna xwe ji bo nirxên wekhevî û azadiyê têdikoşiyan, nepejirandibûya?

Rêber Apo di encama lêgerînên berfireh de gihîşt vê tespîtê: Civakî jî mîna hemû hebûneyan yekîtiya cihêrengiyan bû. Her wiha mîna hemû hebûneyan, civak Jî ji ruh û beden (ji enerjî-made-wate û avaniyê) pêk dihat. Yanî hebûn hem ruh bû hem jî beden. Ruhê civakê jî komunalbûn, piştevanî û azadî bû. Rêber Apo ev ruh weke neteweya demokratîk pênase kir. Neteweya demokratîk dihate wateya yekîtiya parvekarên zîhniyeta hevpar. Avaniyeke zîhnî bû. Li gorî vê yekê ya esasî ne çî bû, ne zayend, ne etnîsîte, ne ol, ne jî cografya bû. Ya esasî bûyîna li gorî xwezaya civakê bû, bi hevpênaseyê re parvekirina zîhniyeta komunal a demokratîk bû. Asta ku lêgerîna azadiyê digihand, ruh û hişmendî bi vî rengî ava dikir.

Niha dor hatibû bedenekî li gorî vî ruhî bê avakirin. Ji ber ku ruh diviyabû bibûya tişt; diviyabû ruh bibûya xwedî beden, wate jî bibûya xwedî avanî. Di rewşeke berevajî de rizgariya ji nebûnê nepêkan bû. Di vê bedenbûnê de jî diviyabû raçînk li hev bihatibûya. Yanî diviyabû beden li ruh bihata, made li enerjiyê, avanî jî li wateyê bihata. Di rewşeke berevajî de wê tiştekî sosret biafiriya. Ji xwe gelek ruhên ji aliyê cewherî ve demokratîk bûn, ji ber ku nebûn xwedî bedeneke lê bê, veguherîbû sosreteke mîna dewletê, bûbû dewlet. Encam jî hûsran bûn. Ji ber vê yekê Rêber Apo digot, 'Bi qasî armanca azadiyê, amûrên wê jî divê paqij bin." Yanî diviyabû ruh û beden li hev bihata.

Ev hatibû fêhmkirin; nepêkane ku bi rê û rêbaza serdestan mirov xwe bigihînin armancên civakê. Ev yek di herikîna dîrokê de pêk nehatibû; di rewşa rojane de jî nepêkan bû. Bi rê û rêxistinbûna desthilatdarî û dewletperestiyê ku cewhera xwe ezeztî ye, newekhevî ye, mirovahiyê nekarîbû parvekirin, pêşveçûn, komunalbûn û civakîbûnê ava bike. Gelek ceribandin mixabin bi encamên nebaş bi şidandina serdestan û dejenerebûna derûnî bi encam bûbû. Ruhê wan nekarîbû bedeneke li cewherê tê ava bike. Rêber Apo ji yên beriya me dersên pêwîst wergirtibû, kete nava lêgerîna li bedenekî li ruhê demokratîk-komunal tê û ew peyda kir. Bersiva ku peyda kir jî li derveyî ya ji rêzê bû, vexwendina li dervetiya dewletê bû. Diviyabû êdî li ser rêya dewletê nemeşiya, divê berevajî wê rêyê bimeşiya.

