Di kongrya MEBYA-DER’ê de li hemberî tecrîda Ocalan bi hêrs bûn

Di kongeya MEBYA-DER’ê de ji bo hevserokatiyê Şehmûs Karadag û Yuksel Almas hatin hilbijartin. Di kongreyê de nerazîbûn nîşanî tecrîdê hate dayîn û peyama ‘Kurd wê neqedin’, dan.

Komeleya Çand, Yekitî, Piştevaniya Malbatên li Dergûşa Şaristaniyan Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî bi dirûşma "Bi ruhê yekitiya neteweyî dema azadiyê ye" li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê dar xist. Li eywana ku kongre lê hat lidarxistin pankartên "Em dayik in jiyanê diparêzin", "Destên xwe ji nirxên me vekişînin", "Bi xeyalên cangoriyan em xwe bi rêxistin dikin" hatin daleqandin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê yên Amedê Semra Guzel, Remziye Tosun, Hevserokên HDP'a Amedê Gulşen Ozer û Zeyyat Ceylan, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêxistinên Sivîl, Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED) tevlî bûn.

Di kongreyê de destpêkê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn axivî û diyar kir ku desthilat bi êrişên topyekûn dixwaze zextê li kurdan bike û wiha got: "Bi grankirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zilmê li gelê kurd dike. Helw didin gelê kurd bê bêhn bihêlin. Em soz didin gelê kurd ku li her derê em ê têkoşînê biqîrin."

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî destnîşan kir ku gelê kurd bi kuştin û komkujiyan naqede û wiha axivî: "Desthilat hewl dide nakokiyan bike nav gelê kurd. Em bi gelê xwe re bûne weke malbat. Em zarokên van dayikan e. bi firotina pêşeroja Tirkiyeyê naxwazin gelê kurd azad bibe. Em vê qebûl nakin. Lewre navnîşana çareserkirina pirsgirêkê Birêz Ocalan e. Bi birîna diyalogê re rewşa Tirkiyeyê guherî. Gotin wê kurdan tasfiye bikin lê dizziya wan derket holê. Ne pêkan e ku kurd biqedin. Timik dayikan û gelê me destê xwe dirêj kirine. Lê we meseyê quliband. Em ê heta dawiyê vê têkoşînê bidomînin. Tenê yek ji me jî bimîne em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Dayîka Egît Îpek Halîse Aksoy ku cezayê kurê wê jê re bi PTT'ê hat şandin jî banga yekitiyê kir û ev tişt got: "Divê em serbilind bin. Çi dikin bila bikin wê têkoşîna me bi dawî nekin. Hê jî cenazeyê kurê min ji bîra min neçûye."

Piştî axaftinan peyama ku Hevseroka MEBYA-DER'Ê Yuksel Almas ji Girtîgeha Jinan a Amedê şandibû hat xwendin û Almaz azadî û aştiyê ji bo kongreyê xwest.

Piştî xwendina rapora xebatan rêveberiya nû ya kongreyê hat hilbijartin. Ji bo Hevserokatiya MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag û disa Yuksel Almas hatin hilbijartin.