Di navbera YPG û Rûsya de hevpeymanek nû
YPG'ê ragihand ku di çarçoveya lihevkirina wan de Rûsya wê baregegekî leşlerî li Efrînê were vekirin. Li gorî lihevkirinê wê Artêşa Rûsya şervanên YPG'ê li gorî teknîka modern a şer perwerde bike.
YPG'ê ragihand ku di çarçoveya lihevkirina wan de Rûsya wê baregegekî leşlerî li Efrînê were vekirin. Li gorî lihevkirinê wê Artêşa Rûsya şervanên YPG'ê li gorî teknîka modern a şer perwerde bike.
Berdevkê Fermî yê YPGʹê Rêdûr Xelîl di derbarê lihevkirina bi Rûsya re daxuayniyek da û wiha got;
"Hebûna hêzên çekdar ên artêşa Rûsya li herêma Cindêrsa Efrînê di encama peymanekê di navbera hêzên me û artêşa Rûsya de pêk hatiye. Ev peyman li ser bingeha tekoşîna li dij terorê û alîkariya artêşa Rûsya ji bo perwerdekirna hêzên me ya li ser rêbazên şerê nûjen, hatiye kirin. Ji têkiliyek rasteras bi rûsya re bê danîn.
Ev pêngaveke baş û pozitîfe di çarçoveya tekoşîna li dij terorê ku li Sûriyê pêk tê û bi taybetî piştî ku hêzên me xwe di şerê li dijî terorê isbat kirin. Ev yek bû sedem kû gelek hêz alîkarî û peymana bi yekîneyên me re deynin.ʺ