Di çalakiya xizmên windayan de Leyla Guven hate silavkirin

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Amed û Êlihê lêgerîna edaletê domandin. Di çalakiyan de berxwedana Leyla Guven hate silavkirin û banga bihestiyarbûnê hate kirin.

AMED

Xizmên Windayan û ÎHD'ê di hefteya 518'emîn de çalakiya bi dirûşma "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" ku her hefte li dar dixin berdewam kirin. Xizmên windayan û ÎHD'ê, çalakiya Leyla Guven silav kirin û diyar kirin ku divê daxwazên Leylayê bên bi cih anîn.

Nûner û malbat li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" vekirin. Vê hefteyê endam û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, xizmên windayan, aktivistên mafên mirovan beşdar bûn. Xizmên windayan di çalakiyê de li aqubeta Omer Oner û Mehmet Nurî Dayan pirsîn ên ku di sala 1994'an de li Gundê Çinara Amedê hatin windakirin.

Sekretera Şaxa ÎHD'ê Yuksel Aslan Acar wiha got: "Ji ber zext û binpêkirina mafan girtiyan li zindanan bedena xwe dane ber birçîbûnê. Jiyana Leylayê di nava talûkeyê de ye. Divê hemû kes destên xwe deynin ser wijdanê xwe û ji bo girtiyan dengê xwe bilind bikin."

Nazîre Baran jî çîroka Hevjînê xwe Omer Oner ê di 14'ê Çileyê 1994'an de hat windakirin, xwend û got: "Hevserê min bi motorê û tevî hevalên xwe çû pez biçêrîne. Lê piştî wê me tu agahî ji wan negirt. Me serî li her derê da lê me wan nedît. Ji ber ku em li wî digeriyan gelek caran polîsan girtin ser mala me . Em ji ber zextên dewletê hatin Amedê. Ez û zarokên xwe tenê mabûn û me rojên gelek bi zehmet derbas kirin. Ewqas sal derbas bû lê hîn me hevserê min nedît. Heta ku hilma min têr bike ez ê dev ji têkoşîna ji bo dîtina hevserê xwe bernedim. Bila kevirekî goristanên me hebe. Ez li ber hevserê xwe û hemû windayan bejna xwe ditewînim."

ÊLIH

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li avahiya komeleyê çalakiya xwe ya hefteya 424’emîn li dar xistin û aqûbeta windayan pirsîn. Parlementerên HDP’ê yên Êlihê Necdet Îpekyuz, Mehmet Ruştu Tiryakî û parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de aqûbeta Mahmût Demîrel hate pirsîn ê ku di 2’yê Nîsana 1994’a de hatibû windakirin. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Êlihê Fahrettîn Asûtay, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Demîrel dema di mînîbusa nava bajêr a Êlihê de dixebitî, hat windakirin. Ji wê demê û şûn de tu agahî jê nehatin girtin.”

Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Ruştu Tiryakî jî piştî Asûtay axivî û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven. Asûtay, diyar kir ku pêkanînên dij demokratîk li Tirkiyeyê tên jiyîn û wiha got: “Em îro di korîdorên Şaxa ÎHD’ê de, şahidê vê yekê ne. Ev korîdor rewşa li Tirkiyeyê bi awayekê pir zelal datîne holê. Parlementera me Leyla Guven îro li dijî pêkanînên bêhiqûqî yên li Tirkiyeyê tên jiyîn, 66 roj in bedena xwe daye ber birçîbûnê. Êdî bila ev pêkanîn bi dawî bibin. Bila daxwazên Guven bên qebûlkirin.”