Di rojnivîsên gerîla de 15'ê Sibatê
Di rojnivîsên gerîlayên Botanê de komploya 15'ê Sibatê: Heta ku Rêberê me azad bibe, em ê têkoşîna xwe geş bikin. Em ê hemû hêzên komploker di nava komployên wan de bifetisînin.
Di rojnivîsên gerîlayên Botanê de komploya 15'ê Sibatê: Heta ku Rêberê me azad bibe, em ê têkoşîna xwe geş bikin. Em ê hemû hêzên komploker di nava komployên wan de bifetisînin.
Di ser komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 18 sal derbas bûn. Di nava van 18 salan de, tevî şert û mercên giran ên tecrîdê jî Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane ket nava hewldanan. Lê belê dewleta Tirk û hêzên emperyalîst, li dijî van hewldanên aştiyane yên Ocalan, dest bi êrîşên tinekirina gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd kirin. Gerîlayên Botanê dan xuyakirin, ku Ocalan, gelê Kurd û Tevgear Azadiyê bi berxwedaneke mezin bersiv dan van êrîşan. Di rojnivîsên xwe de gerîlayên Botanê destnîşan dikin, ku heta azadiya Ocalan û gelê Kurd, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Gerîlayan hest û ramanên xwe yên li ser komploya 15'ê Sibatê li rojnivîsên xwe nivîsandin. Beşek ji van rojnivîsan jî bi vî rengî ye:
'JI ROJA ME YA PÎROZ RÊBER APO RE'
ASMÎN RONÎ: Me saleke din li pey xwe hişt û deriyê xwe li zivistaneke sar vekir. Em bi metreyan li binê erdê ne. Me şikeft e, mîna bajarekî binê edê ye! Kato! Katoyên bi heybet! 'Çiyayên Tarî' ne, dijmin nikarin xwe bigihînin vê derê. Kato ji bo me ronahî ye. Em vî şerê ku li çiyayên xwe dimeşînin, li vî bajarê binê erdê, bi bîranîna hevrêyên xwe hewl didin bi felsefeya we hê bi xurtî bimeşînin.
Em gotinên we dixwînin. Bi metreyan li binê erdê, bi nêrîn û ronahiya we em pêşiya xwe ronî dikin. Em dil û mejiyê xwe bi felsefeya we dişon.
Em jin, ku hûn her tim hevrêyê wê ne, bi hesta tolhlidan û hêrseke mezin her roj dest bi rojê dikin.
Em li biharê û li we difikirin. Dibe ku li Amedê, dibe ku li Cûdî. Li welatekî bi gel û bi we ere difikirin. Ji bo vê jî em xwe ji bo şerekî dijwar, ji bo bihareke nû, ji bo saleke nû amade dikin. Di vê biharê de wê tivingên me bêdeng nebin, heta serketin bi dest bikeve!
'ROJA DESTPÊKÊ YA 15'Ê SIBATÊ LI BOTANÊ'
GULAN ÇEKDAR: Her kesê ji xwe re dibêje, ez mirov im, her Kurdekî dixwaze bi rûmetî bijî, heta dawiya emrê xwe wê vê roja lenetbûyî ji bîr neke. Înkar û îmya, ku di dîroka civaka me de bi tepisandina raperîna Şêx Seîd a 1925'an dest pê kir, roj bi roj kûr bû û herî dawî bi komploya 15'ê Sibata 1999'an derket asta felaketeke mezin. Rêbertî dîl hat girtin. Di şexsê wî de ruhê azad, vîna azad, ramanê azad û jiyana azad dîl hatin girtin.
Tevî ku gelek sal di ser re derbas bûn, em vê roja ne bi xêr û reş, bi dilşikestî pêşwazî dikin. Cih û dem guherî be jî, hest û raman hê mîna xwe ye. Ji bo ev yek bê guhertin, divê Rêberê me bikeve nava me. Ev yek jî bi têkoşîneke xurt dibe. Gunehê hevrêtiya netêrker, bi vî rengî dikare ji holê were rakirin.
'KÛRBÛNA LI SER 15'Ê SIBATÊ'
TAMARA WARJÎN: Îro danê sibehê, bi roj baş re me hemûyan dest bi xwendin û nivîsandinê kirin. Di dema xwe ya perwerdeyê de, me li dibistanê li analîzên we guhdarî kir.
Îro 15'ê Sibatê ye! Bi gotina Kurdan 'Roja Reş'. Roja ku roja me, Rêber Apo ji aliyê bedenî ve dîl hat girtin. Û roja ku cîhan tev bû yek û hewl da roja me desteser bike. Ev roj bi gotinan nayê vegotin.
Îro dema li Rêber Apo, Şêx Seîd, Seyîd Riza fikirîm, careke din li nava rûpelên bi xwîn ên dîrokê yên li ser Kurdan geriyam.
Me îro xwarin nexwar, av venexwar. Tevahiya rojê hemû hevalan nivîsandin û xwendin. Kûrbûna li ser 15'ê Sibatê, tolhildan û hêrseke mezin dixe dilê mirovan.
'EM Ê BI RUHEKÎ FEDAYÎ LI BER XWE BIDIN'
ROJBÎN MAHÎR DÊRIK: Di şexsê Rêberê me de hewl dan bi komployê gelê Kurd, mirovahiyê û tevgera me tine bikin. Tevgera azadiyê çi zû çi jî dereng wê hesabê vê bipirse.
Ji 7 heta 70 salî her kes bê tirs û bi hêrs li dijî komploya 15'ê Sibatê têdikoşin. Bi ruhekî fedayî têdikoşin û radibin serhildanê.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî bi berxwedana xwe, komployê pûç dikin. Û ji bo azadiya Rêberê me li her qadê têdikoşin. Ev têkoşîn wê di sala pêş de veguhere berxwedaneke mezin. Heta ku Rêberê me, gelê me azad bibe, em ê têkoşîna xwe geş bikin û hêzên komploker di nava komployên wan de bifetisînin.