Madem civak û serdest ji hev cuda bûn, wê demê organîzasyona wan jî diviyabû cuda bûna. Di herikîna dîrokê de organîzasyona ku serdestan li gorî cewhera xwe ava kirin, dewlet bû. Baş e organîzasyona li cewhera civakê tê diviyabû çawa bûya? Madem dewlet ji aliyê ontolojîk ve ne ya herkesî bû, tenê ya hinekan bû, gel (civak) bi temamî nedibû dewlet, wê demê rêxistinbûna li cewhera civakê tê divê çawa bûya? Bersiva wê jî rêya herî kevn, lê ji bo vê serdemê jî ya herî nû bû. Ev rê rêya konfederalîzma demokratîk bû. Rêyeke gelekî cuda bû û îlana wê her kesên ku jibera wan dewlet bû, matmayî hişt. Bi vî rengî ruhê ku neteweya demokratîk bû, ji xwe re bedena konfederalîzma demokratîk diyar kir. Ev yek ne tenê ji bo Kurdan, her wiha ji bo civakan hemûyan dihate wateya modelekê. Konfederalîzma demokratîk ji xwe sîstema li derveyî dewletê ya civakê bû ku ji aliyê ontolojîk ve ji xwe li derveyî dewletê ye. Êdî di serdema dewletî de lêgerînên li ser rêxistinbûna civakî bi encam bûbû û xwe digihand bedeneke li xwezaya civakî tê. Yanî xwe digihand konfederalîzma demokratîk.

PARAMETREYÊN BINGEHÎN ÊN ŞOREŞA ZÎHNIYETÊ

Ev sîstema civakî ya ji ber xwe ve çêbû û bi hêsanî nehate peydakirin, xwe dispart paradîgmayeke nû û hêzeke xurt a fikrî. Belê, Rêber Apo li sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê xwe gihand vî fikrî, ku sîstema Îmraliyê ji bo pûçkirina kûrbûna zîhniyetê hatiye avakirin.

'Sîstema Îmraliyê' ku ji aliyê hêzên hegemonîk ên navendî ve ji bo tasfiyekirina Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd bi komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî hate avakirin, ji ber sekna azadîparêz a Rêber Apo veguherî qada şerekî giran. Rêber Apo ku azadî kiriye karakterê xwe yê bingehîn, ev şerê giran li ser bingeha kûrbûna teorî û pratîkê meşand. Mijara bingehîn a ji bo wî bû cihê kûrbûnê ew bû ku hebûna Kurdan ji bin zexta qirkirinê çawa dikare biparêze û jiyana wan a azad çawa dikare bê avakirin. Lêgerînên Rêber Apo yên di nava van lêgerînên kûr de şênber bû û sala 2003'an û piştre, di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de bû serdema nû ya paradîgmayê. Bi rêya vê paradîmayê ku weke 'Paradîgmaya Civaka Azadîparêziya Jinê, Demokratîk-Ekolojîk' hate pênasekirin, qutbûn ji paradîgmaya dewletperestiyê çêbû. Qutbûna ji 'dewletbûnê û ji jiyana modern a kapîtalîst' bû cewhera vê paradîgmaya nû. Sîstema konfederalîzma demokratîk a xwe dispêre xweseriya demokratîk ku me li jorê rave kir, di vê çarçoveyê de hate afirandin.

Li gorî asta nû ya di zîhniyetê de, nepêkan bû ku bi zîhniyeta dewletperest û dewletê, pirsgirêkên civakî bên çarserkirin. Ji ber ku dewlet bi zîhniyeta serdestan ava bûbû û saziya herî rêxistinbûyî ya wan bû. Dewleteke ku ya tevahiya civakê ye nîne, nebûye û wê nebe jî. Li gorî vê yekê, têkiliya navbera dewlet û civakê bi formulasyona 'Çiqasî civak zêde be ewqasî dewlet kêm e, çiqasî dewlet zêde be ewqasî civak kêm e' hatiye pênasekirin. Ev paradîgma dewletê dişibîne 'hucreyeke bi kanserê'. Çawa ku hucreyê bi kanser normal nîne û ji derve ve dikeve nava organîzmayê û piştre hucreyên din ên normal dixwe û diqedîne, rola dewletê ya li nava civakê jî bi vî rengî ye. Her ku dewlet mezin dibe, civak biçûk dibe; her ku dewlet xurt dibe, civak lawaz dibe. Ev yek cewhera dewletê ye û ji bo her dewletê derbasdar e. Ji ber vê yekê şaş e ku mirov bêje, her civakên bindest bi dewletbûnê dikare daxwaz û armancên xwe pêk bîne. Jİ ber vê sedema cewherî nepêkan e. Ji ber vê yekê ya ku ji bo bindestan pêwîstî pê heye, li şûna çareseriya bi rêya dewletbûnê, divê çareseriya nedewletbûnê, bi rêxistinbûna li gorî xwezaya civakî ya komunal û demokratîk pêk were. Di çarçoveya van tespîtan hemûyan de, PKK'ê ji sala 2003'an û pê ve bêyî ku li hêza xwe ya karibe dewletê ava bike yan na binere, tespîta wê kir ku dewletbûn li pêşiya netewebûnê xefik e û êdî ne armanca wan e. Ev yek jî ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo gelan hemûyan destnîşan kir.

