‘Di kanên komirê de tu ewlehiya karkeran tuneye’

Li Kurdistan û Tirkiyeyê herî zêde di serdema hikûmeta AKP'ê de cînayetên kar ên karkeran zêde bû. Di 17 salên serdema AKP'ê de zêdeyî 20 hezar karker mirin. Li herêma Şirnexê jî di nava du salên dawî de di encama hezaza kanên komirê de 14 karker mirin.

Li kana komirê ya li çoltera gundên Nêvava û Gilindor ên bi ser navenda Şinrexê ve di 24’ê Kanûna 2019’an de hezaz pêk hat û karkerê bi navê Hasan Înal di bin hezazê de ma û jiyana xwe ji dest da. Bi vê bûyerê re di nava du salên dawî de 14 karkerên kanên komirê yên li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaza dawî kana komirê re carek din awir zivirîn ser şert û mercên tedbîrên kêm ên karkerên madenê. Ev kanên komirê bûne cihê kargehên debara xelkê herêmê. Di salên dawî de nêzî 15 hezaz û qezayên kar pêk hatin. Di van hezaz û qezayên kar de di nava du salên dawî de 14 karkeran jiyana xwe ji dest da û karkerek jî birîndar bû.

DI 2 SALAN DE 14 KARKER JIYANA XWE JI DEST DAN

4’ê Cotmehê 2017: Di Kana Komirê ya Jimara 1’an ku 5 kîlometre dûrî navenda Şirnexê ye hezaz pêk hatibû û karkerên bi navê Mehmet Îzer, Sevkan Ustun, Yilmaz Magrur, Mesut Magrur, Vedat Ozden, Ramazan Ugur, Abdullah Kayaş Ugur Kabak jiyana xwe ji dest dan.

24’ê Mijdarê 2017: Li kana komirê ya li gundê Hesena bi ser navçeya Silopya Şirnexê ve makîneya kar qelibî û karkerê bi navê Ferhat Kayaalp jiyana xwe ji dest da.

4’ê Kanûnê 2017: Li kana komirê ya nêzî bajarokê Gundikê Melê ya bi ser Şirnexê ve teqîna grîzû pêk hat û karkerên bi navê Abdurrahman Tunç (43) û Omer Tunç (37) ên birayên hev û Îdrîs Înan di teqînê de jiyana xwe ji dest dan.

11’ê Gulanê 2019: Di kana komirê ya nêzî gundê Avgamasiya ya girêdayî navenda Şirnexê hezaz pêk hat û karê bi navê Reşît Ozcan jiyana xwe ji dest da û Kamîl Sûnra jî birîndar bû.

24’ê Kanûnê 2019: Kana komirê ya di navbera gundê Nêvava û Gilindor yên Şirnexê de hezaz pêk hat û karkerê bi navê Hasan Înal di bin da ma û jiyana xwe ji dest da.

DI SERDEMA AKP'Ê DE 20 HEZAR Û 500 KARKER MIRIN

Li Kurdistan û Tirkiyeyê herî zêde di serdema hikûmeta AKP'ê de cînayetên kar ên karkeran zêde bû. Tenê di 17 salên serdema AKP'ê de zêdeyî 20 hezar karkeran jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) di sala 2002'an de 878 karkeran jiyana xwe ji dest da. Meclîsa ÎSÎG'ê, destnîşan kir ku di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Li Kurdistan û Tirkiyeyê AKP modela jiyana bê ewle û bê parastin pêş xist.

ASTA EWLEHIYÊ TUNEYE

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz têkildarî kana komirê yên li Şirnexê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku li herêma Şirnexê her sal gelek caran hezaz pêk tê û di encama vê hezazê de jî gelek karker jiyana xwe ji dest didin. Kaçmaz da zanîn ku ji dema ku ev kanên komirê hatine dîtin û heta niha jî ji ber bê ewlehiyê mirov jiyana xwe ji dest didin û wiha axivî: “Li Şirnexê qanûnê madenên nayên pêk anîn û asta ewlehiyê tuneye. Rêbzên li madenên Şirnexê tê bikaranîn rêbazên berî sed salan in. Li herêmê zêdehî 10 kanên komirê hene û ji vanan dewletê rûhsat wan deye alîgir û dewlemendan. Dîsan gelek kan bi awayek veşartî tên bikar anîn.

‘KANÊN KOMIRÊ JI HÊLA BOZULMAZ Ê AKP’Î VE TÊ BIRÊVE BIRIN’

Kaçmaz destnîşan kir ku kana komirê ya ku her demê hezaz lê pêk tê Parlamenterê AKP’ê yê Mêrdînê Suleyman Bozulmaz birêve dibe û got: “Berî niha rûhsata Qada Madenê ya cihê bûyer lê pêk dihat, girêdayî Wezareta  Enerjiyê ye û aydî Kargeriya Komirê ya Tirkiyê bû. Lê belê rûhsata gelek madenan jî di destê dewlemend û alîgirên AKP’ê de ne. Li herêmê bê Parlamenterê AKP’ê yê Mêrdînê Suleyman Bozulmaz tu kan nayên xebitandin. Li herêmê tu maden li gorî zagonên madene nayên birêvebirin. Ji ber ku li herêmê tu derfetên kar tuneye, welatî neçarin ku di kanên komirê de bixebitin û debariya jiyana xwe bikin.”