Di salvegera fermanê de NÇÊ Mam Beşîr bi stranekê bibîr anî

Hunermendên Navenda Çandê ya Êzidxanê, di salvegera 7'an a fermanê de yek ji kedkarên Şengalê Mam Beşîr bi stran û klîbekê bibîr anîn.

Di salvegera fermanê de hunermendên Navenda Çandê ya Êzidxanê (NÇÊ) ji bo bîranîna Mam Beşîr stranek û klîbek amade kirin.

Di salvegera 7'an a fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a Şengalê de, şehîdên fermanê bi çalakiyên cuda têne bîranîn.

Yek ji cangoriyên Şengalê Hesen Dûtar bi navê xwe yê naskirî Mam Beşîr e ku 14'ê Kanûna 2020'î li Şengalê şehîd bû.

Strana ku gotin û awazên wê ji aliyê Hozan Xemdar ve hatiye amadekirin, ji aliyê stranbêjên NÇÊ Hozan Xemdar, Berfîn, Hîkmet Bira û Silêman Rengîn ve hate xwendin.

Hunermendên NÇÊ bi rêya stranên xwe hewl didin xwedî li cangoriyên xwe derkevin û nedin jibîrkirin.