Asta vê zîhniyetê jî destnîşan dike ku di herikîna dîrokê de her pêngava li dijî sîstemê ya ku nirxên komunal demokratîk diparêzein, ji bo vê jî li dijî serdestan têdikoşe, ji ber ku nekarî xwe ji sîstema dewletperest rizgar bikin, di nava sîstema dewletperest a hiyerarşîk de heliyan. Berxwedanên etnîsîte ku em wan weke tevgerên rizgariya neteweyî yên berê pênase dikin, pêngavên pêxemberî ku em wan weke tevgerên demokratîk civakî yên berê pênase dikin, her pêngavên çîna bindest, avaniyên Marksîst (sîstema reel sosyalîst, tevgerên rizgariya neteweyî û demokratên civakî) û gelek yên mîna wan ji ber ku berdêlên kêm dan, an jî kêm xebitîn di nava sîstemê de neheliyan. Ji ber ku giraniya zîhniyeta wan dewletperest bû û delwet weke model didîtin, weke mifteya çareseriya pirsgirêkên civakî didîtin, heliyan. Yanî dewleta ku weke amûrekê danîbûn ber xwe, nirxên komunal demokratîk, edalet, wekhevî û azadîparêz ku weke armanc danîn pêşiya xwe, daqurtand. Ev yek bivênevê bû, ji ber ku havên û cewhera dewletê xerabe bû. Mîna ku di taoîzmê de tê gotin, 'Ew nebaşiya bivênevê bû'. Ji ber vê yekê ji bo di nava sîstema kapîtalîst de neyê helandin, ji bo hesreta hêzên li dijî sîstemê hemûyan bi cih bîne, mijara sereke ye ku xwe ji sîstema şaristaniya navendî û modernîteya kapîtalîst rizgar bikin ku versiyona rojane ya wê sîstemê ye. Lewma ev paradîgma ji bo hêzên civakî yên li dijî sîstemê, dibe sedema qutbûna ji sîstema şaristaniya navendî û modernîteya kapîtalîst ku nûneriya wê ya vê demê dike.

Li gorî vê nirxandinê, her serdema sîstema şaristaniya navendî koletî ye. Marksîzm serdema koletiyê tenê di navbera serdema cvaka xwezayî û serdema feodal de asê dike, lê li gorî asta zîhniyeta nû ya Rêber Apo, sîstema dewletperestiyê ya hiyarerşîk bi her serdemên xwe sîstemeke koletiyê ye. Di vê çarçoveyê de dema ji civaka xwezayî heta destpêkirina dewletê, weke 'qonaxa hiyerarşîk' pênase dike. Wê demê tevî ku hîn koletiya tê zanîn nebû, meyla jerontokartan (koalîsyona rûspiyê extiyar, şaman û nêçirvanê xurt) ji ber ku ev yek bû, qutbûna destpêkê ya ji avaniya organîk a civakê hingî pêk hat. Lewma ev serdem weke 'Avabûna Civaka Koletiyê' hate pênasekirin. Serdema koletiyê ya tê zanîn weke 'Avabûna Civaka Kole', serdema feodal a tê zanîn weke 'Serdema Koletiya Gihîştî' û serdema modernîteya kapîtalîst a tê zanîn jî weke 'Krîza Şaristaniyê' tê zanîn, lewma ev hemû weke 'Koletiya Giştî û Kûrbûyî' tên pênasekirin.

