Di erdheja Kirmanşan û Hurmuzganê de 25 kes birîndar bûn

Hate ragihandin ku di erdheja li eyaleta Kirmanşan yê Rojhilatê Kurdistan û Hurmuzgan yê başûrê Îranê de 25 kes birîndar bûne.

Li gorî televîzyona dewleta Îranê li başûr û rojavayê Îranê erd hejiya.

Li nêzî bajarê Lar yê dikeve eyaleta Hurmuzgen a başûr li herêmeke kenar (perekî) erd hejiya. Erdheja herî bi hêz li gorî ensîtûya jeolojî ya Amerîka seat 05:00’an bi pileya 5.4 çêbû.

Erdhejek din jî li gorî seata herêmî 11:07’an li eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê çêbû. Pileya Erdhejê weke 5.9 hate pîvan.

Li gorî televîzyona dewleta Îranê 25 kes birîndar bûn. Lê belê agahiyên din nehate dayîn.

Erdheja li Kirmanşanê li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê jî hate hîskirin.

12'ê Mijdara 2017'an li Kirmaşanê erdhejek bi dijwariya 7.3 pileyî rû dabû û herî kêm 620 kes miribûn, zêdeyî 8.500 kes birîndr bûbûn. Birînên wê erdhejê hîn nehatine pêçandin.