Di salvegera 2’emîn a dorpêçê de gelê Mexmûrê daket kolanan

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi boneya 2’emîn salvegera dorpêça ku rêveberiya PDK’ê li ser wan daniye, meşeke protestoyî lidarxistin.

Welatiyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şermezarkirina 2’emîn salvegera dorpêça li ser wargehê meşiyan. Îro di saet 18:00’ê êvarê de gelê wargehê li ber Saziya Malbatên Şehîdan kom bû û dest bi meşê kir. Di meşê de bi berdewamî dirûşmeyên “Kesek nikare roja me tarî bike”, “Bijî Serok Apo” û “Bimire îxanet” hatin berzkirin. Her wiha di meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Tekoşîna Me Ya Hevbeş, Wê Îxanetkaran Têk Bibe, Kurdistan Ne Mala Barzan e, Warê Hemû Kurdan e” hatin hilgirtin. Meş heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî dom kir, li wê derê li ser navê wargehê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Meclîsa Îştarê Xantûr Kara ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Armanca dewleta Tirk a faşîst û qirker ev e ku gelê Kurd bi temamî ji holê rake. Li ser vî bingehî ji roja ku tevgera azadiyê dest bi vê tekoşînê kirî heta niha, her gava ku diavêje, dijmin hertim hewil daye bi awayek hovane gelê Kurd tine bike. Niha jî em dibînîn, êrîş dibe ser hemû nirx û destketiyên gelê Kurd ku bi xwîna hezaran şehîdên leheng yên Kurd hatî bi destxistin. Hezim nake û îro em dibînîn li aliyekê gef li Rojavayê Kurdistanê, ji aliyekê li Başûrê Kurdistanê û li aliyekê jî li Mexmûr dike, bi taybetî hewil dide ku Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike. Dewleta Tirk ya dagirker her çiqas hewil dide serkeftinên mezin bi dest bixe jî, lê tişta ku kirî armanc nikare bi dest bixe. Bi vê boneyê, piştî bûyera 17’ê Tîrmeha 2019’an ya ku li Resturanta Hoqebaz a Hewlêrê ku tê de yek ji berpirsên MÎT’a Tirk ‘Osman Kose’ hatî kuştin û şûnde, bi destê Asayîşa PDK’ê û Rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser Gelê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî, rêgirî û dorpêçek hatiye danîn û rê nayê dayîn ku gelê me yê wargehê derbazî cihên ku di bin serweriya rêveberiya PDK’ê de bibin. Li ser vî bingehî îro em dikevin 2’emîn salvegera rêgirî, dorpêç û ambargoya li ser wargehê. Hêzeke ku xwe bi navê Kurdayetî pênase dike, ev 2 sal in ambargoyek ji aliyê wan ve li ser wargehê tê meşandin. Di vê pêvajoya ambargoyê de gelek bandoriyên nerênî çêbûne. Bi dehan jinên ducanî zarokên xwe ji dest dan, çendîn kesên nexweşiyê giran bi wan re heyî jiyana xwe ji dest dan. Bi wê ve girêdayî şewba Korona jî weke hemû deverên cîhanê li Mexmûrê jî bandoreke neyênî bi xwe re anî. Em wan kesên ku têkiliya wan di van planên qirêj de heyî, şermezar dikin. Em gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, di serî de bang li gelê me yê Başûrê Kurdistanê, tevahî gelê Kurd û dostên Kurdan dikin ku li hember dagirkeriyê bêdeng nemînin, yekîtiya xwe ava bikin û li hember hêzên qirker têbikoşin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Gelê Mexmûrê” û “Bimire Îxanet” bi dawî bû.