Li gorî vê nirxandina dîrokê, dîrok û civak her tim ber bi pêş ve naçe. Nêrîna ku xwe dispêre 'Tevgera rastî ya rasterast' a paradîgmaya Newton ku diyar dike, dîrok her tim bi pêş ve diçe, di asta heyî de hem bi daneyên nû yên fîzîka kûantûmê pûç bûye, hem jî jiyana rojane bi têrkerî destnîşan kiriye ku dîrok û civak timî bi pêş ve naçin. Ewqas pirsgirêkên civakî, tunekirina eko-sîstemê, şerê bêeman ku dewletên netewe bûne sedem, koletiya kûr a li nava mirovan û pirsgirêkên ji ber ezeztiyê... Nîşan didin ku berevajî îdîayên mirovahiyê dîrok her tim bi pêş ve naçe, berevajî bi paş ketiye. Hêzên şaristaniyan navendî her çend nîşan bidin ku dîrok tenê ji wan pêk tê û dîroka rastî dîroka wan e, di vê mijarê de yekdestiyek hebe jî di rastiyê de sîstema şaristaniya navendî ya ku em jê re sîstema dewletperest-desthilatdarîperest dibêjin, derketina ji rê ye, têkçûna mirovahiyê ye. Ne normal e ku li xwezaya civakî nayê. Ji ber vê yekê nepêkane ku mirovahî heta bi hetayê di nava şert û mercên kapîtalîzmê de bi vê sîstemê re bijîn. Mirovahî ya wê civakî bûnê tune bike ku şertê hebûna mirovahiyê ye, koka xwe tune bike yan jî wê sîstema ne normal ji holê rake.

Li gorî vê nirxandinê, li gel cihêrengiya xwecihî em hebûna du zîhniyetê bingehîn, rêbaza û paradîgmaya wan dibînin. Yek ji van; zîhniyeta zindî ya li xwezaya civakê û xwe dispêre civaka destpêkê. Her tiştî bi rengekî zindî û yekparebûn dibîne, ji ber vê yekê jî ev zîhniyeta ku nabe sedema pirsgirêkên civakî û ekolojîk, zîhniyeta xwezayî ya civakî ye ku tê wateya mirov û civaka destpêkê. Bi daneyên fîzîka kûantûmê jî mirovahiyê baştir fêhm kir ku ev zîhniyet (weke anîmîzm jî dikare bê xwendin) çiqasî li rastiya civakî tê. Taybetmendiya bingehîn a vê zîhniyetê ew e ku zindîtî û yekparetiya xwe pêk aniye. Yanî yekparetiya zîhnî û bedenî heye. Taybetmendiyên tespîta 'Rastî yekpare ye' di vê demê de qewimîne. Civak bi hemû pêkhateyên xwe yekpare ye. Zayend yekpare ne. Mirov-xweza yekpare ne. Mirov bi xwe yekpare ye. Ya ku mirov difikire û dike, ya ku dike û ya divê bê kirin weke hev e. Di hişê herdu cûreyî de hevsengî heye. Têkiliyeke sîmbiyotîk e ku ji xwezayê derbasî nava mirovan û ji mirovan jî derbasî nava civakê dibe. Ev yek di heman demê de tespîta 'çima em xwezaya civakî weke çavkaniya rastiyan hemûyan dibîne' eşkere dike.

