Di Doza Mêrdînê de li 5 zaroka 175 sal ceza hate birîn

Di Doza Nisêbînê de ku îro 5 zarok dihatin darezandin her yekê 35 sal ceza hate dayîn. Yek jê zarok doza 3 kesî jî hate taloqkirin.

Rûniştina doza 17 jê zarok 35 kesên piştî 26’ê Gulana 2016’an li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di dema xwrêveberiyê de li taxan hatin berdan û şûnde dewam dike. Ji doza 70 kes jê tê darezandin dadehê biryar da cihêkirinê da û şûnde dewam dike. Li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê rûniştina 6 jê zarok a 8 kesan pêk hat.

Di saetên sibê de rûniştina doza Şukru Aybek ê girtî ku temenê jî jêrî 18’ê ye pêk hat. Aybek ê li rûniştinê amade, lê parêzer amade nebû.Aybek anî ziman piştî ji Nisêbînê derketiye di bin êşkenceyê de îfade îmzekiriye û wê îfade napejirîne. Aybek cezayên li ser îfadeyên hefteya borî di dozê de hatibû kirin red kir û got: “Ez wan îdîa û cezayê hûn didin napejirînim.” Piştî parastinê heyeta dadgehê ji bo biryarê ragihîne rûniştin taloqî 8’ê Cotmehê kir.

Piştre jî Heja Algan ê dema hatî girtin temenê wî jêrî 18’an bû doza wî dom kir. Parêzerên tevlî doza Aligan bû sedem nîşan dan û ji bo esasê parastina têkiliyê wext xwest. Dadgehê sedemê parêzeran nepejirand. Li ser vê parêzerên Algan ji salona rûniştinê derket. Algan ê pê parêzer li dozê ma, daxwaz kir ku wêneyên rûniştina berê nîşan dabû, ji nû ve nîşan bidin. Algan ê diyar kir ku kesê di wên de ew e, îfadeyên li ser wî hatî kirin nepejirand.

Algan got: “Em ji ber ku Kurd in, tên darezandin. Li Nisêbînê gelek jin û zarok hatin kuştin. Çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Tiştên li Nisêbînê rûdayîn wê derbasî dîrokê bibin. Wê derbikeve holê ku tiştên dewletê gotî derew in. Xwerêveberiya Demokratîk hate îlankirin û ev daxwazekî rewa ye. Gel bi xwe xweserî îlan kiriye. Tecrîda li ser Rêber Apo protesto dikim. Dewleta bi polîtîkayên şer dixwaze carekî din deriyê Îmraliyê bigire. Girtina derî ji bo dewletê bi xwe jî zerere. Hevdîtina bi Birê Ocalan re hem ji bo gelê Kurd û Tirk baş e. Her roj dibêjin PKK bidawî bû û dawî dibe, lê dawî nabe. Nikarin PKK’ê bi dawî bikin. Wezîrê Karê Hundir wê biçe lê PKK wê bimîne.”

Dadgeha ji bo Algan ji ber 6 sûcan cezayê muebetê da, ji ber dema ku bûyer rûdayî temenê wî jêrî 18’an bû, 35 sal ceza lê birî.

Di dewama dozê de jî Emere Topçûolgû re parastina xwe ya ji 13 lapereyî pêk tê xwend. Topçûoglû ê diyar kir ku ti bendewariyên wî ji dadgehê nîne, cezayê dide jî ti hikûmê xwe nîne.

Dadeghê berê ji bo Topçûolgû cezayê muebetê dabû, piştre jî ji ber demê bûyer rû dabû zarok bû 25 sal ceza lê birî.

Piştre jî Baran Eman, Çeçean Kilkaya û Dîlan Aslan ên temenê wan jêrî 18’an doza wan pêk hatin jî parêzeran daxwaza demê kirin. Dadgehê ev red kir û her yekê 35 sal ceza lê birî. Parêzerên Bayram Sevgîn û Hatîp Oyman ên dozên wan jî pêk hatin daxwaz reda dadger kirin. Daxwaza parêzeran hate redkirin, dadgehê ji bo biryarê rûniştin taloqî 9’ê Cotmehê kirin.