Di Rewşa Awarte de li Wanê 13 hezar binpêkirinên mafan!

Şaxa ÎHD’ê ya Wanê diyar kir ku di Rewşa Awarte de 13 hezar binpêkirinên mafan pêk hatiye.

Şaxa ÎHD’ê ya Wanê zext û binpêkirinên mafên mirovan ên di Rewşa Awarte de bi raporekê eşkere kir.

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê yê Wanê Mûral Melet û rêveberên şaxê tevlî civînê bûn. Melet di civînê de diyar kir ku li Tirkiyeyê demokrasî nemaye û bi zagonên nû re Rewşa Awarte bi metodeke din tê domandin.

Melet got ku, “Ji 23’ê Tîrmeha 2016’an û heta niha 32 Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de hatin weşandin. Di Rewşa Awarte de 125 hezar û 800 kes hatine îxrackirin.”

‘LI WANÊ 5 SIVÎL HATIN QETILKIRIN’

Melet bal kişand ser mirinên bi guman û diyar kir ku mirina 7 kesan bi guman e. Melet diyar kir ku li Wanê di şer de 5 sivîl hatine qetilkirin.

Melet li ser zextên li ser zarokan jî got ku, “5 zarokan xwe kuştine û 17 zarok jî hatine îstîsmarkirin. Di heman demê de 4 jin hatine kuştin û jinek jî birîndar bûye. Li Wanê ji ber şîddeta nav malê 6 jin û mêrekî xwe kuştine.”

‘1573 KES HATIN DESTGÎRKIRIN’

Melet diyar kir ku 19 girtî êşkence li wan hatiye kirin û di 2 salan de 1573 kes hatine destgîrkirin û 283 kes ji ber sedemên siyasî hatine girtin. Melet bal kişand ser vî tiştî ku polîsan avêtine ser 1024 malan.

‘HEMÛ HEVŞAREDAR HATIN GIRTIN’

Melet got ku, “Li bajarê me 12 hevşaredar ji peywira xwe hatin stendin û gelek hevşaredar a niha di girtîgehê de ne.”

Melet têkildarî zextên li girtîgehan jî got ku, “150 kes sewqî girtîgehan hatine kirin, 12 girtî mafê wan ê tendirustiyê hatiye binpêkirin û 12 girtî mafê wan ê hevdîtina bi malbatê re hatiye astengkirin û 8 girtî jî di şertên tecrîdê de ne.”

Melet herî dawîn jî diyar kir ku, tevî serlêdanên li komeleya wan û bi qasî ku ji çapemeniyê şopandine, li Wanê 13.266 caran maf hatine binpêkirin.