Li aliyê dijber ê vê zîhniyetê jî zîhniyeta ku bûye tişt û ji wê jî paradîgmaya dewletperestiyê ava bûye, heye. Bi rengekî giştî ji vê zîhniyetê de 'kirde-zîhniyeta tişt' dikare bê gotin. Vê zîhmiyetê ji roja destpêkê ve parçekirina civakê û jiyanê bi her awayî weke karê bingehîn daniye pêşiya xwe. Yek ji du cotikên ji bo hebûnê pêwîst e aktîf dike, yê din jî lawaz dike. Yekî mezin dike, yê din jî biçûk dike, yekê xurt dike, yekê lawaz dike. Ev yek li têkiliya mirovê serdest (xweda-qral)-mirovê bindest (kole), jin-mer, mirov (mêr)- xwezayê da qebûlkirin û bi rengekî rêk û pêk kir teorî. Pêkane ku ev yek di serdemên mîteolojîk, olî, felsefî roanakbîrî û rêveberiya 'zanistî' jî bê dîtin. Di serî de mîtolojiya Sumer, mîtolojiyên dewletperest, bi taybetî jî olên yekxwedayî, li Rojhilatê Dûr Brahmanîzm; di serî de Pîsagor, Platon û Arîsto, fîzozofên navdar; zaynarên paradîgmaya modernîst mîna Galîleo, F. Bacon, J. Locke, Descartes û Newton ên hîmên bingehîn ên paradîgmaya modernîst danîn, li gorî mejiyê xwe, zîhniyeta 'tişt û kirde' ava kirin.

Nûnerên vê nêzîkatiyê ji roja ava bûye û heta niha, civak parçe kirine, bi afirandina çînan pirsgirêkên demokrasiyê; têkiliya jin-mêr danî ser bingeha mêr ê serdest-jin a bindest da rûniştandin. Yekîtiya mirov-xwezayê jî bi sekna li aliyê mirov (mêr) ev hevgirtin xera kir û pirsgirêkên ekolojîk afifandin. Bi vî rengî  di şêweyê hebûnê yê mirovahiyê de ku ji têkiliyên mirov-mirov, jin-mêr, xweza mirov pêk tê, bi hemû genên xwe yên jiyana civakî lîstiye. Sîstema serweriya mêr, di têkiliyên dualî de pirsgirêkên demokrasî, zayendîperestî û ekolojîk diafirîne û şert û mercên jiyana bi rengê mirovî ji holê radike.

PARADÎGMAYA NÛ YA LI DIJÎ DEWLETPERESTIYÊ

Paradîgmaya nû weke 'demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê' hate pênasekirin û sê lingên ku sîstema dewletperestiyê xwe li ser ava kiriye hilweşand, li şûna wê avakirina jiyanek li gorî cewhera wê danî pêşiya xwe. Lewma hersê xal jî ne ji ber xwe ve hatine diyarkirin. Pêwîstî bi wê heye ku her sê ling jî li gorî cewhera xwe (li gorî xwezaya civakî) ji nû ve bê hûnandin. Têkoşînên rasteqîn ên azadî û wekhevî û rizgariyê hem di asta şexsî hem jî di asta rêxistinî de bi vî rengî pêk tê.

A-) PÎVANA DEMOKRATÎKBÛNÊ

Nêrîna paradîgmaya nû li mirov û civakê organîk e. Li gorî vê ferasetê, 'temamiya rastiya ji bîg-bangê û vir ve li gerdûnê belav bûye' mirov e, pêngaveke gerdûnî ye. Ji ber ku gerdûna beriya xwe hemûyî di nava xwe de vedihewîne, mîkro kozmos e. Ji ber vê yekê mirov hêzeke hebûneyî ye. Tiştkirina mirovên ku ji aliyê ontolojîk ve ewqasî xurt e, hewldana avakirina kolekirinê ya serdestan e û divê bê redkirin.

