Di lehiyê de dayikek û 3 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan

Li Êlihê ji ber lehiyê dayikek û 3 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan.

Li Êlihê doh bi şev baran zêde bariya. Lalîhan Guner a 54 salî li Taxa Seyîtler li ber lehiyê ket û jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de 3 zarokên Gunel ên ku temenê wan di navbera 1 heta 9’ê de bûn, ketin ber ava lehiyê û winda bûn. Destpêkê cenazeyê Îsrafîl Guner ê 5 salî hate dîtin. Piştre cenazeyê Asenat Guner a 1 salî hate dîtin. Piştre cenazeyê zarokê wê yê seyem jî hate dîtin ku 9 salî bû û navê wî/ê nehat zanîn.

Cenazeyên zarokan ji bo otopsiyê rakirina morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.