Di navbeyna Colemêrg û Wanê de 20 cihên kontrolê

Li gel ku navbeyna Colemêrg û Wanê 200 kîlomtro ne jî li 20 cihan cihên kontrolê hatine danîn. Li cihên kontrolê her roj heqerat li mirovan tê kirin û mirov têne destgîrkirin.

Di navbeyna Colemêrg û Wanê de dema ku mirov dikeve gelek navçeyan cihên kotrolê hene. Leşker û polîsên Tirk cihên kontrolê kirine weke cihê êşkenceyê. Li her cihê kontrolê bi saaetan welatî têne sekinandin.


AMBÛLSAN JÎ DISEKINÎNIN

Li her cihê kontrolê bi kîlometroyan wesayit dikevin pey hev. Bi saetan nexweş, jinên ducanî, yixtiyar di wesayitan de têne sekinandin. Gelek caran li pey wesayitên ku dane pey hev ambûlans bi saetan têne sekinandin.

Navbeyna Stenbolê û Erzeromê li gel ku 2 hezar kîlometro ye jî hîç cihên kontrolê nîn in, di navbeyna Colemêrg û Wanê de bi kêmanî 20 cihên kontrolê hene. Li van cihên kontrolê mirov bi saetan têne sekinandin, di navbeyna mirovan û hêzên dewletê de gelek caran rageşî çêdibin. Ji ber sedema rageşiyê gelek caran hêzên çekdar ên dewletê dijûnan li mirovan dikin û wan destgîr dikin.

HETA NÎVÊ ŞEVÊ DIDOME

Nexasim li sêgoşeya Wan-Colemêrg û Geverêli cihên kontrolê yên mîna Bebleşîn û Hoşapê de welatî heta bi nîvê şevê têne sekinandin.

Mehên zivistanî li ser rêya Colemêrg û Wanê, li cihên kontrolê ji ber ku welatî pir têne sekinandin ev dibe sedema ku welatî helwestê nîşan bidin, gelek caran ji ber sedema pirbûna cihên kontrolê û li rêyan gelekî têne sekinandin wesayit neçar dimînin ku vegerin Wanê yan jî Colemêrgê. Rêya Wan û Colemêrgê ku 3 saetan didome, carinan 12 saetan didome.
'RÊYA ÊŞKENCÊ''

Rêwiyekî ji ANF'ê re got,''Em ji rêya Wan-Colemêrgê re dibêjin, 'rêya êşkencê''. Ji ber ku li ser vê rêyê her cure êşkence û zilm heye. Dewletê artêşek kiriye ser vê rêyê. Di navbeyna rêya Wan û Colemêrgê hingî cihên kontrolê zehf in em nema dikarin bihijmêrin. Her roj têne zêdekirin cihên kontrolê. Li her tiştê me digerin. Dewlet li ser me polîtîkayeke wiha tayet dike. Wek ku dewlet pir ji me ditirse. Heke ne ji tirsa ba, ev qasî bi ser me de nedihat.''