Di bin dorpêça polîsan de girtina şaredariyan protesto kirin

Li Amedê girtina hevşaredarên Sûrê di bin dorpêça polîsan de hate protestokirin.

Li Amedê girtina Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr hatin protestokirin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Salîha Aydenîz, Hevserokê HDP’ê Zeyad Cemal, endamên Şaredariya Sûrê û Rêveberên HDP’î yên li pêşiya edliyeyê karûbarên îfadeyê dişopandin,xwestin li pêşiya edliyeyê daxuyaniyek li ser girtinê bidin.

ROJNAMEVAN DERKIRIN Û HDP’Î DORPÊÇ KIRIN

Koma ku polîsan dor li wan girtin bi çepik û tilîliyan dorpêç û girtin protesto kirin. Di vê navberê de polîsan rê neda ku rojnamevan dîmen û wêne bikişînin û bi lêdanê ew ji qadê dûr kirin. Hinek mokrofonên rojnamevanan man di deste HDP’iyan de.

Hevseroka DBP’ê Salha Aydenîz daxuyanî da. Bi saya mokrofonên rojnamevanan ên mabûn cihê çalakiyê daxuyaniya wan hate bidestxistin. Polîsan bi hildanan mertalên xwe xwestin pêşiya deng, wêne û dîmanan bigirin.

‘HIÛQÛ Û EDALET LI BIN LINGAN E’

Aydenîz anî ziman ku bi rojanin Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr destgîrkirine û got: “Çekxistina serê zarokê 10 salî û destgîrkirin nişana bê ka çiqasî edalet û hiqûq li vî welatî hatine binpêkirin. Em li vî welatî ji bo demokarsî û siberoja vî welatî têdikoşin. Ev desthilat siberoja Tirkiyeyê ber bi çiravê dehf dide.”