Di destê zarokekî ku sewalê xwe diçêrand de cismek teqiya

Li Licê zaroyê bi navê Yusuf Yildirak dema ku sewalê xwe diçêre cismekî ku li erdê dîtî bi destê wî teqiya, Yildirak bi giranî birîndar bû.

Li Licê ya Amedê zarokê 11 salî yê bi navê Yusuf Yildirak, dema ku li qada di navbeyna taxên Pirik û Ziyaretê de sewalê xwe diçêre cismekî ku dîtî di destê wî de teqiya û bi zarok bi giranî birîndar bû. Diyar bû malbata Yildirak koçer e û ji Çewlikê hatibûne Licê.

Xizmên zarokê birîndar ew rakirin nexweşxanê û hate gotin zarok li lênerîna giran e.