Kêliyên dewleta Tirk a dagirker bombe li devera Seyrangeh a Kunemasî ya Şarbajêr a girêdayî bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurditanê dibarîne, ji aliyê gel ve bi telefonê hate kişandin.
Di dîmenan de beriya bombe barînê gelek welatî li devera Mesîre ya Kunemasî bi zarokên xwe re di nava avê de dilîzin hene.
Di dewama dîmen de jî devera Mesîre a ku gelek welatî li gel zarokên xwe dilîstin hebûn hate bombekirin.
Devera Mesîre a weke Seyrangehê tê zanîn dikeve herêma Kunemasî ya bajarokê Şarbajêr a Silêmaniyê, cihekî ku her roj welatî serdana wê dike ye.