Di êrîşa balafirên şer ên Tirk de 2 şehîd û 8 kes jî birîndar bûn

Di êrîşa dewleta Tirk a li ser devera seyrangeh a Şarbajêr a bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê de, 2 şehîd, 5 ji heman malbatê 8 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me yê herêmê hate girtin, Di êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk a saetên nîvro ya li devera seyrangeh a Şarbajêr a Silêmaniyê de 2 şehîd, 4 jê zarok 2 jê jin bi giştî 8 kes birîndar bûn.

Ji birîndaran 5 ji heman malbatê ne.