Mirov ku weke xwezaya duyemîn ji nava hembêza xwezaya yekemîn mîna pêngavekê derkete holê, ji aliyê hebûneyî ve civakî ye û her tiştên pêwendiya xwe bi mirov ve heye divê civakî bin. Lewma bi têgihiştina hebûneyî mirov hemû giraniyê didin ser pêşketina civakê, bedewbûna wê, dikevin nava lêgerîneke wiha û peyda dike. Ev kar hemû 'polîtîka' ye. Karê ku mirovê polîtîk vedîtinên xwe yên civakî bi cih tîne û dixe meriyetê 'exlaq' e. Bi vî rengî mirov ji aliyê ontolojîk ve 'civakî', 'exlaq û polîtîkayê jî' weke gen û cewhera cûreyê mirovan pênase dike. Di rewşeke wiha de aliyê polîtîk û zindîbûn, aliyê exlaqî û civakîbûn digihên hev. Bi vî rengî mirov hemû li gorî potansiyela xwe derfetên pratîkbûnê peyda dikin û bi rengê sîmbiyotîk ve jî bi hev ve têne girêdan. Di nava civaekek wiha de ku her kes bi rengekî çalak û di çarçoveya têkiliyên demokratîk û sîmbiyotîk de bi her awayî bi hev ve girêdayî ne, nepêkane ku pirsgirêka demokrasiyê rû bide. Di nava vê sîstema demokrasiyê ya yekser de ku mafê gotin, nîqaşê û erka biryarê dide civakê, cih ji cihêtiya civakê, hiyerarşî û çînbûyînê nîne. Her kes, her civak, bi kurtasî her cihêrengî di nava xweseriya xwe de jiyana xwe ya civakî ya azad û wekhev ava dike. Eşkere ye ku di nava civakeke wiha de ku kes ji kesî ne mezintir e, her kes di nava xweseriya xwe de tê nirxandin, pirsgirêkên demokrasiyê rû nade, yên heyî jî çareser dibe.

B-) PÎVANA EKOLOJÎKBÛNÊ

Paradîgmaya nû ekolojîk e. Hişmendiya ekolojîk weke yekane hişmendiya bingehîn a îdeolojîk dibîne. Ekolojiyê cih hawirdorparêziya teng cihê dike. Nêzîkatiyên ku ekolojiyê tenê bi hawirdoparêziyê dinirxîne, weke hewldana reformkirina sîstema modernîst kapîtalîst û dirêjkirina temenê vê sîstemê dinirxîne. Rastiya civakî ya ji rê hatiye derxistin weke çavkaniya pirsgirêkên ekolojîk hemûyan dibîne, lewma feraseta ekolojî weke 'ekolojiya civakî' pênase dike.

Civakê jî weke rastiyeke ku xwedî eko-sîstema xwe ye û di rewşa heyî de yekparebûna xwe winda kiriye dinirxîne, bi xwegihandina ekolojiya civakê re (rizgariya ji parçetiya cihêrengiyan û temamkirina hevdu) weke çareseriya pirsgirêkên ekolojiyê hemûyan dibîne. Diyar dike ku dema mirovan têkiliya sîmbiyotîk (xwedîkirina bi hev re) ji nû ve ava kir, li gel çareserkirina pirsgirêkên civakî her wiha pirsgirêkên ekolojîk jî çareser dike.

Feraseta gerdûnî ya vê paradîgmayê anîmîst e. Ev paradîma gerdûnê zindî û azad dibîne. Di cewhera gerdûnê de piştevanî, alîkarî, temamkirina hev, yekbûn û hevsengî heye, lewma weke organîzmaya zindî dibîne. Mirov jî weke pêkhatina gerdûnê mîna 'xwezaya duyemîn' pênase dike. Têkiliya mirov-xwezayê dişibîne têkiliya dayik-zarok. Ev têkiliya ku bi temamî ji sîstema dewletperest a hiyerarşîk qut bûye, di asta ku weke 'xwezaya sêyemîn' tê pênasekirin de, jinûve avakirina bi hişmendiyê datîne ber xwe.

