Di rêya azadiyê de bav û kur
Hevrêyê gerîla Andok Zindan Dildar Wan vegot: ‘’Xeyalî jî ew bû ku ji bo bîranîna sembola têkoşînê Şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) ji Bedlîsê hemû leşker û polîsan derxîne.’’
Hevrêyê gerîla Andok Zindan Dildar Wan vegot: ‘’Xeyalî jî ew bû ku ji bo bîranîna sembola têkoşînê Şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) ji Bedlîsê hemû leşker û polîsan derxîne.’’
PKK tevgereke wiha ya baweriyê ye ku bav û kurd bi baweriyeke ku azadiyê biafrînin berdêlan didin. Qada têkoşînê ya ku ji milyonan zêdetir bûye jî ji vê baweriyê çêdibe. Gerîla Andok Zîlan ku qet bavê xwe neditiye lê berxwedana wî ya li qadên têkoşînê watedar kiriye tevlî nav PKK’ê bû. Zindar heta hilma dawî li pey rêça bavê xwe dimeşe, bi azaweriya azadiyê 29’ê Gulana 2016’an jiyana xwe ji dest dide.
‘LI PEY RÊÇA BAVÊ XWE’
PKK çawa ku bandorê li tevahiya Kurdistanê dike li cografyaya Bedlîsê deng vedide. Malbata Andok Zîlan jî bi germî nêzî PKK’ê dibin û ji malbatê tevlêbûn çêdibin. Andok Zîlan (Egîd Akbay) 1990’i li gundê Çevre ê Tetwana Bedlîsê ji malbateke welatparêz mezin dibe. Bandora PKK’ê û hêviya azadiyê ya ku gelê Kurd ava kirî, bavê gerîla Andok Sîpan (Sadrettîn Akbat) ber bi qadên azadiyê ve dikişîne. Bav Sîpan Akbat bi azweriya azadiyê heta hilma xwe ya dawî şer dike û 1990’î li Geverê ya Colemergê bi 7 hevalên xwe re şehîd dibe.
Andok ku qet bavê xwe neditiye, heta ku tevlî nav gerîla dibe, bi baweriya bi têkoşînê mezin dibe. Ji bo ku birayê wî jî bi kodê Sîpan tevlî nav gerîla dibe lêgerînên Andok kûrtir dibin. Di dema lîseyê de qanih dibe ku ne dikarî li dibistan û ne jî li devereke dî ya civakê dikare bijî û dev ji dibistanê berdide. Weke ciwanekî Kurd li dijî dewleta Tirk a ku xaka Kurdistanê û civaka wê dimije têdikoşe. Tevlî nav xebatên ciwanan dibe, piştî demeke kurt tê girtin û 7 mehan li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê dimîne. Di dema girtîgehê de hewl dide ji nêz ve têkoşîna azadiyê nas bike. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve 2015’an diçe serê çiyayên Kurdistanê ku bavê wî lê têkoşiya û jiyana xwe ji dest da.
‘HEVRÊYEKÎ ME YÊ WIHA MEZIN BÛ KU JI BO WELATÊ XWE CANÊ XWE DA’
Hevalê Andok Zindan Dildar Wan, wiha behsa Andok dike: ‘’Heval Andok bi hêrseke mezin a li dijî dijmin û bi baweriyeke meizn a li tevgera me tevlî nav gerîla bûbû. Bi baweriya ku wê azadiyê diyarî welatê xwe bike pir bicoş û kelecanî bû. Ji ber ku li wan çiyan bû ku bavê wî j îlê têkoşîn dabû vê heval Andok aram dikir. Jixwest ku di felsefeya Rêbertî de kûr bibe û bi vî rengî ji bo ku Kurdistana azad ava bike, di jiyana xwe de û di şerê xwe de xwe dida û xwedî îdîa bû. Me hemû bi hevaltiya wî ya fedekarî û xwînşîrîn ew nas kir. Bi hezkirineke mezin ji hemû hevalên xwe hez dikir. Xeyala wî ew bû ku ji bo sembola têkoşînê Şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) ji Bedlîsê hemû leşer û polîsên dewletê derxîne. Yek ji wan hevrêyên mezin bû ku ji bo Kurdistanê û girêdanaî ya bi têkoşîna azadiyê canê xwe da. Ez jî ji bo bîranîna wî sonda pêgirîbûna bi têkoşîna wî ve didim.’’
‘HER ÇI JÎ BIBE PKK WÊ BI SER BIKEVE’
Andok Zindan (Egîd Akbat) di dîmenekê de ku beriya jiyana xwe ji dest bide hatiye tomarkirin wiha dibêje: ‘’Ji bo min pir watedar e ku ez li çiyayên Kurdistanê me ku bavê min di vê rêkê de jiyana xwe ji dest daye. Îro têkoşîna me li asta herî jor a serkeftinê ye û em ji her tiştî re hazir in ku dijmin ji welatê xwe derxînin. Her çi jî bibe tekoşîna PKK’ê wê bi ser bikeve.’’