'Di nava 9 mehan de 2397 caran mafên mirovan hatin binpêkirin'

Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet diyar kir, ku bi navê Rewşa Awarte hemû mafên jiyanê li herêmê tên qedexekirin û got, di nava 9 mehên sala 2017'an de 2397 caran mafên mirovan hatine binpêkirin.

Serokê Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Wanê Mûrat Melet, li ser binpêkirina mafên mirovan, qedexeyên bi navê Rewşa Awarte li herêmê tên ferzkirin û operasyonên leşkerî ji ANF'ê re axivî.

'QEDEXEYÊN KÊFÎ'

Melet da zanîn ku piştî Rewşa Awarte hate îlankirin gelek caran mafên mirovan hatine binpêkirin, sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin û got, "Bi hinceta Rewşa Awarte li dehan cihan derketina derve hate qedexekirin û gel hate mexdûrkirin. Gelê Herêma Serhedê, bi taybetî jî Wan debara xwe bi giranî bi sewalkariyê dike. Qedexekirina çûyîna zozanan, aboriya vê herêmê gelekî kêm kir. Rewşa Awarte bi xwe re pêkanînên kêfî anî û gelên Tirkiyê mexdûr kir."

'2397 CARAN MAFÊN MIROVAN HATIN BINPÊKIRIN'

Melet anî ziman ku di nava 9 mehên sala 2017'an de 2397 caran mafên mirovan hatine binpêkirin û wiha pêde çû: "Li bajarê me Wanê 2397 mafên mirovan hatin binpêkirin û jiyana gelan hate tengkirin. Bi taybetî bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de mafên gelek mirovan hatin binpêkirin. Wekî din mafê ramanê, civakî û aborî hatin astengkirin. 893 karker bêyî ku bên darizandin ji kar hatin derxistin û hatin mexdûrkirin. Li dijî çapmeniyê êrîşên dijwar dewam dikin û bi dehan rojnamevan di girtîgehê de ne. Her meh li Wanê 30 rojan qedexeya lidarxistina civîn, xwepêşandan û daxuyaniyan hate dirêjkirin. 475 welatî hatine binçavkirin û ji van 91 kes hatine girtin. Wekî din bi awayekî bê qanûnî li ser sedan malan de hatine girtin."

'5 JINAN JIYANA XWE JI DEST DAN'

Melet bal kişand li ser tundiya li jinan tê kirin û wiha axaftina xwe domand: "Tundiya li ijnan tê kirin derketiya asta herî bilind. 3 jin, ji ber şîdeta di nava malê de û bi giştî 5 jinan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha tundiya li zarokên keç tên kirin jî  didome û di asta herî bilind de ye. Li navçeyên Elbak, Erdîş, Artemêtan û Peyîzavayê 17 zarok rastî îstismara zayendî hatine."

'GIRTÎGEHÊN WANÊ BÛNE QADA ÊŞKENCEYÊ'

Melet işaret bi binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehên li Wanê jî kir û got, "Bi Rewşa Awarte re Girtîgehên Wanê veguherîn qada êşkenceyê û di asteke bilind de mafên mirovan lê tên binpêkirin. Li Wanê di kampûsekê de sê girtîgeh hene û her sê girtîgeh jî di warê binpêkirinên mafan de hevdû derbas dikin. Sirgûn, pirsgirêkên tenduristiyê, name, telefon û rojname tên qedexe kirin. Bi taybetî li Girtîgeha Tîpa T a Wanê gelek pêkanînên cuda û giran tên kirin."

'LI AGIRIYÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ'

Melet di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser Girtîgeha Tîpa F a Agiriyê jî û wiha got: "Li Girtîgeha Tîpa F a Agiriyê êşkence û binpêkirina mafên mirovan di asta herî bilind de ne. Girtiyên li Girtîgeha Agiriyê ji ber binpêkirina mafên mirovan ketine greva birçîbûnê ya bê dorveger. Divê bala raya giştî li ser girtyan be û wezîrê edaletê bikeve dewrê. Li dijî binpêkirina mafên mirovan em ê têkoşîna xwe bidomînin."