Mirovê ku weke 'kozmosa mîkro' dibîne, ne weke efendiyê gerdûnê, lê belê weke yê ku hemû yên berî xwe di nava xwe de vehewandiye û ji pêkhateyên din ên gerdûnê berpirsyar dibîne. Mirovê ku xwe ji kesayetiya kadavra a sîstema dewletperest a hiyerarşîk rizgar kiriye, xwe gihandiye yekparetiya cewherî, wê bi hestiyar û hesas nêzî tevahiya gerdûnê bibe û têbigihêje ku di nava gerdûneke zindî de ye.

C-) PÎVANA XWE DISPÊRE SÎSTEMA JINÊ

Paradîgmaya nû jinê ji zayendekê wêdetir weke temamiya nirxan, rêbaz û sîstemeke jiyanê dibîne. Civaka destpêkê ku weke 'xwezayî', 'organîk', 'komunal' an jî 'civaka exlaqî-polîtîk' pênase dike, weke civakeke li dora jin-dayikê ava bûye, pênase dike. Sıstema dewletperest a hiyerarşîk weke gavek li dijî civaka komunal a bi pêşengiya jin-dayikê dibîne. Zîhniyeta serdestiya mêr a sîstema dewletperest dispêre 'mêr ê xurt û zexel', civaka destpêkê ku rastiya civakê ye zîhniyeta wê ya komunal jî dispêre 'jin-dayik'ê. Têkoşînên azadî, demokrasî û wekheviyê yên li dijî sîstema serweriy mêr, weke mînaka 'amargî' 'Amargî gotineke bi Sumerî ye, hem tê wateya 'azad'î hem jî 'vegera li dayikê'), weke lêgerîna vegera li jinê diyar dike. Destnîşan dike ku pirsgirêkên civakî hemû ji ber qutbûna ji sîstema bi pêşengiya jinê rû dide û ev pirsgirêk hemû jî tenê bi hiş û hestê jinê dikarin bên çareserkirin.

Biyanîbûna ji jinê weke biyanîbûna ji jiyanê, dûrketina ji wê jî weke dûrketina ji jiyanê dibîne. Jin û jiyanê bi hev re dibîne. Pênaseya Jin-Jiyanê dipejirîne, xwe li gorî vê bi rêk û pêk dike û li ser bingeha mirovbûnê bi cih dike. Ji bo pêkhatina vê jî şikestiya destpêkê ya zayendî (Bi avabûn û mayindebûna dewletê re dema destpêkê ya lawazbûna hêza jinê, di Destana Avabûna Babîlê de li Enûma Elîşte tê sembolîzekirin) û şikestiya duyemîn a zayendî (Di olên yek xwedayî de jin di asta duyemîn a hebûneyê de tên dîtin) weke pêwîstiyê dibîne û destnîşan dike ku divê li dijî mêrtiya heyî şikestina zêyemîn a çandî pêk were. Kes û tevgerên ku wekheviya zayendî nekariye pêk bîne yan jî ev taloq kiriye, ji têkçûnê nikarin rizgar bibin, ji ketina nava sîstemê nikarin rizgar bibe.

Koletiya jinê ji koletiya çînî û neteweyî bêhtir li pêş dibîne. Ji ber vê yekê jî têkbirina vê koletiyê weke çavkaniya azadiyê destnîşan dike. Yanî destnîşan dike ku bi azadiya jinê re civak hemû wê azad bibe. Asta azadiyê ya civakê jî bi asta azadiyê ya jinê dipîve. Ahengiya navbera herdu zayendan jî bi gotina 'hevjiyana azad' pênase dike. Bi vê pênaseyê re qala jiyanê bi xwe dike. Jiyanê bi vî rengî têdigihêje, bi rêk û pêk dike û dijî. Herdu zayendan ji aliyê hebûneyê ve civakî dibîne û diyar dike ku li dora jinê jiyan ava bûye, berevajî sîstema bi serweriya mêr jiyan li dora jinê ye.

