Di çalakiya gerîllayan a li Qilabanê de 7 leşker hatin kuştin

Gerîllayên HPG’ê li Qilabanê çalakiyek li dar xistin û bi giştî 7 leşker hatin kuştin, yek jî birîndar bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û kitekitên çalakiya Qilabanêya Şirnexê ya di 23’ê Nîsanê de diyar kir.


Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, “Di 23’ê Nîsanê de hêzên me li Qilabanê ya bi ser Şirnexê li hemberî leşkerên ji qereqolên Meymûn û Sînekê yên daketibûn eraziyê çalakiyek li dar xistin. Hêzên me ji nêz ve bi çekên ferdî û bombeyên destan li leşkeran dan û li vê derê 5 leşker hatin kuştin, yek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê di saet 15’an de bi piştgiriya cehşan operasyonek hatiye destpêkirin. Hêzên me li vê derê jî 2 leşker kuştine. Piştre jî operasyon bêyî ku encamê werbigire, bi paş ve vegeriyaye. Cehşên beşdarî operasyonê bûne jî yên gundên Sêgirkê, Bojeh, Yekmal, Roboskî û Hedrişê yên bi ser Qilabanê ne.

LI ÇELÊ ÇALAKIYA SEKVANIYÊ: LEŞKEREK HATE KUŞTIN


Di 23’ê Nîsanê di saet 10.20’an de hêzên li hemberî leşkerên qereqola Tepê Ortê yê bi Çelê a Colemergê çalakiyeke sekvanî li dar xistiye û li vê derê leşkerek hatiye kuştin. Di heman demê de hêzên me bi çekên ferdî û giran li leşkerên Girê Korekê xistine. Hejmara mirî û birîndarên wan nehat zelalkirin.
Di 21’ê Nîsanê de hêzên me bi hawanan li nîzamiyeya qereqola Çemê Kurkê ya Şemzînanê ya bi ser Colemergê dane. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndarên wan nehat zelalkirin.

BOMBERDÛMAN BALEFIRÊN ŞER ÊN TIRKAN 


Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de qala êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî kir.
Hat diyarkirin ku, “Di 23’ê Nîsanê di saet 10.20-10.40’î de balefirên şer ên artêşa Tirk li herêma Qendîlê dora gundê Bûkrîskanê û qada Karoxê bombe kiriye.
Di 23’ê Nîsanê di saet 11.00-11.30’î de balefirên şer ên artêşa Tirk dora gundê Şûlînê ya li herêma Heftanînê bombe kiriye.
Di 23’ê Nîsanê di saet 11.00-11.30’î de balefirên şer ên artêşa Tirk dora gundê Ergenê û Kîlîsê ya li herêma Garê bombe kiriye.
Di 23’ê Nîsanê di saet 10.30-11.00’î de balefirên şer ên artêşa Tirk dora gundê Sêgirê û Girê Amêdiyê ya Amêdiyê bombe kiriye.