Di meha Tîrmehê de çi bi serê rojnamevanan ve hat?

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) li ser binpêkirina mafên rojnamevanan di meha Tîrmehê de raporek amade kir. Di raporê de ji bo xwedîderketina li Erdogan Alayûmat ê hate girtin, bang hate kirin.

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad, rapora xwe ya li ser binpêkirina mafên rojnamevanan di meha Tîrmehê de, eşkere kir.

Raporê bi gotina, "Zext û zordariya li rojnamevanan tê kirin, dibe sedem ku Tirkiye roj bi roj hê bêhtir ber bi kategoriya ku li cîhanê yên nayê xwest bê dehfdan" û wiha dewam kir: "Herî dawî pirsgirêkên ku bi Yekîtiya Ewropayê re rû dan, vê rastiyê pesend dike. Xebata Endamtiya Yekîtiya Ewropayê hat rawestandın. Wisa dixuye ku ev ê hê li vir jî nemîne. Hişmendiya heyî ya zordest bê ku van xetereyan bigire ber çav di rêya diyarkirî de lez dide xwe û diçe.  Rapora meha Tîrmehê ya binpêkirina mafê rojnamevanan vê rewşê destnîşan dike."

KARNAMEYEKE JI VÊ XERABTIR NÎNE'

Di dewama raporê de hat gotin, 

"Li gorî vê yekê, li gel ku li Tirkiyeyê di nava Tîrmehê de 9 rojnamevan ji girtîgehan hatin berdan jî hê hejmara rojnamevanên di girtîgehên Tirkiyeyê de dimînin 171 e. Bi gotineke din, hejmara girtiyên rojnamevan ên li Tirkiyeyê ji hejmara rojnamevanên girtî yên ji cîhanê pirtir e. Ev jî rave dike ku li Tirkiyeyê binpêkirina mafên rojnamevanan ji hemû binpêkirinên ku li cîhanê li rojnamevanan tê kirin pirtir e. Ev karname ji bo hikumet û dewletek karneya herî xerab e.

Rastî ev e ku ev karname bi deste hikumeta AKP’ê hatiye afirandin. Tişta ji vê xerabtir jî, hikumeta AKP’ê bi dest û çar lepan xwedî li karnameyê dertê û diparêze. Paşeroja desthilatdariya xwe jî li ser karneyeke wisa ava dike. 

Ji ber vî hişmendiya xwe ye ku  xebatên rojnamevanan ên rojnamegeriyê wek kar û barê casusiyê diyar dike û wan davêje girtîgehan. Mînka girtina Nûçegihanê Dihaberê Erdogan Alayûmat mînakeke li ber çavan e. 

'DIVÊ XWEDÎ LI ALAYÛMAT BÊ DERKETIN'

Ji bo girtina Alayûmat a ji ber 'casusiyê' dengek ji xwediyê pergalên rojnamegiriyê derneket. Ev helwest, helwesteke famkirin û ya qebûlkirinê nîne. Divê dengeke bi hêz û bilind hebe. Ji ber tewambariya casusiyê girtina Rojnamevan Alayûmat herî kêm bi qasî ya Rojnamevan Can Dundar û Enîs Berberoglû xeternak e û ya qebulkirinê nîn e.

Xaleke din a xeter jî ev e ku rojnamegevanên ku di Tîrmehê de hatin girtin yek ser têkildarî Kurdistanê ne. Em dixwazin bala raya giştî bikişînin ser vê. Ev metirsiyeke cidî ye. Pêwîstî pê heye ku ev mijar ji nêz ve bê şopandin û teşhîra wê jî baş bê kirin. Heta teşhîra wê neye kirin li Tirkiyeyê azadbûna rojnamegevaniyê ji xewn û xeyalan derbasê jiyanê nabe. Li Kurdistanê azadkirina rojnamevaniyê wê li Tirkiyeyê yekser ji bo her tişê derfetê azadiyê bide afirandin."

DI NAVA VÊ MEHÊ DE ÇI QEWIMÎN?

Li ser binpêkirina mafên rojnamevanan di raporê de ev agahî hatin dayin:

1-171 rojnamevan girtî ne 
2-25  rojnamevan hatin binçavkirin. (8 ji wan rojnamevanên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ne) 
3-41 rojnamevan hatin darizandin. 
4-5 rojnamevan hatin girtin. 
5-6 rojnamevan der barê wan de doz hat vekirin. 
6-5 TV lisansa wan ji aliye RTUK’ê ve hat betalkirin 
7-3 rojnamevan ji bo wan 9 sal, 10 meh û 7 roj cez hat birîn. 
8-3 malperên înternetê ji aliye BTK’ ve 16 car hatin astenk kirin. 
9-3 rojnamevan rastî êrîşê hatin
10-9 rojnamevan hatin texliyekirin 

Em Însiyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) encama raporê wek neqeba xitimî ya Tirkiyeyê dibinin û vedibêjin. ÎRA bi ti awayî rewşa hat vegotin qebûl nake û hemû berpirsên ku bûne sedemê vê encamê bi tundî şermazer dike. ÎRA li gel berpirsên rewşa heyî bang li herkesî dike û dibêje: Werin em hemû rojnamevanan ji zindanên Tirkiyeyê derxin û rizgar bikin ku em xwe û her kesên ku li Tirkiyeyê dijîn azad bikin."