Ev paradîgmaya ku me hewl dan bi rengekî kurt pênase bikin, nîşan dide ku kes, rêxistin, nasnameyên civakî û civakên dixwazin xwe ji dewletê, ji jiyana kapîtalîst modernîst rizgar bikin, bê divê çawa tevbigerin. Yek ji van her sê hîman kêm be, wê jiyana civakî nexweş bikeve. Ev yekpare ye, ji hev qut nabe. Her sê li gorî girîngiya xwe divê bi cih bên anîn.

Paradîgma ji ber ku nêrîneke gerdûnî ye û weke 'ya nû' tê pênasekirin, eşkere ye ku ji paradîgmaya dewletperestiyê ya heyî bi her awayî qut dibe. Her wiha yên ku bi navê bindestan tevdigerin, lê belê ji ber paradîgmaya dewletperestiyê di nava sîstemê de dihelin, cihê dike.

Ev nêrîn ne tenê xwe ji yên din cuda dike di heman demê de xwe weke dibistaneke zanistiya civakî ya nû pênase dike. Rêber Apo ev ekola zanistiya civakî wiha pênase kir: 'Dibistana zanistiyên civakî kurewşa hebûneyî ya xwezaya civakî û pêşketina wê li ser bingeha exlaqî û civaka polîtîk lêkolîn dike, dikare weke sîstema şaristaniya demokratîk bê pênasekirin'. Ev yek çarçoveya zîhniyet Rêber Apo destnîşan dike. Sîstema şaristaniya demokratîk, teoriya modernîteya demokratîk, zîhniyeta neteweya demokratîk, bedenbûna konfederalîzma demokratîk û paradîgmaya civaka azadîparêziya jinê, demokratîk ekolojîk... Pênaseyên bi vî rengî xwezaya mirovan û civakîbûna wan ku şertê wê yê hebûnê ye, di nava şert û mercên modernîteya kapîtalîst de ji bo çareseriyê ji hêzên civakî, ji mirovahiyê, ji pirsgirêkên jinan û civakî re peyda bikin, çarçoveya zîhniyetê pêşkêş dike. Hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst, ji ber vê sedemê tecrîdê li ser Sîstema Îmraliyê ferz dikin. Li gel vê yekê jî ev fikrên ku pêwîstiya mirovahiyê pê heye roj bi roj hîn bêhtir digihêje mirovahiyê. Hêzên civakî yên ku ji aliyê ontolojîk ve nakokiya xwe bi sîstema dewletperest, desthilatdarîperest ve heye, her roj hîn bêhtir xwe bi vî fikrî xurt dikin û modernîteya kapîtalîst jî lawaz dibe.

Lewma lîderê PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi saya fikrên xwe yên di nava sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de afirandiye, veguheriye Rêberê Gelan û hîn xurtir bûye. Îro jî li gel astengiyên sîstema modernîteya kapîtalîst, raya giştî ya navneteweyî hîn bêhtir xwedî li Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêber Apo derdikevin. Ev hemû jî di nava sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmrlaiyê de pêk hatiye ku ruhê azadîparêz ên Rêber Apo lê asê nebûye. Rêber Apo bi vî rengî sîstema tecrîdê û êşkenceyê ya Îmraliyê veguherandiye warê mezin ê ronakbîriyê û hîn bêhtir zane û têgihiştî bûye, têgihiştî kiriye, bi navê nirxên komunal ên demokratîk ên hêzên civakî rêya pêngavî heta dawiyê nîşan daye. Ev hemû nîşan dide ku Rêber Apo hîn bêhtir dibe rêberê hêzên li dijî modernîteya kapîtalîst di nava lêgerînan de ne. Her ku ev pêk hat, yên ku komploya 15'ê Sibatê pêk anîn, panên wan wê bêhtir têk biçe û yên bi ser bikevin wê gel bin."