'Di 12'ê Adarê de jî mîna îro li dijî şoreşê bûn'

Endamê Komîteya Siyasî ya Yekîtiya Lîberalên Kurdistanê Ferhat Telo, di salvegera 13. a komkujî û serhildana Qamişloyê de ragihand, ji bo PDK û ENKS'ê dîrok xwe dubare dike.

Endamê Komîteya Siyasî ya Yekîtiya Lîberalên Kurdistanê Ferhat Telo da xuyakirin, ku di sala 2004'an de Beşar Esad nû bû bû desthilatdar û li ser bingeha dijberiya Kurdan bi Erdogan re têkiliyeke xurt danî bû.

Telo got, "Di wê demê de, Kurdên li Rojava ji vê têkilî û van pêkanînan Beşar aciz bûn. Her wiha hê salek di ser avabûna PYD'ê re derbas bû bû. Bêguman bingeheke xwe ya berê ya rêxistinî hebû. Ji ber ku endamên PYD'ê beriya avabûna partiyê ji bo gelê Kurd dixebitîn û xwe li dora felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kiribûn.

Rejîmê jî dixwest vê rêxistiniya gelê Kurd ji hev belav bike. Ji ber vê yekê di maça futbolê ya navbera tîmên Dêra Zor û Qamişloyê de provokasyon derxist." Telo destnîşan kir, rejîmê ji berê ve ev yek amade kiribû û Kurdan jî nerazîbûn nîşan dan û rabûn serhildanê."

'SERHILDANA SÛRIYEYÊ BI PÊŞENGIYA KURDAN DEST PÊ DIKIR'

Telo da xuyakirin, ku serhildana Qamişloyê ya wê çaxê dibe ku destpêka Bihara Sûriyeyê be û wiha dewam kir: "Yanî Bihara Sûriyeyê ya di sala 2011'an de dest pê kir, hingî bi pêşengiya Kurdan dest pê kiribû. Di wê demê de PYD di serhildanê de gelekî aktîf bû. Wekî din, Tevgera Yekîtî ya bi pêşengiya Îsmaîl Hamo jî bi roleke aktîf rabû. Di serhildanê de aktîf bûn. Tê zanîn, di rojên destpêkê de rejîmê komkujî kir û şehîd rû dan. Piştre Kobanê, Efrînê û hemû bajarên Kurdan rabûn serhildanê. Lê mixabin di wê demê de gelên Ereb û Suryanî gelekî ji rejîmê ditirsiyan. Ji ber vê yekê nedikarî tevlî şoreşê bibin."

'ENKS WÊ ÇAXÊ JÎ LI DIJÎ ŞOREŞÊ BÛ'

Telo diyar kir, di dema serhildana Qamişloyê de partiyên nêzî PDK'ê li dijî şoreşê tevdigeriyan û got, "Piştî ku serhildana 12'ê Adarê rû da, beşek ji partiyên siyasî yên niha di nava ENSK'ê de cih digirtin, bi rejîmê re têkilî danîn û xwestin pêşî li serhildana gel bigirin.

Di wê demê de serkêşên hin partiyên siyasî yên weke Abdulhekîm Beşar, Fûat Alîko, Abdulhamît Derwîş bi rejîmê re hevdîtin kirin û xwestin serhildana Qamişloyê bisekinînin. Di vê hevdîtinê de xwestin nîşanî rejîmê bidin ku ew pêşengiyê ji Kurdan re dikin û dikarin bisekinînin. Lê belê kirin nekirin ji wan nehat ku serhildanê bisekinînin."

'JI ALIYÊ PDK Û ENKS'Ê VE DÎROK XWE DUBARE DIKE'

Telo ragihand, helwesta PDK'ê ya li dijî serhildana Qamişlo, ji helwesta wê ya îro a li dijî berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê ne cuda ye û got, "Di salvegera 13. a komkujî û serhildana Qamişloyê de, ji bo PDK û partiyên wê yên li Rojavayê Kurdistanê dîrok xwe dubare dike. Helwesta wê demê ya PDK'ê qet ji bîra min naçe. PDK'ê wê çaxê daxuyaniyeke fermî da bû û gotibû, 'Pirsgirêka navxweyî ya Sûriyeyê ye, em tevlî nabin'. Û kes û partiyên pê ve girêdayî jî bi rejîmê re rûniştibûn û hevkarî kiribûn. Îro jî li Bakurê Kurdistanê ewqas komkujî tê kirin, bi tank û topan bajar tên hilweşandin. Lê belê Barzanî, PDK a wî û ENKS bi hikûmeta Erdogan re heman tiştî dike. Tevî Erdogan êrîşî navçeya Xanesorê ya Şengalê kirin. Ji bo li Minbicê li cem Tirkan cih bigirin û şer bikin, çeteyên xwe yên navê 'pêşmergeyên rojava' lê kirine, şandin. Îro 11'ê Adarê ye û niha 100 tankên xwe aşndine Mexmûrê. Ev hemû di çarçoveya konsepta hevpar a bi dewleta Tirk re tên kirin. Divê ENKS vê yekê eşkere bike; eger koma jê re 'pêşmergeyên rojava' dibêjin bi wan ve girêdayî be, çima Kurdan dikuje?"

BILA ENKS Û BARZANÎ BERSIVÊ BIDIN'

Telo anî ziman, tevî van hemûyan jî ENKS, hêzên şoreşger ên li Rojava û PYD'ê sûcdar dikin ku bi rejîmê re hevkariyê dikin û ne mûxalîf in û got, "Ez ji Birêz Barzanî dipirsim, gelo çi bi dewleta Tirk û Erdogan re dîtiye. Eger Erdogan mafên Kurdan û vîna siyasî ya Kurdan nas dike, bile ji me re jî bêje, ku em jî destekê bidin PDK'ê ku bi Erdogan re hevkariyê dike. Lê em dizanin, hikûmeta Erdogan bi ti awayî Kurdan û mafên Kurdan nas nake. Berevajî naskirinê, li ku derê Kurdek hebe dixwaze tasfiye bike.

Wekî din, beriya çend rojan Birêz Nêçirvan Barzanî li Şamê bû. Her wiha partiyên nava ENSK'ê yên bi wan ve girêdayî ne, timî têkilî bi rejîmê re datanînin. Çima me bi hevkariya bi rejîmê re sûcdar dikin? Gelo mafê wan heye ku ji bo berjewendiyên xwe bi rejîmê re hevdîtin û hevkariyê bike, lê ji bo siberoja Sûriyeyê û Kurdan mafê me nîne em hevdîtinê bikin, têkiliyê deynin?"

'HÊVIYA ME GELÊ ME YE'

Telo da xuyakirin, ku ew ne li bendê ye ENKS bersiveke rast bide van pirsan û rast tevbigere. Telo ev bang li Kurdan kir: "Di salvegera 12. de Adarê de mîna her carê hêviya me gelê me ye. Çawa ku gelê me di nava serhildanên 12'ê Adarê de li hev civiya, rewşenbîr hemû li dijî rejîma Baasê sekinîn, wê îro jî li dijî hemû planên qirêj ên AKP, PDK û ENKS bi hev re çêdikin, bisekine û helwestê nîşan bide."