Di Newroza Agirî de mesaja 'NA' hat dayîn
Parlamentera HDP'ê Taşdemîr di Newroza Agiriyê de axivî û got, "Li dijî şer, ji bo cenazeyên me yên li Cizîr û Sûrê li erdê hatin hiştin û ji bo vîna me ya dîl hatiye girtin, em ê bêjin 'NA'."
Parlamentera HDP'ê Taşdemîr di Newroza Agiriyê de axivî û got, "Li dijî şer, ji bo cenazeyên me yên li Cizîr û Sûrê li erdê hatin hiştin û ji bo vîna me ya dîl hatiye girtin, em ê bêjin 'NA'."
Pîrozbahiya Newrozê ya li Agirî, bi şiyara "Em ê teqez bi ser bikevin" li Otoparka Vekirî ya Şaredariyê hat lidarxistin. Welatiyên li ber avahiyên rêxistinên HDP û DBP'ê li hev civiyan, bê pere bi otobusan hatin qada Newrozê. Jinên ku bi kincên xwe yên gelêrî hatin qadê, li ber stranên Kurdî govend gerandin.
Pankarta bi nivîsa "Em ê teqez bi ser bikevin, Newroz pîroz be" li platforma li qadê hat daliqandin. Qad bi alên HDP û DBP'ê hat xemilandin û gel flamayên 'NA' hilgirt.
Parlamenterên HDP'ê yên Agirî Dîrayet Taşdemîr, Bedran Ozgturk, Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman û Hevşaredarê Agirî Sirri Sakik ê ji wezîfeyê hat girtin, tevlî pîrozbahiyê bûn.
Di destpêkê de li ser navê Komîteya Amadekar Hevseroka HDP'ê ya Agirî Olcay Ozturk derket ser dikê, spasiya gel kir û hemû beşdar silav kir.
Parlamentera HDP'ê ya Agirî Dîlan Dîrayet Taşdemîr dûre mafê axaftinê girt û Newroz li gel pîroz kir. Taşdemîr di destpêkê de silavên xwe ji Hevserokên HDP'ê yên girtî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyan re şand û got, "Silav be li hemû berxwedêrên zîndanan re."
'BERSIV WÊ DI 16'Ê NÎSANÊ DE WERE DAYÎN'
Taşdemîr bal kişand ser Newroza sala 2013'an û got, "Me Newroza 2013'an di aştî û demokrasiyê de pîroz kir. Lê belê di nava 2 salên dawî de êrîşên hovane hatin kirin. Bi peyama Birêz Ocalan re em li bendê bûn ku di nava aştiyê de bijîn, lê AKP'ê mase qeliband. Koledarî li ser Kurdan ferz kir. Dibêjin 'yek milet, yek ziman'. Kurd wê vê qebûl nekin. Kurd wê di 16'ê Nîsanê de bersiva vê bidin."
Parlamentera Agirî Taşdemîr bal kişand ser destûra bingehîn a AKP-MHP'ê ku pêşkêşî referandûmê dikin û got, "Di vê destûra bingehîn de Kurd nîne, jin nîne, mafên karkeran nîne. Aştî, azadî nîne. Padîşahek heye û mafên desthilatdariya wî hene. Li dijî van hemûyan em ê bi ruhê 7'ê Hezîranê bêjin 'NA'. Li dijî şer, ji bo cenazeyên me yên li Cizîr û Sûrê li erdê hatin hiştin û ji bo vîna me ya dîl hatiye girtin, em ê bêjin 'NA'."
Piştî axaftina Taşdemîr, peyama Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hat xwedin.
Li dû mesajên hatin xwendin Hevşaredarê Agirî Sirrî Sakik axivî.
Sakik got, ‘’Mesaja Birêz Ocalan a Newroza 2013’an mesaja rêwitiya ber bi bihiştê ve bû, wê siyaseta demokratîk pêk bihata û çek bêdeng bibûna. Ji bo vê jî her cure peywir me qebûl kir, ma da ser milan’’
Sakik têkildarî referandûmê wiha got: ‘’Niha yên ku fatîhayê li ser miriyên Kurdan dixwînin dibêjin em ê destûreke nû deynin. Ev ji Kurdan re azadiyê nayînin. Dibêjin ku hewce bike em ê şer bikin, em ji şer natirsin. Ulkucîyan jî 12’ê Îlonê çepgir, Kurd, Elewî kuştin. Em dizanin bê ka çawa kuştin, lê em ji we natirsin, vî gelî bi vî rengî tepeser dikin. Bila zanibin ku ti zext encam ênayînin. Ya acîl û hewce ew e ku siyaseta demokratîk ya di mjesa Birêz Ocalan de a sala 2013’an pêk were. Divê ev pêvajo dîsa dest pê bike. Ti fêdeya şerê bi Ewropa, Emerîka, Rojihilata Navîn re nîn e. Di vî şerî de hejar dimirin. Niha dema biratiyê ye, divê em demokrasiyê mezin bikin.’’
Piştî axaftina Sakin agirê Newrozê hate vêxistin. Piştî agirê Newrozê hate vexistin, hunermend Nurcan Demîr stran gotin. Li ber muzîkê govend tê gerandin.