Di operasyona Reqayê de baskê sêyemîn
Di Pêngava 3’emîn a Xezeba Firatê ku 4’ê Sibatê ji 2 baskan ve destpê kiribû, baskê 3’emîn destpê kir.
Di Pêngava 3’emîn a Xezeba Firatê ku 4’ê Sibatê ji 2 baskan ve destpê kiribû, baskê 3’emîn destpê kir.
Pêngava 3 mîn ya Hemleya Xezaba Firatê didome.
Ji îro ve baskê 3ʹyemîn ê pêngavê ket tevgerê. Baskê sêyemîn ji ser rêya Mekmen ket tevgerê û piştî nîvro 5 kîlometreyan ber bi Reqqayê ve pêş ve çû. Di encamê de şervanan gundên Siyad, Hessen Zeyt piştî şerên dijwar ji çeteyên DAIŞ rizgar kirin. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gelek mayînên Komên Çete yên DAIŞʹê bê bandor bkirin.
Gava yekem a Pêngava Xezeba Firatê 4’ê Mijdara 2016, gava 2. 10 Kanûna 2016’an û gava 3. Jî 4’ê Sibata 2017’an hatibû destpê kirin. Di van pêngavan de hata niha bi sedan jîngehên welatiyan ji çeteyên DAIŞ’hatine paqijkirin. Şervanên Pêngava Xezeba Firatê 9 km ji navenda bajarê Reqayê dûr in.